Bihev re dijî
islama siyasî û dijî dijminatiya cihûyan (antîsimîtismus)
Daxuyanî dijî roja »Al-Quds«
ya internasiyonal di 29 ê Oktobera 2005 an de.
Di sala 1979 Ayatolah Xomeynî
bang kir, ko roja îna dawî ji remezanê bibe roja «azadiya»
Quds ê û ji bo wêrankirina Îsraîl bê naskirin. Û vê salê jî
rejîma îranê û îslamistên mirîdê Xomeynî dixwazin meşan li
gelek welatên cîhanê amadebikin: Li Tehran ê, Libnan,
Berlin, London, Toronto û Cakarta.
Al-Quds dijminatiya cihûyan
xurt dike û dixwaze cihê diktatûrên islamist li îranê asê
bike.
Tevlî ko em evên piştgirtiya
vê daxuyanê dikin, nerînên me liser rewşa rojhilata navîn
cidwene, lê em hemû dijî propaganda islama siyasî ne.
Ji 1995 an ve meşeke navendî
ji bo Al-Quds çêdibe, die vê salê de heye ko di roja şemiyê
de, di 29 Oktoberê de çêbibe. Di destpêkê bi siloganên mîna
«bimirirê Îsraîl» xwestin yekser hêrivandina dewleta Yehûdî.
Ewan dît, ko ev silogan li cem kesên din nayên ne
qebûlkirin, lewra ewan silogan ne seviktir hişkerekirin.
Roja Al-Quds ne rojeke, ko
têde meşek bi awakî aştî dijî Îsraîl were çêkirin, ew tenê
nîşana kînê ye. Ew ne tenê dijî siyaseta rêjîma Îsraîl e, ew
şerê bîr û baweriya azadî û wekheviyê dikin.
Dijminatiya cihûyan di
kultûrên misilmanan de cihê xwe bi ferehî girtiye. Zarok û
ciwan vê îdyolocî yê hîndibin. Ji bilî dijminatiya cihûyan
form ne din jî di ramanê islamistan de hene, weke teda ko li
jinê ji bo cinsê wê û bi navê namûsê têkirin.
Vê dema dawî du zarokê nebalix
(negihayî) li Îranê ji bo daxwazin wan yên cinsî hatine
kuştin.
Niha li Berlinê mehkema hersê
birayên Hatun Sürücüs vebûye, yên ko bi navê namûsê xûşka
xwe kuştin. Ev tişt jî bi bîr û baweriyên misilmanan ve
girêdayîye. Îdiyolojiya islama siyasî dibîne, ko forma
jîyana jina serbixwe »bêxwedayîye« û forma jiyana
»rojavayiye«.
Di vê rewşê de bersiva rast ne
ew e, ko merov cavên xwe bigire û ne ko ew kes bi zorê ji wî
welatî derbixin. Rayê islama siyasî tê birîn, dema hevkarî
bi wan kesan re bê kirin, yên ko bûna qurban.
Xeter liser her kesiye, yê ko
dijî forma civata islamist radibe. Kuştinên li Madrîd,
London, Istanbul, Bali û Bagdad vî tiştî tênin berçavan, bê
çawa nerîna islama siyasî teng e.
Jibo wilo em behvre ji bo yî
29. Oktoberê banga xwepêşdanekê dijî roja Al-Quds dikin, li
Berlin ê û bajarên din û di munasebene din de, yên pêşberî
propaganda islamistan derdikevin.
|
Xwepêşdan li Berlin
berî nîvro roja 29 ê Oktoberê 2005, Saet 12.00
Cih: S-Bahn Savignyplatz
(Schlüterstr, navbera S-Bahn û Kantstrasse),
|
Berliner
Bündnis gegen Al-Quds-Tag
|