rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 

 


 

 

 

                                                                                               rojava.net 28.10.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Avdarnameyek vekirî:
Ji îna mezin heta bi
xwîna mezin

ji „Kurdekî avdarî re“ ku haha „teqîna petrîşokan“ di rûyên bi dizî de,
dixwîne
ji „Ibrahîm Mehmûd“ re

(2/2)

Hoşeng Broka

 

Di destnîşankirina hin navên eşkere de(çi ew,yên ku diçin nivîsandinê, çi jî ew, yên ku nivîsandinê dibin xwe, yan jî çi ew yên ku nivîsandin qedera xwîna wan e) Ibrahîm Mehmûd, wek bareyeke nivîskaran e(kî bixwaze yan nexwaze), „guftûgoyeke berimkan“, bi Kurdî û eşkere, li dar xist û hîn jî destên xwe, yên eşkere, ji „Kulmozên bi Kurdî“, nekişandine.

Di lidarxistna wê “guftûgoya  berimkan” de, hîn jî “Ibrahîm Mehmûd“ li şûna ku wek „panaveke berimkan“ ji „reş“ heta bi „sipî“, ew wek „fetwenameyeke esih“ di „reş“ yan jî di „sipî“ de, tê xwendin.

Lê ka em vê „daxwaznameyê“, wek proseseke rewşenbîrane(ne nivîskarane) ji „xirecira“ di navbera I. Mehmûd û „antî-yên“ wî de, hindekî bêlayantir bikin û bispêrin „aliyê xwîna mezin“, „îna mezin“ û „Avdara mezin“.

Ma gelo Qamişlo, piştî ku hewqasî eşkere çû navê xwe, wê ji navên hemwelatiyên xwe yên „bi dizî“ re çi bibêje?

Aya Qamişlo piştî ku hewqasî eşkere çû „Kurdên xwe“, wê çi li bîra  „Kurdên bi dizî“ ,  û bîra aliyê wan, yê ji bêdengiyê heta bi bêdengiyê, bîne?

Ma Qamişlo piştî ku hewqasî eşkere çû belavbûnê, ku ji „Avdariyên eşkere heta bi Avdariyên eşkere bû“, wê ji wan re, ku li derveyî „Avdara mezin“, îna mezin, „leystika goka mezin“ û xwîna mezin, man (ya rastir, xwe hiştin), çi hêviyê, ji nuh ve, ji xwîna wan bike?

Ma Qamişlo piştî ku hewqasî eşkere, li ser milên eşkere çû bilindbûnê, wê ji „milên bi dizî“ re, ku nebûn yên hilgirtinê, çi nîşan û karnevalan, li dar bixe?

Aya Qamişlo piştî ku hewqasî eşkere çû nivîsandinê, wê ji „nivîskarên xwe“ yên „bi dizî“ re, çi xelatan diyarî bike?

Li gora mentiqê “12 Avdarê”(ku Ibrahîm Mehmûd, wek helwesteke nivîskarane, li wir û ji wir bû), ku eşkere hat û eşkere çû, tê pêwîstkirin, ku ew ji nuh ve, wek hatin û çûwîna wê, eşkere,  were xwendin û nivîsandin, û ev, bi boçûna min, „daxwazeke Avdariyane“, a di cî de ye.

Û ev bûyerên ji xwîna mezin heta bi xwîna mezin, wek kêşeyeke rewşenbîrane û ji-nuh-ve-xwendin û nirxandina qewimînên wê în, xwîn û „Avdara mezin“, ji partiyan û ji aliyan û wêdetir, pêwîst e ku pirsa herî wêrek û cegerdar, a komik û dezgehên rewşenbîrên bi Kurdî be(mebest li vir, ne ziman e, wek alavekî derbirînê, lê lidarxistina alî û helwestê  ye, wek proje, ku bi Kurdî tiştan bi nav bike).

Bêguman nebeşdarbûna „Em a rewşenbîrane“ wek helwesteke eşkere, ku di heman „nebeşdarbûnê“ de, berê „Ez-ên“ heman „rewşenbîriyê“, wek „Ez-ine kehîkirî“, dide „gemkirin“ û „serkutkirinê“, rewşê hîn kambaxtir û trajêdiyê hîn mezintir dike.

Li ser asta termînolojî û şirovekirina têgehan, xirecir heta bi kêlîka ku ev nivîs tê amdekirin, hîn jî berdewam e: Aya nivîskarên Kurd, ku bi zimanên „xerîb“ diçin xwenivîsandin û xwederbirînê, dikarin wek nivîskarên „bi Kurdî“, „nivîskarên Kurd“ yan jî „nivîskarên kurdperwer“ werin liqelmdan yan na??????

Em careke din termînolojiyan ji xwediyên wan re bihêlin, û em bêlayan, berê „pirsê“ bidin bîra „Qamişloka xwînê“, bê ka ew dê ji bo me, bersiveke çawa û heta bi kû û kê, li dar bixe.

Bi ya min, li wir, ku Qamişlo bi Kurdî diçû xwînê, ku avdar û avdar diçû berxwedan, serhildan yan jî „serxwedanê“, bi „Erebî“, ku zimanê yên din(qaşo zimanê xerîban) bû,  berî „bi Kurdî“; bi „Erebî“ bilindtir ji „Kurdî“;  bi „Erebî“ avdartir ji „Kurdî“; bi „Erebî“ xweşiktir ji „Kurdî“; û bi „Erebî“ jî eşkeretir ji „Kurdî“, navê Qamişlo eşkere diçû hildan, navtêdan û „Kurdhildanê“.

Ma ev ne rastiyek e????
Ma bîra Qamişlo, ku hîn îna xwîna xwe/xwîna îna xwe, ji bîr nekiriye, ne weha dibêje????

Erê ma rewşenbîr û nivîskarên bi Kurdî heta bi vê kêlîkê, eşkere, li xwe, li Qamişlo, li îna wê, li xwîna wê û li wan rewşenbîr û nivîskarên ji wexta wê, yên “qaşo” bi „zimanên xerîban“ çûn (û hîn jî diçin) xwederbirîn(yan jî Kurd-derbirînê), ku xelat, kongre, mihrecan “def û zirne”, û „heyteholên“ „bi Kurdî“, yên ji “Amedê heta bi Duhokê”, rêya wan nabin, mikur hatin e?????????????

Di „hawaranaemeya” xwe, ya bi sernivîsa „wê rojekê ji rojan..“(ku berê di „Avestakurd.net“ û paşê di „Rojava.net“ de, hate belavkirin), Ibrahîm Mehmûd, dîsa eşkere, nasnameya xwe, ya „Avdariyane“ di rûyên eşkere û yên „bi dizî“ de, derdixe, û bi „êşek xurû bi Kurdî“, dîsa xwe, eşkere ji „aneha“ re, wek çawa ji „duh“ re eşkere bû, wek xwediyekî ji xwediyên „12ê Avdarê“, û her weha aliyekî ji dîroka wê bi nav dike:

„Îro ez dîrok bi xwe me! Bera ev jî serxwebûnek çûyî be, dînbûnek be, çelqbûnek be di mejî de..çi dibe bera bibe, lê a ku ev nivîsîn nebe, tucarî wiha çê nabe, ma ka li çi û kîjan war , bajar, welatî ,xelata talan û hingivtina gel, û bêdengiya bizdonekî, hatiye dan ji wan kesên xwe ji dîrokê derxistine, û yên dijberya wan kirine bi karê xwe, hatine tawanbarkirin, bi nav bûne sîxur û xiniz, hêêê? Ev li ku avê veduxe?/Avestakurd.net, hj. 93“

Ibrahîm Mehmûd di vê “serxwebûnnameya“ eşkere de, wek xwediyekî eşkere, doza dîrokeke eşkere ji „Qamişloka 12ê Avdara“ eşkere re dike.

„Xweçenkirinên bi dizî“ di ser „bûyerên eşkere“, „xwînên eşkere“, „birînên eşkere“, „şehîdên eşkere“, „navên eşkere“, „zimanên qurmiçî yên eşkere“, „talanên eşkere“, „potînên eşkere“ û „kuştina bajarên eşkere“ re, li gora „çelqbûnnameya“ I. Mehmûd, ku bi xwe, ji dîrokê heta bi dîrokê ye, nayê qebûlkirin.

Bi ya min, berî ku em Qamişlo û îna wê, Qamişlo û xwîna wê, Qamişlo û „12ê Avdara wê“, Qamişlo û xwediyên navên wê bispêrin bîra „hebû nebû“, „li-xwe“ û „li-hev-mikurhatineke“ exlqiyane gerek e.

 Ev „li-hev û li-xwe-mikurhatin“ jî, ji hemî aliyan pêştir, pêwîst e ku aliyê rewşenbîriyeke bi Kurdî be.

Jixwe mebset(di serî  de, mebesta vê nivîsê), ne tawanbarkirin yan jî gunehbarkirin e. Belkî mebest  bihtir „li-xwe û li-yên-din/yan jî li-hev-mikurhatin“ e.

Wek kêşeyeke rewşenbîrane(eger em ji „çanda xalûxwarzêtiyê“ û wêdetir bin, yan jî herin), ne zor e, ku bajarê mezin  bi navê wî yê mezin, xwîna mezin bi navê wê yê mezin, îna mezin bi navê wê yê mezin, pirtûkên mezin û xwediyên wan yên mezin bi navên wan yên mezin, û helwestên mezin bi navên wan yên mezin, werin binavkirin.

Ma ev daxwaz(yan jî hêvî), ku navê I. Mehmûd aliyek jê ye, ji navê rewşenbîriyê(eger ku ji muxalefetê heta bi muxalefetê be) mezintir yan jî wêdetir e?
Bi boçûna min, nexêr.    

Di helkeftineke din, “destkirina kulmozeke” din û eşkerekirina panaveke din ji panavên „teqîna petrîşokan”, Ibrahîm Mehmûd “daxwaznameyeke” din, bi şêweyekî din, wek „kurdekî avdarî“, ji serhişkiyê heta bi serhişkiyê, diyarî „rewşenbîrên rojavayî“ û sekoyên wan yên ji kongreyan heta bi kongreyan dike:

„Bêdengî bûye pilanek.
Nivîskarî, berî guhastina gotinan, helwest e.

Yan divê em xwe û hev, wek helwest binivîsin, yan jî gereke em bi yek carê, xwe ji pirsa nivîskariyê bişon“
„Bêdengî, ku bi Kurdî bixwe bûye pilanek“, yek ji xedartirîn birînên bi Kurdî ye, ku I. Mehmûd, bi Kurdiyeke eşkere, destên xwe yên eşkere, eşkere, datîne ser wan.
„Helwest“ ji bo I. Mehmûd (wek ku pirtûka 12ê Avdarê jî, mîna şahideke xwîna wî û xwîna îna ji wexta Qamişlokê, dibêje), nivîsandineke eşkere ye, herwekî çawa nivîsandin bixwe jî, helwesteke eşkere ye.

Nivîskarê bi qasî ku eşkere diçe nivîsandinê neçe helwestê, û bi qasî ku eşkere diçe helwestê neçe nivîsandinê, gereke ew(li gora mentiqê I.Mehmûd yê Avdariyane) xwe, eşkere, ji „pirsa nivîskariyê bişo“.

Ev pirseke mezin e, pêwîst e, ku li ser asteke rewşenbîrane, bê bersiv neçe bîra „hebû nebû, tiştek ji Xwedê mezintir“.

Dîsa li ser asteke termînolojiyane, dibe ku ev kêşe, ji nivîskariyê (wek têksteke istêtîkî) pêştir, kêşeyeke rewşenbîrane be. Lê mijar ne ev e.

Li seranserî xwendinên xwe(çi berî yan jî piştî 12ê Avdarê), ji „Kurdên nivîsandinê, yên bîrewer“ re(ligel şaşçûyîn û rastçûyînên xwe), û herweha derkirina wî ya eşkere, ji „kulmozên rewşenbîriya bi Kurdî“ re,  Ibrahîm Mehmûd hewl dide(bi taybetî, piştî eşkerepirtûkên Qamişloka paş 12ê Avdarê), ku „bêhelwestiya“ li ser hesabê helwestê, „bi-dizî-xwenivîsandin/ yan yên-din-nivîsandin“a li ser hesabê „eşkere-xwenivîsandin/ yan jî yên-din-nivîsandinê“, „teqandina petrîşokan bi rûyên xwe û hev de“ li ser hesabê „teqandina peyvan“, lidarxistina „eniyên gotûgotan“ li ser hesabê lidarxistina gengeşeyan, û „dagijkirina pevçûnan“ li ser hesabê  „dagijkirina diyalogê“, wek kêşeyeke rewşenbîrane, rexne bike. Lê ew li geliyekî ye û „rewşenbîrên bîreweriya bi Kurdî, li geliyekî din in.

Ew(wek nimûneyeke eşkere ji nimûneyên 12ê Avdarê)  bi „êşeke xurû bi Kurdî“ xwe û yên din, berî 12ê Avdarê û piştî 12ê Avdarê, Qamişlo û wijdanê wê yê nivisandinê berî xwîna mezin û piştî xwîna mezin, nimêja bi Kurdî berî îna mezin û piştî îna mezin...htd., wek „pirseke mezin“ di rûyê „rewşenbîriya bi Kurdî“ de(bi taybetî jî „rewşenbîriya rojavayê bi Kurdî“), diteqîne.

Û li vir: tam li vir, ku hîn „rewşenbîr“ dikarin biçin „kongreyan“ yan jî wan bînin xwe; ku hîn „teyrên rewşenbîr“ dikarin ji refên xwe û wêdetir veqetin yan jî werin veqetandin; ku hîn Qamişlokên avdariyane hene dikarin ji kewan ferehtir biçin navên xwe û ji kewan û wêdetir jî, tiştan, berî xwe û piştî xwe, der û hundirên xwe, ser û binên xwe eşkre û „bi-dizî-yên xwe“, eşkere bibin binavkirinê.

Û li vir(yan jî li wir), ku „bêdengiya bi Kurdî bûye pilanek“ (û pirtûka eşkere a 12ê Avdara eşkere jî, vê yekê dibêje), yan „rewşenbîrên bi Kurdî“ wê eşkere biçin helwestê û eşkere biçin „teqandina peyvê“, yan jî wê „bi dizî“ „rewşenbîr“ û „bi dizî“ bi Kurdî û „bi dizî“ endamên ji kongreyan heta bi kongreyan, bimînin, û haha „bi dizî“  jî beşdarî „teqîna petrîşokan“ di „rûyên xwe û hev, yên bi dizî“ de, bibin.

 

*Heman heman(gişt) amaje: Ev „Avdarname“, ji xwendina “dengûbasên kesan“ û wêdetir, hewldanek ji bo xwendina „dengûbasên helwestan“ bû: helwest, wek ku pirtûka 12ê Avdarê „xwediyên îna xwîna xwe“, eşkere, birine lidarxistinê.

Li ser asteke wijdanî jî, ew hewldanek ber bi eşkerekirina xwendin û nivîsandinê de bû, ku ez tê de, li xwe berî li yên din, mikur hatim, û bi wê „li-xwe- û li-hev-mikurhatinê“ min hewl da, ku helwest û „nehelwestê“, „rûyên eşkere“ û „rûyên bi dizî“, „teqîna peyvan“ û „teqîna petrîşokan“, bi navên wan, yên eşkere, bibim binavkirinê.

Wekî din jî, 12ê Avdarê, Qamişlo û îna wê mezin in, wek xwîna xwe, û dikarin(eger „li-xwe- û li-hev-mikurhatin“ ji weha ferehtir û eşkeretir biçin xwendin û nivîsandinê) têra „aliyên navên“ hemî Kurd û „neKurdên“ xwe û herweha dengûbasên pirtûk, rexnename hawraname û gazinnameyên wan, bikin.

 

hoshengbroka@hotmail.com

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE