|
Lerz e, bêdawî
xwe nû dike, xwe dike ba
xêz li dor in
ji zû ve dorpêçkirî ye,
peyv rê nadin hev
azad im, azad.
Labîrent,..e
bo min..
êşa mayî ye, reşbelek e, armanc e
Ji hundur ve, şîr e li ber dev çavên
sêvînî, rondik bê av dest,
agir,
awir
Guhên min zimêniyê dike
xwîna te dîsan li dar e
heftê û carên xwe têper kirin
demhijmêr lêdide hol e hol e, hola
me kurda ye.
Li şefaqa me ronî heye..!.
Deng e, zerka sibehê, li xurîn e
kîjan kêl ?
kîjan ax?
kîjan ax?
kîjan dar,?
kîjan gelî?
kîjan zinar? Li welatê min, rengê
tawis li xwe nepêça ye?!
Bêhna xwe neveda
hemî reng sor in!!
Hilma te
roniyeke qeşagirtî ye
Straneke çiyayî
Gomaneke şemîtonk.
Li wir,
li wir, kesk hebû.
Li wir,
li wir, text hebû,
li wir,
li wir nexwestin tu bimînî.
Li şopa te hemî çiya xûz bûn,
li dengê te,
hemî roj tarî bûn
ji rengê te
hemî heyv sergerdan bûn
tu sûr û hejîrên te, ax û aaxxxxxx
Li jêr hemî asîmanan xerîbûyê te
hole hol e
Deng..
di valahiyan de
tu
sûnd
û awirek ji bin xaniyên heriftî.
Mêzeke şîn e,
dizanim tu jê hez nakî
Li ser xwînên te
qêrîna zarokên te
li ber sinorên te, kezebreş hene
Pêxwas
keysebaz
Tu,
zarokên te,
las û xezalên te,
Mîr Mihê te
Eyşa balê,
haveynê
helbesta evîneke lihevnektî ne
…..
|