|
Li ser pêlê tîrêjên
meha tabaxê ya gerim gîham warê
şehêdên heftê û du fermanan, yên
hezar û heftê û du ferman û
qirkirinê. Giham warê şehîdên
kurdiyatiyê , qûrbanê bawer û doza
kurdiya resen.
Wekî sêwîyekî bê xwedî û xwedan li
koşeyekê ji koşên gundê GIR IZÊR, li
SÎBA ŞÊX XIDR ê rawestiyam, çavên
xwe li her çar kinaran gerand ,
jinek li himberî rojê rawestiyayî,
bê livandin, lêv li hev diketin, çav
û rûdên ji bandora girî û rondikan
wekî agirên termbêlên teroran yên
teqandî sor bûbûn. Min hûr-hûr li
jinikê temaşe û kontrol dikir, diyar
e ku ez jî ketibûm wê dilkovaniyê ku
sedemekî peyde bikim ta ku bi jinikê
re bikevim dîyalokê. Piştî qasekê
jinik li min zîvirî û got: Keko! Tu
jî, ji welatên dûr bi hawara xwîşka
xwe, daka Mizgîn û Nêrgîzkê ve hatî.
Bila xwîşka te di ser vê wêrainyê de
… li ser vê komkujiyê de…Belê li ser
xwîna ciwanên Êzîdxanê û li ser kurd
û Kurdistanê de, xwe kur û kem bike.
Bila daka Mizgîn û Nêrgiz piştî
herdu gulan jîndar li vê diniyayê
nemîn e. Ez ê ji diniyayê birevim,
ji xwe re herim ser diyarê felekê
gazîkim, qîrînkim Ez ê bibim hevala
dayîka Lavij .Bêjim û bilorînim
Mizgîn kurê min, Nêrgîz qîza min ber
xwe nekevin hun bighin karwanê
şehîdan, şehîdên heftê û du fermanan.
Xaka we ya pîroz pêwîstî bi
şehîdbûna we, bi xwîne we heye ta ku
Şingala pîroz paqij û zelal bimîn e,
Ta ku Êzidxane zelal û paqij bimîn
e. Mizgîn kurê min , Nêrgiz qîza min
li ber xwe nekevin, binerin li
herçar kinarê diniyayê hevaltiya we
dikin, rûyê terorê reş dikin.Dilê
min, Nêrgiz! Kurdêm me ji serok û
rêberan heta bigeha gundî û cotkaran
bi dil û can, belê can û malên xwe
bi me re ne. Ew nikarin minetê li me
bikin, ev yek kardarî û erkê wan
e.Mizgîn kurê min; biner birayê xwe
ciwanên Amîdiyê çawa li ber deriyê
nexewşxanan rawestiyane ta ku xwîna
xwe bidin e hevalbendên we yê
birîndar. Binêrîn seranserî
Kurdistanê, ji Amedê heta Hewlêrê,
ji Qamişlo heta bi Efrîn û Kobanê,
belê koçberê welatê biyaniyan li ser
we hêstiran dibarînin. Lawên min
daka we di vê malwêraniyê de ne bi
tenê ye, ji roja ku hun şehîd ketin,
ji sibiha çarşemba meha Tebaxê ve
biraderên we kurdên Êzidî, tevî
birayên xwe temamiya kurdan li
kolanên Europayê çavşil dimeşîn,
rûyê terorê reş dikin,dengê me
dighînin diniyayê
Mizgîn kurê min, Nêrgiz qîza min,
min navê we danê Şehîdên êvara
Çarşembê.
Warê gernas û mêrxasan di şewit
e!...
Erda pîroz, warê Kûtî, cihê şeref û
namûsa kurdiyatiyê dişewit e!...
Evîn. pakî, dilsozî, dilovanî û
dilkovanî, dişewite!...
Dixwazin; Omîdê, pêşerojê eyînd û
mirovantiyê bişewitînin!?...
Bila neyarên kurdiya resen (Êzidiyatî)
wan xewnerojan nebînin. Ew neyarên
ku ji sedê salan de qirkirin û
fermanan bi ser vî miletê bê gûneh
de tînin. Piştî heftê du ferman û bi
sedan qirkirin nikarîbûn baweriya
Êzdiyatîyê ji cîh bilvînin û ne jî
ji netewiya wan dûr bikin.Terorên ku
ji te mezintir û bi hêztir li ber
xwe dabûn ku vî miletî li ser xaka
wî gor bikin, yan jî bar bikin. Ji
mîrê kor heya bi Ferîq Paşa bi hemu
hêz û xêrnexazên Êzidiyatiyê û
kurdiyatiyê ve nikarîbûn serê
mêrxasan bitewîn e. Ferîq Paşa
nikarîbû di Şingal de bidwmîn e. Bi
wan gernas û mêrxasan, wan şehîdên
hezar û heftê û du ferman û
qirkirine ew neyar bi ser neketin û
îro roj jî piştî vê wêran kirinê ku
te (teror) bi destê xwe yê qirêj bi
ser xelkên bê gûneh Êzidiyên GIR
IZÊR û SÎBA ŞÊX XIDÊ de anî, wan
xewnerojikan(xewn-roj) nebîne ku
kurdên resen warê xwe ji kesekî re
vala bihêlin û barbikin!!..
-Gelo çima Şingal û Êzidî bi taybetî
?
- girêdan di navbera bûyerên berê (
bûyera Şêxan – kuştina keçika Êzidî…..)
Û vê wêraniyê de heye !?
Ev çar sal li ser rûxandina hukumeta
Ba`es Sedam Husyin ve derbas bûn,
rast e welatê îraqê bûye kaniya
xwînê, bûye lûsê terorê (Al Qaîda)
Siyasî, dînî, eşîrî, diz û tewanker…û
wiha tev têkilî hevdu bûye, her yekî
li gorî berjewendiya xwe hukumetekê
dixwaz e….
Herdu salên pêşin (2003-2005)
heman-heman tu bûyerên terorî di
herêma Êzidiyan de ne qewimîn, belê
em dikarin bêjin ku ji dema bûyera
Şêxan û vir de Êzidî bûn e armanca
êrîşên terorê.
Gelo bûyera Şêxan , kuştina keçika
Êzidî dest pêka şanoyeke ku sînarist
hukumdarên Ereb Bexda, Şam û Anqer
ne…? û lîstkvan jî Al Qaîda û Sadamî
ne..!? Ev wêrankirina Şingal perdak
ji perdên wê şanoyê ne !?... Heger
wisa be dibe ku hîn wêranên din
hebin, yan em bêjin ku şano hîn
bidawî nehatiye ……?
Dema ku bûyera Şêxanê qewimî me di
nivîsara xwe de ya bi navê Li Şêxan
dîsa defa hawarê nivîsîbû „ji bo ku
bûyerên weha wêranî li herêmên
kurdên Êzidî neqewimin pêwîst e
hekumeta Kurdistanê (pêşmerga)
Êzidiyan biparêza. Her weha me got
ku pêwîst e berpirsiyarên herêmê
werin îfadekirin“…. Lê mixabin ku ew
daxwazên me, bi rastî daxwazên
piraniyê Êzidiyan bûn,pêk
nehatin.Heger hukmdariye Kurdistanê
Şingal ji aliyê asayîşî ve biparaste
gelo ev wêranî wê bi ser Şingal de
bihate…? yan em bêjin ku terorîstan
wisa bi rehetî û xwînsarî karîbûne
derbasî herêm bibin …?? Helbet em
dizanin ku parastina Şingal ji
hukumeta Bexdayê tê xwestin û Şingal
derveyî hukumdariya Kurdistanê ye, û
tu qanûn tun e ku Pêşmerga bi wê
kardariyê li herêma Şingal de rabin!.
Wek me li jor lêkir „ ( Çima Şingal,
çima Êzidî ? ) helbet pirsek pir
girîng e û hêjaye ku mirov li ser
bisekine. Pêwîst e em xala yekem
cografiya Şingalê binasin. Bi rastî
Şingal herêmek strtîjî ye, bi kêmasî
ji cîranê kurdan , Sûrî û Turkî re,
Şingal sê koşe ye dikeve ser sînorê
Behac, ku girêdayî bajarê Mûsil ê
Ramadî, ji rojava ve dikev ser
sînorê Hisiça heya Dêrika Hemko yanî
herêma kurdistana rojava (cezîr) tev
dikeve ser sînorê Şingal,helbet
herêma Rebîha jî bi ser de. Her wisa
Cezîr(kurdistana rojava) kaniya
betrolê ya bitenê ji bo sûrî. Wek ku
ji me ve tê diyar kirin ku Şingal
herêmeke stratîji ye, hem ji bo
kurdan û hem ji bo dewletên cîran
Sûrî û Tûrkî.
Çima Êzidî…? Helbet ev yek jî
sedemên wê hen e.
- Sedema olî yê herî mezin e, helbet
sedemên din jî hen e, ew jî ev in:
- Gelek zevîyên Şingaliyan (erdê
çandiniyê) di destê erebê ku Sedam
ew li herêmê bi cî kirine. Helbet
dema ku Şingal bikeve bin
hukumdariya Kurdistanê hingê ew erd
ji dest wan Ereban derdikeve û li
xwedanê xwe vedgere.
- Dema ku Iraqiyan ji bo destûra
dewleta federal re dengê xwe dan ,
hate gotin ku heger ne dengê
Êzidiyan li Mûsil bûye destûr têk
diçû, yan dewleta federal têk diçû.
- Xala 140 ji destûra nuh sedema
herî mezin bû, ez di wê baweriyê de
me ku ev xal xala serkî bû bi kêmasî
ji bo dewletên cîran. Pîlan û
sînaroyê şanoyê terorê ew bû ku
kurdên Êzidî bitirsin û ji herêma
Şingalê koç bikin, ji bo ku Şingal
bi kurdistanê ve neyê girêdan. Pîlan
ew bû ku biçûk ji ber sîngê dayîkê
dûr bikin û di bin bandora sal û
deman de winda bibe.
Îcar em dikarin bi kurtî bêjin ku
sedemên vê wêraniyê ev bûn:
-Ji ber ku Şingal kurdên Êzidî bûn
-Ji ber ku dema xala 140 nêzîk dibe,
ji bo ku Şingal ji kurdan vala bibe
-Ji ber ku Şingal herêmeke
sitratijîk e.
Sê xalê serekî kevtin destê terorê
ku wê wêraniyê bi hovîtî bi ser
kurdên Êzidî de bînin. Bi sedan
şehîd ,birîndar û hezar war (xanî)
hatin xwar.Gotinek bav û kalanên
Êzidiyên Şingal heye, dibêje: „Her
bostek erd temenê xwe tasek xwîne“ .
Şingal , xaka bav û kalan hêjaye ku
kurdên Êzidî qîmetê wê, xwîna
ciwanan bidin.
Gelo armanc û daxwaza teroran pêk
hat ?, yan em bêjin ku teroran bi vî
tawnkariya xwe armanca wanê pêk werê…
Kurd wê Şingal bihêlin û barbikin??
Şingal nakeve ser Kurdistanê!?...Ji
bona ku omîd û armanca teror û
tewnkaran pêk neyê pêwîst e ku kurd
çend karan û xalan pêk bînin.
1-Pêwîst e ku Pêşmerga herêma
Şingalê biparêzin, û ew li benda
dema xala 140 ne rawestin.Êzidî
qirkirineke din xwedê neke wekî vê
wêraniyê nikarin hilgirin! Ew 350
pêşmerga nikare herêma Şingalê
biparêzin, pêwîst e ser hezar
pêşmergehî bikeve herêmê, yan jî
ciwanên Êzdiyan di bin kontorla
pêşmergan de bi çek bikin.
2-Kuştî (jin-mêr, zarok-kalemêr)
Şehîd wer in tomarkirin û ji
malbatên wan re tevî birîndaran
arîkarî madî û manewî wer e kirin.
3-Warê wêran kirî zû bi zû dest bi
avakirinê bête kirin, berî werzê
zivistanê.
4-Erîkarî ji hemu qesebên Êzidiyan
yên din jî, ji bilî yên wêran kirî
ji aliyê parastin , arzaq û avkirinê
pêk wer e. Ez bawerim ku ev her çar
xal pêwîst in bi cîh bên.
|