Hüseyin
Kartal
Di van salên dawî de di başûrê rojava de ji aliyê wêjevanî û
stranbêjî de hin gavên nû yên berbiçav hene ku hêjayê peyvê ne. Li
tenişt rejîmên antîdemokratîk be jî, rastiyeke pêşketinê li başûrê
rojava di hin beşên nivîsevaniyê de hene ku digihîjin asta gerdûnî.
Ez li vê derê naxwazim bikevim pesna başûrê rojava (pêwîstiya vê
parçeyê welat bi pesnên min jî nîne) lê li kuderê hêviyeke peşveçûna
çand û ramana kurdî hebe, hêjayê destnîşandanê ye. Li başûrê rojava
wêjevanî ji tûrikekî bi afsûn derneçûyê, helbet xwediyê pêşedîrokek
e. Armanca min li ser dîroka pêşketina raman ne nirxandineke taybetî
ye; tirsa xwe ya `ka em di çi rewşa sûdwergirtinê de´ ne, anîna
ziman e.
Ne tenê ez, bawer im her kesekê/î ku di êşewariya afirandinê de
digevize, pêşketinên bîrewerî, bi taybetî jî bîreweriya afirandina
çand û raman bi dilniyazî û helecana zarokek pêşwazî dike.
Ji bo şaş têgihiştin neyên holê, naxwazim hin navan bînim ziman.
Peyv û nirxandina hin navên afirandêr, afirandêriya pêşvebirina wêje,
raman û bîrewerî bi giştî bê guman pêwîstiyek e; ji bo vê yekê hin
bingehên lêgerînî divê mîna encam di destê mirov de hebin ku
kêmûkuriya nirxandinê nebin astengên neheqiyane.
Bi destûra kurdên pênûsdest yên başûrê rojava dixwazim hin têbîniyên
xwe yên bextewariyên metirsiyane li ser bîrewerî û pêşveçûna
wêjevaniya vî beşî welat bînim ziman yên ku girîngiya wan xwe li ber
çavên min diyar dikin.
Pir caran peyva ekolan tê kirin. Li gor min ekolên welat, bajar yan
hêrêman nabe. Ekolên hin mirov û kesayetiyan dibe. Dîrok wan
kesayetiyan carna di bajar, herêm yan jî welatekî de dikare bi cî
bike, lê ew ekol di rastiya xwe de dîsa ekolên kesayetiyan e.
Bi kesayetiyan re jiyan, di heman demê de bi wan re bûyîn carna
mirovan dixe rewşa nehezî, lêpirsîn û nepejirandina bûneweriya van
kesayetiyan. Nepejirandina kesayetiyan dikare gelek zû ber bi
nepejirandina berhem û afirandinên wan ve biçe. Ev rewş jî xetereyek
e li pêşiya pêşveçûna raman û guncandina afirandinên hêja di wê
civakê de ku divêtiya wê bi wan gelek e.
Ger mirov pirsgirêkê bi zimanekî hîn zelaltir bîne holê, hizrên
kûrtir gelek pirsên bê bersiv dixin rojevê: çima wêje bi taybetî
çîrok, helbest û xwedîderketina ziman hem quvantîtatîv (bi pirbûnî)
hem jî quvalîtatîv (bi mistewa û naverokî) di vê beşê de ketine
xeleka pêşveçûnekê? Ev pêşveçûn hêrêmî, devokî ye yan pejna xwe dide
seranserê Kurdistan? Bi pirseke din, wê sûdwergirtin ji vê pêşketinê
ji hêla parçeyên din, yan jî nivîskarî û rewşenbîriya parçeyên din
bi çi şêweyî be?
Em dikarin pirsan gelek zêde bikin: Çima nivîskar û rewşenbîrên vê
parçeyê negihîjin nirxên xwe yên ku keda xwe ya afirandêriyê heq
kirine, yan wê ev yek çawa pêk bê? Asta rexnegiriyê li başûrê rojava
û parçeyên din li ser vê beşê di kîjan rewşê de ye? Rexnegirî peyda
bûye û ketiya pêvejoya asta afirandêriyê? Bêdengî mezin e yan
gengêşî li ser vê yekê? Ger gengêşî hebe di kîjan mistewayê de ye?
Em pirsê bînin ser xwendevan, nivîskar û rewşenbîriya başûrê rojava:
nirxandin û danûstandina wan di kîjan qonaxê de ye? Rola ku ketiye
ser wan ji aliyê wan çiqas hatiye daqurtandin? Bi çi helecan û
berpirsiyariyê nêzîkê vê yekê dibin? Rola xwe di nav çand û
afirandariya kurdî de çawa dinirxînin? Ciyê xwe bi demê ve girêdayî
tespît û tayîn kirine yan na? Gengêşî, rexnegirî û nirxandinên wan
gihiştine asta bîrewerî û pêşveçûnên wan? Bi helbestvan, çîroknivîs
û bîrewerên xwe, nîvîskar û rewşenbîrên xwe re di nav nêzîkbûneke
çawa de ne? Rewş û rola wan, di dem û zemînên realîst de dibînin yan
dîsa bi awayên kurdewariya berê nêzîk dibin?
Rexneya li ser rêxistin û partiyên kurd ya ku dibêje ew xwe ji bend
û kemendên eşîrtî û dogmatîzmê rizgar nekirine, bi çi derenceyî li
ser nêrînên kesayetiya xwe didin berhev? Kesên di helwesta
afirandina raman û bîreweriya azad de ne, çawa nêzîkê hev dibin? Ger
rexne û nirxandin hebin bi çi tirs û armancê tên kirin? Azadkirina
kesayetî, azadkirina raman li ser kîjan pêpelûkê de hildikişe jor?
Ev pirs bi giştî ji rewşenbîrî û nivîskariya kurd e, bi taybetî jî
ji ya başûrê rojava, ji ber ku îro ronahiya bi nûjenî
xwedîlêderketina ziman û wêjevanî xwe li wê derê diguncîne. Mirov bi
çi mêzînê vê yekê bipeyive daku sûdwergirtin ji sînorên herêmî ber
bi seranserî wêjevaniya kurd biherike û ji wê derê jî di nav asta
gerdûnî de ciyê xwe bigre? Ger em vê yekê nekin, di cîhana em tê de
dijîn de, tu merciyên din hene ku ji me re vê yekê bikin?
Ji bo min pirseke girîng jî ev e: ger hin nav ji nav me mezin bibin
û bigihîjin mistewayeke gerdûnî ji bo me ne serbilindî ye? Yan emê
bibêjin: „ji xwe em dizanin ew ji kuderê ye û kurê kî ye, bavê wî
nizanim çi bû?“ Nivîskar û rewşenbîrên ji nav me li seranserê welat
û di asta navnetewî de hebin, ji bo me serbilindî û serfirazî ye yan
na? Ger wisa ye, emê bi çi azmûnan bigihîjin vê yekê?
Pirseke din jî li ser rêxistin û partiyan: Gazinc, hawar û hêviyên
rewşenbîrî û nivîskarî ji rêxistin û partiyan pêwîst e, yan ev yek
qelsiya afirandin û astengiya ramana azad bi xwe re tîne? Di peyvê
de em yekdeng in ku partî û rêxistinên siyasî mafên xwe yên grupî
difikirin û xwe li gor vê yêkê dilivînin; ger ev rast e, daxwazên me
yên ji wan ji bo pêşvebirin û alîkariya nivîskarî û rewşenbîrî çi
derence rast û realîst e? Ev daxwaz bi etîk û helwesta nivîskarî û
bîrewerî ve çiqas li hev tê? Ji bo raman û afirandinê bi rastî
derfetên madî pêwîst in; yan rewşên dînbûna tunebûnê, têkçûna jiyana
realîst, helîn û herikîna nebûnê, meyxweşiya rizandina şevên tarî di
pêsîra bêqederiya yarê de?
Gava dem hat û peyv vebû, gelek gotin xwe davêjin ser nermiya ziman.
Daxwza min bi vê nivîsa biçûk ew e ku ez rola kurdên me yên çalak
yên ku şev û rojên xwe dikin yek ji bo rê li ber afirandin û ramana
azad vekin. Ew dengbêjên me yên bi pênûs in, ew di tirsewariya
parastina çand û ziman de ne. Çand û ziman jî, îro ji her rojî bêtir
bûye welat.
Pirsa dawî ji bo vê nivîsê: Emê çawa û bi çi helwestê rûmeta pênûsê,
hêza ramana azad û nirxandina wêjevanî û rewşenbîriya xwe bijînin,
bigihijînin seranseriya welat û asta gerdûnî?
28.08.2005
------------------------------------------------------------------------
Me li gor standarta rojava.net, li şûna (sh) û
(ch) ku birêz Hüseyin Kartal bikartîne, (ş) û (ç )nivîsandiye.