FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 28.08.2005
Gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan li Amedê û helwesta
hin Kurdan
Ew Kurdên li ser gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan, ku
goya êdî ew pirsa Kurdî qebûl dike, niha bi lez û bez çepikan lê
dixin, bi îmzeyan, nameyan û kampanyayan piştgiriyê dikin, di
şaşiyeke pir mezinde ne. Kurdên ku çepikan ji Recep Tayyip Erdoğan
re lê dixin, divê berî her tiştî gotinên wî yên van sê salên dawîn
bînin bîra xwe, ku ewî di her derfetê de digot, pirsa Kurdî li
Tirkiyê tine ye. Wî heta doh na pêr pirsa Kurdî nas nedikir û ew di
hevpeyvînekê de bi rojnameya Libnanî re li Beyrûtê di meha yekê ya
sala 2004an de dibêje, ku ger Kurd li Arjantînê jî dewletekê
damezirînin, dê herin wê derê û li dijî dewleta Kurdî li Arjantîn jî
şer bikin.
Li Tirkiyê, yê ku di pirsa siyasetê de xwedî gotin e, serleşkeriya
Tirk e. Generalên Tirk her carê hukumeteke kûkla tîne ser text û
diceribîne; dema dinêrin, ku ew hukumet êdî ji wan re nabe, hin
gotinan di pirsa Kurdî de bi wan dide gotinê û paşê xelkê xwe,
çapemeniya xwe û qaşo nivîskarên xwe girr û tûj dike, û bere
hukumetê û rayadarên hukumetê dide, derên wan dide ber bayê sayî û
hin caran jî derê wan mor dike. Generalên Tirk heta niha hemû
serokwezîr û serokkomar ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û paşê
ew wek çopê avêtine ser sergo. Hukumetên li Tirkiyê gava di destpêkê
de têne ser text, wek gurên har êrişî Kurdistanê dikin, Kurdan bi
zanetî tine dikin û dixwezin bi vî awayî ji şefên xwe, ji generalan
re bidin îspat kirin, ku ew çawa ji bo wan loyal in (sadiq in).
Serleşkeriya Tirkan wisa bê wicdan û bê însaf e, ku ji
siyasetmedarên bi destûra wan têne ser text, sedî sed loyalîtê,
sadiqbûnê ji wan dixwaze. Kesên, serokkomar an jî serokwezîr, dema
hinekê ji xeta wan der tên, dibin nîşana êrişê û di dawî de bedelê
bi jiyana xwe didin.
Hemû hukumet û siyasetmedarên Tirkiyê bi biryara serleşkeriyê têne
ser text û dema ku ew hukumet ji demek şûn de helwesta xwe di hin
mijaran de diguherînin, ne ku bi serên xwe wan tiştan dikin. Ji ber
ku serleşkerî ji wan wisa dixweze, loma ew hukumet, serokwezîr û hwd.
wisa dikin. Çimkî dema li Tirkiyê, li Kurdistanê û di siyaseta
Tirkan ya derve de hin tengasiyên mezin ji dewlet û hukumetê re
dertên holê, serleşkeriya Tirkan bi hukumetên xwe ve, bi zanetî
şaşiyan, yanê tiştên ku raya Tirkan pê aciz dibe dide kirin, ku wan
ji ser text dûr bixe û hukumeteke din bîne ser text. Ev 80 sal e
wisa berdewam e. Min berê di gotareke xwe de bi dirêjahî behsa
hukumeta Adnan Menderes û aqûbeta wî kiribû. Ez dixwezim vê carê jî
hinekê behsa Turgut Özal bikim.
Stêrka Turgut Özal di pê cûnta-înqilaba sala 1980î de çurisî. Ew di
1983an de bû serokwezîrê Tirkiyê û paşê jî bû serokkomar. Xerabiyên
di sala 1983an de li dijî Kurdan hatin pêkanîn di binê hemû biryaran
de îmza Tugut Özal heye. Pergala, sîstema waliyê herêma rewşa awarte
ku bi Tirkî dibêjin ”Olağanüstü Hal Bölge Valisi” bi destê Turgut
Özal ve hate avêtin, hîmê sîstema qoriciyan û hemû tîmên taybet û
hwd. ji bo kuştin û terorkirina Kurdan di dema Turgut Özal de hate
avêtin. Tew Turgut Özal wê demê wisa pêşda çû, ku di 06.08.1986an de
nameyek ji Konseya Ewropa re bi sedema hilanîna mafê mirovan birê
kir, ku Tirkiye bi awayekî fermî dide îlan kirin, Tirkiye mafê
mirovan êdî nasnake. Ji ber ku Tirkiye endama Konseya Eropayê ye û
qaşo peymana Konseya Ewropayê îmza kiriye, ku ew ji mafê mirovan re
rêzê digire.
Lê Turgut Özal di pê ewqas xerabiyan de li dijî Kurdan cara yekem li
Tirkiyê tabûyek şikand û di çapemeniya cîhanê de jî got, ku li
Tirkiyê 12 mîlyon Kurd hene, Kurd dikarin bibin serokwezîr û
serokkomar jî û ew bixwe jî Kurd e. Divê li Tirkiyê federasyona
Kurdan û Tirkan çêbibe. Û Turgut Özal behsa Ermeniyan jî kir, divê
Tirkiye bipejirîne, ku Osmaniyan mîlyonek û nîv Ermenî qir kirine.
Ji ber ku Turgut Özal ji xeta serleşkeriyê derket, loma wî ew bedel
bi jiyana xwe da. Generalan lîstikek anîn serê wî, jehrî danê û ew
kuştin. Malbat, jin, zar û birayên Turgut Özal pir lê xebitîn, ku
derînin meydanê Turgut Özal hatiye qetilkirin, lê bi ser neketin.
Guhertina siyasetan bi gotinên vala nabe. Û bi hegemoniya siyasetê
jî nabe. Hukumeta Tirk û hemû rayadarên wê hên jî di wê îdîayê de ne,
ku Tirkiye welatekî ûnîtr e. Ûnîter, yanê welatkî bi yek ziman, yek
nijad û yek ol. Tirk hên jî dibêjin, ji bilî Tirkan ti kes li
Tirkiyê tine ye. Tenê bi daxuyaniyekê nabe, ku goya ew pirsa Kurdî
qebûl dikin, serokwezîr, dewlet û hukumeta Tirkan çiqas jî pirsa
Kurdî qebûl bikin, lê ji ber ku hê jî di pirsa netewa Kurd û
Kurdistanê de bi mantiqê teng, di çerçova terorîzmê de dinêr in.
Loma heta guhertinên bi duristî çê nebin ti kes bi gotinên wan yên
vala bawer nake, heya dewleta Tirk ji dil de ji ber xirabiyên xwe ji
gelê Kurd û hindikayiyên din uzir û lêborînê nexweze, û heta dewleta
Tirk nebêje, ku ew hazir û amade ye bi Kurdan re rûne û li ser pirsa
çareseriya gelê Kurd gengeşî û nîqaşan nekin û neaxivin, mirov
nikare bêje, ku tenê li ser çend gotinên şirîn, ew êdî pirsa Kurdî
qebûl dike û her tişt gul û gulîstan e. Ji îro şûnde êdî ti kes ji
Tirkan pirs nake, ku ew pirsa Kurdî dipejirînin an na?. Ji xwe pir
fedî ye, ku mirov li ser vê pirsê bisekine. Ev 80 sal e ku Tirkan
xwe di pirsa tinebûna Kurdan de rezîl û kepaze kiribûn û hên jî
dikin. Kî êdî guh dide gotinên wiha, ku ew Kurdan qebûl dikin an jî
na? Gotinên Tirkan êdî di pirsa Kurdî de bê mane ne û ti kes jî guh
nadiyê.
Ka binêrin, dewleta Tirk vîna, îradeya Abdullah Öcalan di destê xwe
de zeft kiriye û hema hema her tiştî di pirsa netewa Kurdistanê de
bi desthilatdarên PKKê, Apociyan dide qebûlkirin. Ew dewlet, ew
hukumet û ew serokwzîrê ku qaşo pirsa Kurdî qebûl kiribûn, hên çend
roj di pê wan gotinên xwe re tehemûl nekirin û di heman demê de
midaxele kirin, ku qaşo serokê Kongra-Gel Zübeyir Aydar li Brûkselê
Konferansa çapemeniyê bide. Zübeyir Aydar dê goya di Konferansa
çapemeniyê de îlana agirbestê ji bo mehekê li dijî Tirkiyê bikira.
Belkî ev bûyer hemû jî senaryo bin, ku bi tevliheviya serê gelê Kurd
siyaseta qirêj li dijî Kurdan berdewam bibe. Siyasetmedar û
nivîskarê Kurd birêz Yaşar Kaya li ser vê bûyerê di 20.08.2005an de
di malpera xwe de
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=422
wiha dibêje:
Belçika Parlementosu bize bahçesinde altı adet sandelye koyarak
tören yaptı, şunu söylediler; “Sizin Ankara´daki Parlemento´da
siyaset yapma imkanınız kalmamıştı, burası emrinize amadedir” Sonra
bize kucak açan bu ülkenin polisi Televiziyonu ve parlamentoyu bastı,
şimdi Belçika´da Kürtlerin bir basın toplantısı yapmalarına müsaade
etmiyorlar. Nereden nereye geldik. Bunun müsebbibi yahut
müsebbibleri kimlerdir? Uzundur hikayesi bu sayfalara sığmaz, ama bu
Kürdistan´ın yakın tarihidir. Üstelik toplantının yapılacağı yeri
polis basıyor ve basın mensublarını dışarıya atıyor. Başbakanlık ve
içişleri bakanlığı basın toplantısı yapacak kişini tutuklanmasını
karar altına alıyor.
(Parlamena Belçîka di baxçê xwe de ji bo me şeş kursî danîn, merasîm
çêkir, ji me re gotin, ‘Derfeta we di parlamentoya li Enqerê nemabû,
ku hûn siyasetê bikin, vê derê ji emrê we re amade ye’ Paşê polêsên
wê dewleta ku hemêza xwe ji me re vekiribû, êriş anî ser televîzyon
û parlamenê, niha jî li Belçîka derfet nayê dayîn, ku Kurd
konferanseke çapemeniyê bidin. Em ji kû derê hatin kû derê.
Berpirsiyar an jî berpirsiyarên van bûyeran kî ne? Çîrok dirêje, ev
rûpel têrê nakin, lê belê ev dîroka Kurdistanê ya nêzîk e. Di ser de
jî polês êriş dibe ser cihê ku lê civîna çapemeniyê çê dibû û
berpirsiyarên çapemeniyê davêje derve. Wezareta serokwezîr û ya
wezîrê hundir biryara girtinê didin ku ew kesê civîna çapemeniyê
bide.) Û birêz Yaşar Kaya wiha berdewam dike:
“Ağla ey sevgili memleket, bizi törernle karşılayanlar şimdi
Kürtleri kapı dışarı ediyor.” (De bigirî hey welatê minî delal, ewên
ku em bi merasîman pêşwazî kirin, niha Kurdan davêjin ber derî)
Bu sadece sefaletimizin bir parçasıdır. Biz bunları kendimiz yazıp
kendimiz okuyalım diye yazmıyoruz. Geçmişten ders almayan zavallı
politikacıların artık halka verecekleri ne bir yön, nede bir fikir
vardır. (Ev bi tenê perçek ji perîşaniya me ye. Ez van dibêjim, ne
ji bo em tenê bixwe binivîsînin û bixwînin. Ew siyasetmedarên reben,
ku ji demên bihurî ders negirtin, êdî ne dikarin rê rayê gel bidin,
ne jî raman û fikir)
Belê ji gotinên birêz Yaşar Kaya jî kifş dibin, ku ev xişm e, tofan
e, felaket e hatiye serê Kurdên Bakur. Lê hêjayî gotinê ye, ku bila
birêz Yaşar Kaya jî bizanibe berbirsiyariya wî û gellek hevalên wî
jî di vê meselê de ne hindik e. Çimkî wan heta niha jî hê bi awayekî
eşkere helwesta xwe di pirsa îxaneta Abdullah Öcalan û
desthilatdarên PKKê qaşo Kongra-Gel de vekirî, zelal negotine. Heta
ew bêdeng û sergirtî bimînin, dê him Abdullah Öcalan û him jî
desthilatdarên PKKê qaşo Kongra-Gel di siyaseta xwe de serserkî
qilopaniyan bidin û ji generalên Tirk re xizmetê bikin.
Heta li Bakur di nav Kurdan de konsept û stratejiyek li ser esasên
neteweyî çênebe, heta ji gelê Kurd re rastî neyê gotin, dewlet û
hukumeta Tirk dê bi pirensîbên gelê Kurd bilîze, henekên xwe pê bîne
û hemû mafên me binpê bike. Û heta hin qaşo rewşenbîrên Kurd û hin
partiyên wan yên mirî dest ji hêsabên biçûk bernedin, bi kampanya
îmza û nameyên ku binê wan vala ne, ji dewleta Tirkan re birê dikin
bernedin, ew nikarin du gavan jî pêş de herin. Ew Kurdên li pê
hêsabên biçûk dimeşin, wan berçavkên hespan dane ber çavên xwe an jî
wek roviyan di pûsê de xwe veşartine û bawer in, ku dewleta Tirk dê
rojekê bangî wan bike û ji wan re bêje, de werin em pirsa Kurdî bi
we re parve bikin. Dewleta Tirk dê bixwe ti tiştekî jî ji Kurdan re
neke û ji xwe nake jî. Dema ku dewlet bixwaze tiştekî bike, dê berî
her tiştî bi Kurdên wek Kamûran Înan, Hîkmet Çetin û hwd re, ku bi
salan e di hemêza wan de ne bike. Dê çima hewce bi partiyên Kurd yên
mirî û qaşo hin rewşenbîrên Kurd yên bê hesab re bikin.
Lê ger li bakurê Kurdistanê alternatîveke bi hêz û quwet derê
meydanê dê bikaribe feleka Tirkan şaş bike. Çimkî potansiyeleke wisa
mezin û bê xwedî heye, ger hêzeke nû bikaribe xwedî li wê
potansiyelê derê dê bikaribe dinyayê rake ser piyan. Eger ew
alternatîv bikaribe wê potansiyelê ji Apociyan rizgar bike, dê
bikaribe li Kurdistanê bibe hêza yekemîn jî.