| |

Banga komîteya birêvebir a Kovara Urkêş
Yek ji armancên Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên
Rojava li Derve weşanadina kovareke rewşenbîrî û
wêjeyî ya bi zimanê kurdî ye. Ji boyî pêkanîna
vê armancê gelek hewldan hatin kirin û di dawiyê
de jimara 1ê ya Kovara Urkêş di 01. 06. 2006ê de
derket .
Çendîn dereng be lê dîsa jî em Urkêşê li xwe, li
rewşenbîrên kurd û li endamên HRKRD û li cîhana
peyv û wêjeya kurdî pîroz dikin.
Di vê dema ku zimanê me li pêşberî astengên
dijwar û projeyên qirkirinê, bi cegerdarî,
radiweste, berxwedanê dike, hewl dide ku laş û
giyanê xwe biparêze, em banga xwe ya dilsojane
digihînin hemî kurdên li derveyî welêt ku bi
çalakî beşdarî dirêjkirina temenê Kovara Urkêşê
bibin, rê li ber rawestana wê bigirin, geştir,
dewlemendtir, berfirehtir û jixwebawertir bikin.
Pirsa parastina zimanê kurdî, xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî, pirsa netewîbûn û
têgihiştina asta hêja ya nasnameyê ye, lewra em
li vir, rewşenbîrên kurd, hêz, sazî, dezgeh û
hemû welatperweran vedixwînin, ku Urkêşê, bi
tenê nehêlin.
Herwisa em banga xwe digihînin hemî kurdên
dilsoj yên li hemî deverên cîhanê ku alîkariya
me di firotin û belavkirina wê de bikin.
Em li vir ji boyî vê mebestê çend xalan
destnîşan dikin:
1. kesên ku bixwazin alîkariya me bikin, dikarin
li ser vê emailê
urkesh@rojava.net navnîşana xwe ji me
re bişînin û jimarên ku dixwazin nişan bikin da
em bi postê ji wan re vehinêrin.
2. Nirxê jimareke Urkêş 5 Euro ne.
3. kesê ku bixwaze alîkariyeke aborî bi Urkêşê
re bike, dikare peywendiyê bi van jimarên
telefonê re bike:
Nerwêj: 004767419107 Ebdulbaqî Huseynî.
Beljîka: 0032495405309 Rehîmo.
Elemanya: 00495112133713 Selîm Biçûk
Swêd: 004626513922 Zagros Hajo
4. ji bo nivîskar û rewşenbîrên welêt, kovara
Urkêş bê pere ango belaş e.
herwisa em dixwazin bi vê bangê re, hemî
nivîskarên kurd agahdar bikin ku jimara Urkêş a
diwemîn amade dibe, lewra hêviya me ew e ko bi
nivîs û berhemên xwe yên teze û nû beşdar bibin.
Urkêşê bixwînin, bikirin, alîkariya me di
firotina wê de bikin.
01.07.2006
Desteya birêvebir a kovara Urkêş
|
|