| |
Ji bo Ebas Emînî
Ger pozê te neşewitîya, tu ne dihatî şewitandin
Salih Cefer
Bi sedê salan e ku kurd zor û zilmê ji dest
regezperstên turkan dibînin û bê maf û rêz li
ser xaka xwe dijin.
Tevî ku şêwên bi qirêj di dirêjîya dîrokê de li
hember kurdan hatine bi karaînîn, dîsa jî gel
dev ji mafên xwe bernedaye û xwe nekiriye koleyê
rejîmên turkan, lê gelek caran ji dilpakîya xwe
hatîye xapandin, bi taybet jî bi navê birayetîya
olî li hember olên din û pişt re bi xwe bûye
armanca êrîşên rejîmên faşist.
Çiqas rejîmên turkan xwe demokrat dibînin û
dixawzin têkevin yekîtîya Ewropî, lê rûyê wanî
bi qirêj nayê veşartin.
Nişana qirêjbûna wan careke din wek hezarê caran
bi kuştin û şewitandina şehîd Ebas Emînî ê
gerîlayê PKK û 7 hevalên wî hate eşkere kirin.
Şewitandina Ebas Emînî da xwiya kirin ku faşist
û regezperestên turkan ta vê qunaxê ne amede ne
ku mafên kurdan bidin.
Dilreşî û kîn ne nişanên bervehevhatinê ne,
dijminên me tu carî em xwedî maf nedîne û xwe
mafxwir nabînin, ji ber vê dayîna mafên me li
cem wan sînorekî sor e.
Di van salên dawî de kurdan gelek maf bi
destxistine, ne ji dilxweşî û razîbûna dijminan
lê bi zora xwîna xwe.
Dem hatîye ku dijminên me zanibin ku em ji
xwestina mafê xwe venagerin û bi wan şêweyên
qirêj nayên tirsandin.
Kurd fêrî şewatê bûne, fêrî bêhna şewatê bûne,
li kur şewatek li dardikeve kurd bêhna wê zû
dikin, bêhna şewata kurdî bêhnek bi taybet e, ew
tenê zanin bê şewat çî ye.
Çer ku dijminan laşê pakrewn Ebas Emînî
şewitandin kurdan zû bêhna şewatê kir.
Çiqas şewat kul û derd û keserên dayîkan bi xwe
re tîne jî, dîsa ew dibêjin: Mirovê ku pozê wî
neşewite, ne tu mirov e.
Ger pozê te neşewitîya , tu ne dihatî şewitandin.
Baş zanibibe Ebasê pakrewan, ta ku bêhna şewatê
ji welatê me were, wê kurd heyfa te hilînin.
27.07.2006
|
|