|
|
| |
Sirûda dûrperestekî
Mihemed Mehmûd beşar
Hetaw2006@yahoo.com
Di nav tariyeke şevgir de dengek dihat û diçû.
Ba bi xwe re ji xew şiyar dikir, şev û tarî ji
hev dûrdixist û benîştê xwe jî diçût.
Roj hilnedihat; xwe di nav konê dûrhêlê de
dipêça û bêdengeyek hişbir belav dikir.
Belav dibû; bêdengî belav dibû , xwe di nav
guhên lal de vedişart û paşê her tişt serxweş
dibû.
Guhdarino...
Dengek ji dûr ve dihat...
Dildarê dil daxkirî xwe dixiste pêxîla ba de û
firmêskên şewetî dibarandin.
Firmêskan bi deng re peyvek dafirandin û wê di
nav kildana Ahormezda de bi xêwdikirin.
Silêmanê pêxember xwe rût dikir û di himbêza
Ahormezadayê çav kilkirî de dihat sicûdê.
Paşê dengê te di nav deryayên firmêskên şewatê
re bihna xwe vedida û ji nû ve digiriya.
Bejna te xwîna nemiran û evîna dildarekî dikir
awazek ji jiyana dûrxistiyan re. Paşê bayê gerok
awazên te komdikir û ji evîndarê dûrperest re
sûnda hevaltiyê dixwar.
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|