| |
Pêwendiyên kurdî-erebî di dîrokê de bi
gelemperî
Dr. Ebdilmecît Şêxo
Lêkolîn
1
Gava em dixwazin li ser pêwendiyên Ereb û Kurdan
binivisînin, mebesta me ne tenê ew e, ku em ê li
ser helwestên hukumetên Ereban, an gelên ereb li
hember gelê kurd û bizava azadîxwaza wî rawestin,
lê em niyaz dikin, ku em li vir ji destpêka
pêwendiyên hevbeş ên di navbera her du gelan de
ji berî zayînê, û di dema îslamê de, li Cezîra
Erebî, binivisînin, rolên kesayetiyên Kurd di
nav gelê Ereb de ji bo serketina ola îslamê,
herweha jî rolên rewşenbîrên Kurd di pêşketina
çand û wêjeya erebî de raçav bikin, her dîsan jî,
em ê cihê Kurdan di têkoşînên bizava niştimanî
ya gelê ereb de li dijî dagîrkeran bidin diyar
kirin. Armanca me ji vê kurtelêkolînê ew e, ku
em ji gelê ereb re bi gelemperî û ji partî û
hêzên ereb ên dêmokrat re bi taybetî, helwestên
Kurdan ên welatparêzî û mirovane zelal bikin,
taku gelê ereb pir kesayetiyên ereb, rêxistinên
erebî, îslamî û hukumetên erebî bikanibin
nirînên xwe bi helwestên gelê kurd re, di
pêvajokê de bidin ber hev, ango berhevdaneke
belgekirî bikin, rastiya dîrokê û rolên gelê
Kurd di pêkanîna têkeliyên cînartiya aştiyane di
nav herdu gelan de jî bizanibin.
Ji ber ku, Kurdistan û gelê Kurd cînarê gelên
Ereb, Turk û Farisan e,
erdnîgariya Kurdistanê, û dewlemendiya wê bûne
sersedemên giring, ku pir
dewletên cîran ji berî zayînê û ta niha jî
xwastine û dixwazin welatê Kurdan dagîr
bikin,û hêrişên leşgerî bi ser Kurdistanê de
birine, Impiratora Osmanî û
Împiratora Sefewî ji bo dagîrkirina Kurdistanê
li dijî hev şer kirine, û şerê Çaldêranê di
23.8.1514ê de di navbera van herdu Împiratoran
de li ser Kurdistanê di dîroka cîhanî de nasdar
e û herweha şer di nav herdu Împiratorên gewre
de berdewam kir û li gor hevpeymana "Qesra Şîrîn"
di sala 1639 ê di nav herdu Împiratoran de, bi
seroketiyên Şah Ebasê Sefewî, û Sultanê Osmanî
Muradê Çaremîn, beşê mezin ji Kurdistanê dikeve
bin nîrê Împiratora Osmanî, û li gor cografiya
Kurdistanê, navê vî beşê mezin bi Kurdistana
Bakur tê binavkirin, rûberê vî beşî bi qaserî
25000km2 tê texmîn kirin û hejmara wan niha li
derdora 20 milyonan texmîn dibe, gelê Kurdistana
Bakur, bajarê Amedê wek paytext ji xwe re dibîne
û beşê duhem ji Kurdistana mezin di bin nîrê
Împiratora Farisan de maye, li gor cografiyayê
ew bi Kurdistana Rojhilat tê binavkirin, rûbera
wê bi qaserî 175000km2 tê texmîn kirin, hejmara
wan dîsan li gor texmînan 7-8milyon in, paytexta
vî beşî jî Mehabad e . Lê mixabin, dîroka sedala
20ê jî li gelê Kurdistanê dilovantî nekiriye,
piştî ku, Împiratora Osmanî nexweş dikeve, û di
destpêka sedsala 20ê de ji hev dişele, welatên
ewropayê rolek giring di parvekirina dewlet û
gelên di çarçewa Împiratora Osmanî de lîstin, li
gor hevpeymana Sayiks -Pîko di sala 1916ê de, di
navbera dewletên hevpeyman de, Kurdistana, ku di
bin nîrê Osmaniyan de, beşek ji Başura wê bi
rûbera 72000 km2 bi ser dewleta Îraqê ve xistin.
Îraq û Kurdistana Başur di bin nîrê dewleta
Ingilîz de dimînin û paytexta vî beşî dibe
Hewlêr. Piştî raperîna avdara sala 1991ê,
Kurdistana Başûr di bin siya perleman û
hukumetên kurdî de û paşê perlemanek û
hukumetekê de di çarçewa Îraqa fêdêral de bi
azadî dijî û Mesûd Berzanî wek serokê herêma
Kurdistana fêderal hatiye hilbijartin, herweha
jî Kurdistana Rojava bi rûbera23000km2 bi
dewleta Sûriyê ve dikevin bin nîrê Firansa, gelê
Kurd li vir, bajarê Qamoşliyê wek paytexta
Kurdistana Rojavayê bi nav dike .
Di bin sîbera van rewşên dîrokî, ciyopolîtîkî û
li gor yasayên civakî yên objêktîv pêwendiyên
van gelên dirawsê bi hev re çê dibin. Em li vir
tenê dixwazin li ser têkeliyên Kurdan bi Ereban
re di pêvajokê de rawestin .
Hişmendê sînî yê navdar Kong Fio(Konfoşiyaos)
hîn berî pirtirî 2500 salan mîrekî (paşayekî)
sînî bi xwendina dîrokê wisa şîret kiriye: "
Eger tu li awênê temaşe bikî, tu dikanî taca
serê xwe serast bikî, lê eger tu li dîrokê
binêrî, tu yê kanibî avakirin û rûxandina
dewletan texmîn bikî." Lê em jî dixwazin bi ser
van peyvan de hîn berdewam bikin û bibêjin, ku
dîrok ji dema niha û ya duhatî re jî geşdar e, û
li ser bingeha vê rastiyê jî, mirov dikane
pêşeroja xwe ava bike, lewra jî û li gor
giringiya vê diyardeya zanistî, em niyz dikin,
hin xelekên têkeliyên Ereb û Kurdan di mêjoyê de
li vir bi kurtî rêxin, taku em dema xwe ya niha
baş têbigînin, û duhatiya xwe li ser binaxa wê
jî ava bikin. Dîroka dîrînî dibêje; ku
pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re hîn ji sala
1500ê berî zayînê dest pê kirine. Di vê dema
dîrokî de, di Rojavayê Asiyayê de sê dewletên
mezin li dijî hev bûn: 1- Dewleta Mîtaniyan, (bavpîra
Kurdan).2- Dewleta Hisiyan. 3-Dewleta Misriyan.
Di navbera Mitaniyan û Hisiyan de herdem hevrikî
hebû, û her weha jî şer di navbera Mîtanî û
Misriyan de ji ber bidestxistina welatê Şamê çê
bûye. li dawiya dawiyê ev herdu dewletên Kurd û
Ereb li dijî metirsiya dewleta Hisiyan,
hevkariyê bi hev re dikin û ev herdu dewlet
carek din li hev tên û ji vê demê de têkeliyên
Kurdan û Ereban dest pê kirine û hêdî hêdî û ji
ber sedemên cuda pêwendî di navbera herdu gelan
de pêş ketiye. Piştî li hevhatina van herdu
dewlatan, mirovantî di navbera wan de çê dibe,
Firewn Tehotemsê Çarê di navbera van salan de
(1390-1400)b.z. bi keça lawê Paşayê dewleta
Mîtanî Artetema re şû dike ango dizewice û
herweha jî, keça Şahê dewleta Mîtanî Şturnê
Duhem, Nefertîtî bi Firewn Amnehotebê Sêhem re
(1390-1352) b.z. dizewice. Piştî vê em hîn
nizanin, ku pêwendiyên Ereban û Kurdan bi hev re
berdewam kirine, an çawa bû ne, belgeyên dîrokî
di derbara vê bergeha dirêj de bi dest me de
tune ne.
Lewra jî, em li vir yekser li ser têkeliyên Kurd
û Ereban di dema zayîna ola îslamî de li Cezîra
Erebî radiwestin. Wek di dîrokê de tête zanîn,
ku Kurd berî peydabûna ola îslamî, bawermendên
ola zerdeştî bûn, Eyzêdî bûn, lê piştî zayîna
ola îslamî, gelek gelên cîran wek; Turkan,
Farisan, pirên din, û piraniya gelê Kurdistanê
jî ola îslamî ne bi vîna xwe pejrandin, û ola
Eyzêdî hîn di nav gelê Kurd de maye.
Dr. Ehmed Xelîl dinvîse; diyar e, ku pêwendiyên
herdu gelên Ereb û Kurd berî kurtedemekê an ji
destpêka zayîna ola îslamî de bi hev re çê bûne,
yek ji dostên pêxember Muhemed, Kurdek bi navê
Çaban bû, lê di hin cihderên din de ew bi navê
Kaban hatiye, ev dostê pêxember ji Hemezanê bû,
niha ew bajar li Rojhilatê Kurdistanê ye, berê
navê wê Akiptana bû, û ew paytexta Împiratora
Mîdya Kurdî ( berî zayînê) bû. Dr. Ehmed weha
texmînên xwe li ser Çaban an Kaban dinvîse;
belkî tê zanîn hin penaberên Faris, Rom, Saîbe,
Hebeşî ji bo karên bazirganiyê, an ji bo karên
olî, an ji bo karên siyasî li bajerê Mekê dijîn,
belkî Çaban yek ji wan kesan be, ku li Mekê
dijiya, belkî jî Çaban li bajarê (Medînê )
dijiya, û wî li wir pêxember dîtiye. Herweha jî
mirov kane texmîn bike, ku ew li dijî dewleta
Sasanî (Farisî) bûye, ew ji ber destlatdariya wê
penaberî Cezîra erebî bûye, û li wir pêxemberê
îslamî nas kiriye û bi wî re bûye dost, belkî jî
dewleta Sasanî bi xwe, ew şandibe Cezîra erebî,
taku ew ola Zerdeştî li wir bide nasîn û belav
bike. Wek em tê digînin, ku sedemên çûyina wî li
Cezîra erebî pir bûn, lê li vir ji bo me ya
giring ev e, ku Çaban li vir pêxember nas kirîye,
dostaniya xwe bi wî re rind bûye.
Dumahîk heye .....
|
|