Li Rojhilatê
Kurdistanê serhildanên Gelê Kurd li hember teror û xwînrêjiya
dewletê berdewam in. Hêz û ragihandina kurdî sist e.
Daxuyaniya Partî
Demokratî Kurdistanî - Sûriye
----------------------
Rojhilatê
Kurdistanê bikin goristana sîstema têrorî ya Iranê
Bi dehan sal e, sîstema têrorî ya Iranê li rojhilatê Kurdistanê
ramiyariyek nijadperest û reşkirina mezhebî li hember gelê me yê
Kurd bi rê ve dibe. Bi kuştin, darvekirin, îşkencekirin û
çavtirsandinê bizava vemirandina agirê hişyariya neteweyî ya gelê me
dike û bi taybetî di va dema dawî da bi hemî şêweyên hovîtiya xwe di
her warekî da hêrişa xwe digudîne, da rabûna gelê me bitepisîne.
Sîstema Iranê ya hovbaz baş dizane, ku ev serhildana dawî pêşgavek e
bo serhildana hemî netewe yên Iranê û teviya hêzên azadîxwazên welêt.
Lew re jî sîstema meleyên, ku xwe weku nûnerên Xwedê dibînin, amade
ye bi her terzekî hovbaziyê hêriş ser gelê me bike, da deselatiya
wan a xûnrêj ji dest wan neçe.
Bêguman gelê Kurd, ê ku bi sedan sal e bo azadiya xwe û bo mafên xwe
yên neteweyî têkoşînê dike, amade ye di vê rêyê da hîn bêtir goriyan
bide, ji ber ku ev sîstema kevneperest hîç ne li gel diyalogê û
berhevhatinê ye û hebûna gelê me û mafên wî yên neteweyî napejirîne.
Di va dema dawî da, paş gelek karên hovane û
îşkencekirinê yên ji aliyê karmendên sîstemê ve hatîne kirin, nema
gelê me bêdeng dimîne, û dest bi rêveçûnên aştiyane kir, û bajarên
kurdî rabûn ser pêyan. lê mixabin, dewleta xûnrêj li hember va
serhildana gelî hovbaziya xwe tûjtir kir û hartir bû.
Gelek mirov girtin, îçkence bi wan kirin, an jî darve
kirin.
Rêveçûnên
aştiyane pir çavêd sîstemê ditirsînin ji ber ku ew rêya roxandina
sîstema şah bû û rêya tunekirina gelek sîstemên din ên welatên
sosyalîst ên berê. Lê tiştê balkêş ewe, ku neteweyên din ên Iranê di
va rewşa raperîna gelî da xwe nalivînin û nayên hawara gelê Kurd,
weku ewan kêşeya demokratiyê, mafên mirov û azadiyên ramyraî ne
giring dibînin.
Ji aliyekî dî ve,
ji ber lişt û berjewendiyên wan ên petrolî bi Iranê re, van welatên
europî jî, yên xwe weku hilgirên azadî û demokratiyê didin xuyakirin,
bêdeng mane û bangeşîniya "mediya"europî pir bi ser vê yekê da naçe.
Mixabin, hêz û
bangeşîniya kurdî jî baş bi histobariya xwe ya rojnamevanî, mirovî û
neteweyî ranabin.
Em di Partî
Demokratî Kurdistanî Sûriye da, van rawestanên sist li hember
sîstema xûnrêj a Iranê rexne û riswa dikin.
Em ji hemî hêzên
neteweya Kurd li her parçeyekî Kurdistanê dixwazin, ku bo piştvaniya
gelê xwe li rojhilatê Kurdistanê çi kêmaniyê nekin, tev bi hev re,
yek dest û yek dar bin, bi teviya kanînên xwe li gel hêzên neteweyî
û demokratên rojhilatê Kurdistanê bin, da sîstema xûnrêj a têrorî li
Iranê bizane, ku gava ew kuşterên "Hizbullah" ji Lubnanê tîne nav
Kurdistanê, wê Kurd ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî bên hawara
birayêd xwe. Ji neteweya Kurd tê xwastin, ku em gelê xwe di vê
serhildanê bi tenê nehêlin. Bila em rojhilatê Kurdistanê bikin
goristana sîstema têrorî ya Iranê
Li rojhilatê Kurdistanê Serbilindî û rûmet bo serhildana gelê me
Serxûzî û
binvebûn bo sîstema têrorî ya Iranê
27.07.2005
Komîtiya
birêvebir a
Partî Demokratî
Kurdistanî - Sûriye