|
Ji Adîk re, dibe ku
destên wî hîn fêrî çinîna mirinê nebûbin…
Adîk can,
wisa ku tu berî bajarekî çûyî, ma te nizanîbû ku
Kurdên te, hewqasî goristandost in û ji mirinê
hez dikin; hewqasî bi mirinê dijîn û hewqasî li
ser mirinê, dimirin?
Ma sed sal bîranînên destên te, bi berfa „çiyayê
gewr“, şevbuhêrkên tembûrê û dara zeytûnê re, li
bîra te neanîn, ku Kurd çende dimirin, ewçende
mezintir dibin; çende ji mirinê hez dikin,
ewçende tên hezkirinê?
Ma sed sal tiliyên te, ku çûn destê tembûrê, bo
te negotin, ku mirin bi Kurdî, çende mezin e:
çende mezin, dibe girî, helbest û stiran; çende
mezin, diçe çilrojiyên ji qehwa tahl û diçe
şînename, kongire, festîval û xelatên hazir?
Adîk can,
mirin, wisa bi Kurdî, xelat e.
Ne te dît…, ku çawa zindiyan, tu goristan bi
goristan, li xelatan û qefdên gulan, gerandin?!!!
Ne te dît, ku çende mirin li bejna Kurdan tê û
çende dizanin, mirin û mirin, ji hev hes bikin;
mirin û mirin, rojên bi nîşan, heyamên ji gulan,
sînfonî û pirtûkan, diyarî mirina navên hev
bikin?
Ne te dît…?
Erê Adîk can,
mirin, bi Kurdî, wisa şens û dewlet e.
Ma her kes dikare, wisa bi şensdostî, bimire?
Mirin, bi Kurdî, wisa bextewer e…li ser bextê
mirinê be…Kurd, wisa bextewer, dimirin.
Adîk can,
sêv dibêjn: her kes dikare mirinê tahm bike…lê „çûyîna
mirinê ne mîna derketina ji wê ye“ û „çinîna
sêvan jî, ne mîna xwarina wan e“.
Ma mirin, bi Kurdî, ne ji wisa mezintir e…ne ji
sêvan zûtir e…Adîk can?
Ma haya Kurdên mirinê ji sêvan hebû, wexta ku
digotin: „Mirin, girê şilik e, yê ji wî bixwe
poşman e, û yê ji wî nexwe jî, dîsa poşman e“?
Ma tu poşman bûyî Adîk can?
Kî li kî poşman e?
Çi li çi poşman e?
Adîk can,
mirin, bi Kurdî, wisa mezin e…ma te ji mirina
mezin hez kir?
Mirin, bi Kurdî, wisa zû ye, ma te xwest hîn
çend bajarên din, zûtir, biçûya çinîna mirinê?
Mirin, bi Kurdî, wisa navdar e, ma mirin têra
navên mezin, dike?
Mirin, bi kurdî, wisa şêrîn e, ma şêrîn vê
mirinê, ku Kurd e, li bejna navê te hat?
Adîk can,
navbera vê êvarê û destên te, çend sal helbest,
çend kêlîk „Nebî Hûrî“ û şîhşîha tenbûrekê ne…ma
tê bîra te?
Tê bîra te, ku çemê Efrînê, li ser destên te,
digiriya û min tu nas nedikirî?
Tê bîra te, wan destên „Nebî Hûrî“, yên vegirtî,
ku serpêhatiyên çiyan, ji tiliyên te diweşiyan û
destên min çiqasî bêriya destên te dikirin?
Çend tembûran, paşê, gelek çiya rastî çiyan
hatin, lê em qet rastî hev nehatin…ma ne dibêjin,
ku: „çyia rastî çiyan nayên, lê dost, teqez,
pêrgî dostan tên“?
Tê bîra te, Adîk can, ku navbera me çend gav
giriyê „Eyşa îbê“ û birîneke kovî bûn, lê ne min
destên te guvaştin, ne jî te dilê min kirî?
Adîk can,
destên te çawa bêriya mirinê kirin?
Ma te nizanîbû, ku mirin bi Kurdî, weha bi sêvan,
destan dixapîne?
Ma te nizanîbû, ku darên mirinê, bi Kurdî, sêv
in;
ku gîhayên mirinê, bi Kurdî, sêv in;
ku kêlîkên mirinê, bi Kurdî, sêv in;
ku hezkirinên ji mirinê, bi Kurdî, sêv in?
Adîk can,
ma çawa li bîra te nehat, ku hezkirin çende sêv
bin, ewçende sêv jî mirin in?
Te çawa, piştî hewqas tembûr „Siyamend û Xecê“,
mirin, ku „sêveke kovî“ ye, ji bîr kir looo…Adîk
can?
Adîk can,
te çawa ji bîr kir, ku parek ji hezkirina mirinê,
hezkirina ji sêvan e?
Te çawa ji bîr kir, ku mirin hindek sêv in û sêv
jî hindek mirin in?
Te çawa ji bîr kir, ku sêv rêya mirinê ne û
mirin jî rêya sêvan e?
Adîk can,
Sêv xapandina gorover in, ma te ji mirinê, ku
gorover e, hez kir?
Mirin sêv in, ku girover e, ma tu hîn ji sêvan
hez dikî?
Wisa tu bûyî sêv û girover çûyî, ma ev çiya, ku
bi te re mezin bûn, dê çawa bêriya te nekin?
Ev çem, ku dişibihin tiliyên te, dê çawa, piştî
te rawestin?
Adîk can,
tu dizanî, êvar vî bajarî, çende şêrîn e, ku ez
gezoyê tiliyên te, wexta ku diçûn tembûrê, li
aşiqan, ku kolanê li dûv kolanê, derbasî şevê
dikin, belav dikim?
Tu, kurt û Kurmancî çûyî sêvan.
Mirin, kurt û Kurmancî li mêvandariya te ye.
Êvar, kolan û yar , wekî adetên xwe, li vir in.
Ev bajar, wekî xwe, heta bi êvarê ye.
Û ez, heta bi sêvan, hîn bêriya te dikim.
De çiyayekî din jî bilind bibe, û bila destên te
li me mikur werin, ku wan bi sêvan re, gelte û
henek dikirin,...Adîk can.
De tembûreke din jî, bibe tilî û bila „Zeyno“
bibêje, ku sêv henek bûn......loooo Adîk can
De bajarekî din jî, nêzîk bibe û dey ji mirinê
bike, daku em bawer bikin, ku kêf û henekên
sêvan çende xweş in………Adîk can
|