rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         19
28Ê GULANÊ

Tu di gernameyê de yî
Bi nermahî silavan li niştecî û pasvanan
û destê xwe di ser serê çiyê re dibî..

Em jî li pey te berbi penagehên tarî ve dihatin.
Gurên me di bin çermên me de bûn..
Em bi çurisîna ximavê dixapiyan
Me hestê xwe bi ava kîndariyê dişûşt
Giyanên me bê armanc di nav destên me de diqermiçîn..
Gunehbariyên me bi ser darbestên me de dibariyan
Û rêçên dûr di termên me yên kufikî de,
di kûrahiyên me yên aloz de wenda dibûn..

Kavilê gernameyê xwe li me nedikirin xwedî,
dîroka me jî mîna kenê me bi ser derewên xwe de dimir..
bi hezaran salan me laşê xwe bê pencere dihişt
û me çavê xwe ji çavê hev dernedixist,
me dilê xwe bi şûrê Odesyosî xweş dikir
û em bê xwîn diman,
lê bajarên te ji bin çengê te berbi êgir ve difirin
ji baranê didexisîn
ji keskesorê didexisîn
ji kirasê maran û ji peyamên gotinê didexisîn..
ji ferman û mohrên kuştinê didexisîn..

em di têkçûnên gernameyê de, têkçûnên te dipesinînin
û êvaran hînî tavsorkên mirî dikin..
Goristanên me teng bûn têra xewnên te nedikirin..
Daristanên me şewitî bûn têra xatirxwestinên darên te nedikirin..
Helbestvanên me bi sawîrên xwe yên belaş daketibûn
û têra parastina dengê te nedikirin..
Ez jî Şêxê min, ji wir berbi vir ve,
ji xwe û ji wan, ji wateyên req ên hebûnê
û ji bîna dayika xwe, ji gumanê berbi bilindgoyên verêşanê
direviyam..
Gêj dibim,
darbestên rengîn di ber çavên min re diherikin,
xwe amade dikim
daku wêneyên xwe
û yên celadên te
ji hev cihê bikim..
Min pendên te bi dengkî bilind li pey te vedigerandin...
Min stiranên te bi êşeke bilind li pey te dûbare dikirin..
Min xaçên te bi viyaneke bilind li pey te digerandin..
Û min ji wan bawer nedikir,
xwîna min li ser destê wan diçurisî
dilê ti kesî ji wan bi mirina min nedişewitî.
Ti kesî kêra wan ji pişta min dernedixist,
porê min bi dilopên xwîna min re spî dibû,
li pey te dihatim,
li pey te nisrînan daristan berz dikir






Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE