rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Bazara Caferî û Mîrê Tariyê...

 

Tariq Hemo

 1

Serokwezîrê Iraqê yê berê Ibrahîm Caferî, ku xwe mîna “projeyê dîktatorekî” amede dikir, dawiya dawî serî li himberî zixtên kurdan û derdorên dijber(muxalif) danî û xwe ji namzeta serokwezîrtiyê vekişand.

Caferiyê ku dema di muxalefeta Iraqê de cihê xwe digirt û qaşo li himberî rejîma Seddam têdikoşiya, her roj li Kurdistanê bû, li ber dergehê kurdan bû. Sozek li vir dida Hewlerê û yek jî li wir dida Silêmaniyê. Hemû pêşniyazên kurdan qebûl dikirin û xwe mîna dostê gelê kurd dida pêş.

Roj derbas bûn û rejîma Seddam di bin lêdana roketên artêşa Emerîkayê de rûxiya. Piştî hilbijartinan, Caferî serwerî girt dest xwe. Di encama hevkariya kurd û şîiyan de, ew wek serokwezîr hat hilbijartin, yekser mêrik, wek her kesekî nedurist û durû, li dijî kurdan dest bi dek û dolaban kir.

Di mijara Kerkûkê de sozên xwe
mandel kirin û biryara vegera kurdan bo milk û malên wan( madeya 58 an) asteng kir. Ji bo dayîna raporan û çavtirsandina kurdên Başûr serî li Enqereyê da, ji Serokwezîrê Tirkiyê, hêsîrê dezgeha leşkerî, Recep Tayip Erdoxan gelek tiştên veşartî xwestin û soza dayîna gelek tiştên din jî da...

Loma israra kurdan a li ser bidûrxistina wî ji desthilatadriyê heq û misteheqê wî bû, di heman demê de jî dersek xweş û watedar ji hemû kesên nedurist û neyarên doza kurdan re bû, yên ku xwe di tengasiyê de davêjin pêxîra kurdan û di dema wergirtina serweriyê de rûreşiya xwe eşkere dikin û vedigerin karekterê xwe yê rast…

 

2

Fermandarê Hêzên Bejayî yê artêşa tirkan Orgeneral Yeşar Buyukanit, piştî ku Erdoxan û APK xwe bi carekê spartin eskeriyê, ji bo şerekî giran li dijî kurdan bi rêve bibe, çûye Şirnaxê.

Buyukanit yê ku serkêşiya şerê taybet li Kurdistanê dike û grubên çete û mêrkujan li dora xwe dicivîne, bi deh hezaran esker ajotin herêma Botanê û amedekariya êrîşeke mezin li dijî şervanên kurd dike. Hemleya dewleta tirk, destekê ji herdu rejîmên ku ji aliyê DYA û Israîlê ve wek terorîst têne binav kirin, Iran û Sûriyê jî dibîne. Li himberî kurdan û li ser vexwendina Enqerê,Tahran û Şam kiryarên terorîstyane zêde dikin û esker û hêzên ewlekariyê dajon ser gund û bajarên kurdên sivîl û destvala. Konsepta terora navdewletî ya ku îro li dij sivîlan li herêma Rojhilata Navîn tê birêvebirin, Mîrê Tariyê Yaşar Buyukanit, Basiyên Şamê( qatilên Serokwezîrê Lubnanê Refîq Herîrî) û Meleyên Tahranê( xwediyên projeya çekên kîmyawî) bi rêve dibin…

Tevî vê yekê jî, Wezîra Karê Derve ya DYE yê Condelizza Raice ya ku welatê wê şerê li dij terorê ilan kiriye, daxuyaniyê dide û dibêje,”Em bi Tirkiyê re li ser şopandina PKKê di nava pêwendî û hevkariyê de ne” û bi vê yekê re beşdarî komcivîna Tahran, Şam û Enqerê ya li dijî kurdan dibe û rastiya bêwate û pûçbûna “Rojhilata Navîn a Mezin” carek din derdixe pêş…


tariqhemo@hotmail.com

 

Ev nivîs di rojnameya Yeni Özgurpolitikaayê de hatiye belav kirin.

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE