rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Berbakirina Şepirzebûnê
Silêman Azer

1
Destên te
ber ba dikin temenê te yê
vegirtî konikê
Şepirzebûna xwe,
ser perê ewaretiya xewn dîtinê.
dilbijiya te ya,
pûçbûyî di davên jibîrbûna,
tevizînokên tirsa te.
sînga vekirinê,
Çêriya kedîkirinên
Sawgirtî ne
Ji tenahiya te re.
tu xewn dîtinên sêwî
li tevnikên şevên xwe digerînî,
tu di şûn piyên xweziyên xwe de
dilikumî,
li te dizîvire,
sîtava ewaretiya,
tenahiyê.

2

Bi ser xweziyên te dikeve,
Çeqçeqonikên bigonbûna dilbijiyên te.
Vekirî ne aliyên te ji livandina
beşişandina dînîtiya kenê te re.
di gerdena bêzariyên te de
rizya ye kurdayetiya sawên te.
te dihejîne
bergorînkirina dengê te,
Ji şevpestên xwe re.
Xwedayoooo....,
Çawa te dikarîbû hewqasî,
bi ser ve bike,
Sipehîbûna lavijên xwe,
Ji raxistina beravêtinan re.
te dixwîne,
bajarê xwe jibîrkirî,
di gevizandinên,
cirîda ji hevketina te de.
yên çûn,
tirsa te destmalk e di çentê ewaretiyê de.
yên tên,
hilgirtî ne di kevzika malzarokên,
genîbûyî ji sitewirbûnan.
Beloq e,
bigoniya te ji nêrbûna,
aliyên melisî li ber çirisandina,
newêriya mêraniyê.
Ji çi re,
te ber ba kiriye,
gihabûna mêbûna xwe.
Lêv in xwe dimijin,
bi sarbûna bêdengiyê,
li ber kavilên dilbijiyan.
li xwe bike,
kirasê tenahiya xwe,
Ji bendewariya pîrbûna,
sîngên xwe re.
li şevbuhêrkên te digerin,
tiliyine pûçbûyî ji jimartina,
derbasbûnên bînên te.
vexwe şikestinekê,
bi ser xwêsiya asêbûyî,
di weşandinên aliyên te de.

3

ji heyîna te ya eşkere ve.
tu bi veşartinê dipêçî r/d.m. hêviya xwe.
li derdora kêla sawîran
Tu veciniqandinên xwe bin ax dikî.
Çend caran
sînga te vekiriye,
Ji şiyarbûnên te re.
te ezber kiriye,
rengê hişkbûnê.
mîna sîtaveke tirsonek,
te kizirandin perên xwe bi tîrojan.
Çend xewneroj,
li ber serê vemirandinên te
bijiftin
Ji bêrîkirinê.
Çend caran,
qarçikê xwe li bûrîna deman,
pêçaye.
Ji xweziya te ve,
Tu dihêrî bakuran
Ji tunebûnan re.


 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE