rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Yabo, bi xwedê ne min internêt vekir!

Kerem Yûsiv

 

Ji dema ku internêtê xweziyên mirovan hembêz kirin û sînor daqurtandin, çi kesê ji sînoran ditirsiya di internêtê de xwediyekî xwe dît û hêviyên xwe yên qedexe, nemaze kesê kurd, di rûpelên elektronîk, bi neviyên Bayt û Kîlo- Baytan, danî û belavkirin.

Yasayên jiyana me û jiyana internêtî ne mîna hev in, şoreşa li ser internêtê çekine din bikartîne, çekên wê mail û virus in, rêyên meşandinê tê de ne bi alavê lingan in, tenha mişkê kombyûter dikare ji dêvla me di van rêyan de bimeşe, siloganan bêje û çalakiyan pêkbîne, bê ku rawestandin û westandinê nas bike. Hevalên internêtê jî ji hevalên jiyana normal cuda ne, demên dîtina wan bi diravan tê kirîn û mêvantiya wan xweş e, çimkî nema ji me tê xwestin em çaydanekî çayê an qehwakê amade bikin û nema dayik û xuşkên me ji mêvanan aciz dibin!.

Nema pasport jî bo serdana dewletan divê. Dewletê hilbijêre û bibe mêvanê wê di rêya malperên wan de, sed ji sedî bê vîza! Herweha kirîna kovar an rojnameyekê nema pêwîstî çûna pirtûkxaneyê ye, ji ber her kes dikare jimara kovar û rojnameyê di malpera wê de bixwîne.


Internêt kul û keserên koçberî û rêwîtiyên bê veger kêm dike, dema ew rêdide em pêwendiya xwe bi çi kesî re bi deng û reng li her deverekê ji rûyê vê cîhanê pêkbînin.

Mîna kesekî kurd ez dibînim pêdivî ye li ser min ku ez bawernameya xwe derbarî berevaniya internêtê bêjim û ez yek ji kesên di rêya wê de xweşik  fêrî alfbaya doza kurdî  bûm min her roj di rêya wê re destê xwe datanî li ser dilê bajarên kurdî li ser nexşeyek nedîtî û min xweşik dikarîbû êşa xwe bibînim, bixwînim û ragihînim.

Daku ji sînorên rastiyê jî dernekevim, pêdivî ye ez bêjim: Internêtê çi bi serê min ve jî anî, çendîn problem di nav min û malabat û hevalan de çêkirin.

Ev 4 salên min in ku min yekemîn malper li ser internêt vekiriye û di destpêkê de gotina min ev bû: çi bibe bela bibe bela ez têhna xwe ji azadiyê bişkînim û bi xwendinê be jî ne xem e  bi guh û zimanê xwe tiştên sosret bibînim û bixwînim û hilm bikim.

Her min têhn dişkand wiha têhna min ji civatekê bi hevalan re çêdibû, wiha jî pisgirêk di nav min û malbata min de çêdibûn. Dema fatora internêtê an jî fatora telefonê derdiket nemaze ku ez li dewletekê mîna Sûriyê me ku ne ji bo gelê xwe belkû ji fedya xwe ji cîhanê daye bikaranîn. Lê kesê nizanibe dê bêje ji bilî fatora ka çi heye? Belê gelek tiştên din hene, li cem me her tişt zû pêk tê ji bilî tiştên berjewndiya gel tê de û ji bilî vekirina malperên internêtê, çimkî dema yek bixwaze li hundirê Sûriyê malperekê veke divê du çixarên El-Hemra yên ku zû bi zû xelas nabin bikêşe û çaydanekî çayê vexwe ta wêne, nûçe an nivîsar vebe. Ev ji bilî ku ne li ser kêfa xwe tu malperan vedikî, ango tiştê ku hikûmet dihêle tê bixwînî û tiştê qedexe dike divê tu xwe jê aciz bikî daku tu ji qedexekirina wê aciz nebî.

 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE