rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


Celadet Bedirxan
, danîna tîpên latînî bo zimanê Kurdî, govara Hawar û
govara Ronahî

Berzo Mehmûd

 

 

Rola Bedirxanîyan
 

Bedirxaniyan gelek kar û xebat jibo miletê xwe kirine, lewre pêwîst e em vê malbatê herdem di bîra xwe de bînin. 

Yekemîn Rojnama Kurdî bi navê Kurdistan ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan jimara yekê li Misrê hate belavkirin.

Pertûkek bi navê (( القضية الكردية ya dektor Bileç Şêrko (( tê naskirin, ku sala 1930ê li Misrê hate çapkirin û belavkirin. Nivîserê vê pertûkê Sureya Bedirxan bû, birayê mezin ê Celadet bû. Ev pirtûk bi zimanê Fransî hatibû nivîsîn û Mihemed Elî 'Ewnî wergerande ser zimanê erebî, ev jî li gor gotina Emer Wecdî Şêxê Rewaqa Kurdan li zanîngeha Ezherê.  

 

Celadet Bedirxan

Celadet Bedirxan kurê Emîn Alî Bedirxan e, diya wî Çerkesî bû, navê wê Senîhhe bû.  Celadet Bedirxan Di roja 26ê nîsanê sala 1893an  li Stanbolê  hatiye ser rûyê dinyayê. Di roja pazdehê tîrmiha sala 1951ê ji nav me bar kir.    

 

Bavê wî mifetiş bû li 'edliyê li Stanbolê. Pêwendiyên bavê wî bi kurdan re hebûn, wek malbata (Şemdînan, Baban, Cemîl Paşa….. gelekên dîtir.) Babil Alî her ku metirsî ji Kurdan didît, ew ji welatê wan mişext dikirin da ku nikaribin tevgera kurdîtiyê bikin.

 

Celadet li kolêca serbazîyê xwend, paşê di sala 1917an de beşdarî di şerê Cîhanî yê yekem de kir, ew jî di wê demê de di tîpeke Osmanî de efser bû.

 

Celadet Bedirxan yek ji zanyarên bêbevil ên miletê Kurd e di sedê bîstan de. Celadet, dema tê li ser zanînê radiweste, ew di wê bîr û baweriyê de ye ku sedema paşketina miletê kurd di hemî aliyên jîn û jiyarê de piranîya wê sedema nezanînê ye, lewre bizav û xebata xwe xurt û dijwar dikir bi mebesta  nehêlana nezanînê û belavkirina zanînê. Ji ber vê yekê binemala Bedirxan ji kurdperwerên pêşîn e ku bingehek xurt di hîmên netewî de danîne, nemaze di warê vejîna  zimanê kurdî  de. Bedirxaniyan giringî dane zimên neku tenê ziman bo ziman lê belê armancên wan di babata zimên de ev bûn:

Kurd wek netewe bi cîhanê bidin naskirin ku zimanekî wî yê taybet heye û ji zimanên dîtir cuda ye.

ziman dane pêş da ku bibe alavê  xwendin û nivîsîn û zanînê

ziman bibe hilgirê dîrok û kelepor û rewşenbîrî û stran û giftûgo û zanistê.

Ji ber wilo jî kar kirin jibo danîna bingehên rêzimana zimanê Kurdî, da ku miletekî wek miletê kurd ta wê demê piraniya wan nexwendewar bûn, ne xwendin hebû û ne nivîsîn hebû ji bilî xwendin û nivîsîna dersên dînî yên misilmantiyê ku her vê yekê miletê kurd di gelek aliyan de ji warê netewî dûr dixist.

 

Celadet ji zanayên kurd ên jêhatî û pispor û şehreza di rewşenbîriya Kurdî de, nemaze zimanvaniya wî wek zimanzanekî  kurd tê jimartin, ji bilî wilo jî bikêrhatî û melevan bû di hin zimanên cihanî de, wek Fransî, Elemanî, Rûsî, û yewnanî ku bingehê rewşenbîriya Ewrupî ye, li gel zimanên deverê wek Farisî, Tirkî û Erebî. Belgeyên jêhatîbûn û pisporiya Celadet ji nivîsar û gotarên wî di govara Hawar û Ronahî de diyar bû, çi gotarên bi navê wî yê drust, û çi yên bi navên wî yê nedrust. Gotarên wî bi naverokeke zengîn li ber xwendevanan didanî, lewre babetên wî hemelayen dihat, û pênûsa xwe di nav rewşenbîrî û ziman û folklor û dîrok û Cografiya de dida.

Mîr Celadet ligor şehrezabûna xwe di zimanên Rojhilata navîn û yên Rojavayê, weha dibîne ku zimanê Kurdî wek zimanekî Hindû-Ewrupî bi tîpên Erebî bi hesanî nayê nivîsîn, bo nimûne rewşenbîrên Iraqê ta niha nikarin beramberî dengê (i)ya Celadet - di peyvek wek (kirin) de - bi tîpeke Erebî binivîsin,  ji ber wilo jî xwendina hin peyv carna bi drustî nayê naskirin, wek çemk/çemik. Lewre, ya baş ew e ku Kurdî bi tîpên Latînî were nivîsîn. Zimanzanê hêja Celadet Bedirxan elfebêya Latînî anî meydanê, û di rêya belavkirina govarên «Hawar, Ronahî, Stêr, û Roja Nû» û di riya kitêb û pertûkan re zimanê Kurdî di nav miletê Kurd de çespand.

 
 

Govara Hawar
 

Damezrandina govara Hawarê bû damezrandina qonaxeke nû di xwendin û nivîsînê bi zimanê Kurdî, nemaze li Sûrî û li Tirkî.   Jimara pêşî di 15. 5. 1932 hate belavkirin. Ev govara bi zimanê Kurdî û hin rûpel bi zimanê Fransî bûn. Ji jimara yekê ta bîst û sêya bi herdû tîpên latînî û Erebî dihat belavkirin. Belê ji jimara 24an ta dawî ku jimara 57an bû bi tîpên latînî tenê dihate nivîsîn. Jimara rûpelên wê nêzîkî 16 rûpelan bû. Lê Hawar di jiyana xwe de wa dixuye jimar hemî bi berdewamî dernediçû, wek:

 Jimara 26an di 18ê Tebaxa sala 1935an derket.

Jimara 27an di 15ê Nîsana sala 1941ê derket.

Lêbelê jimara dawî ya 57an di 15. 8. 1943 hate belavkirin.
 

 

Govara Ronahî


Jimara pêşî ji vê govarê yekê nîsana sala 1942an belav bû, û jimara dawî ku ya 28an bû di Adara sala 1945 an de belav bû. Ev govar heyvane bû, lê jimarên dawî ji heyvaneyî ketin. Naveroka vê govarê nûçeyên şerê Cîhanî yê duwem tê de bûn, herweha gelek gotarên civakî û ramyarî û wêjeyî û folklorî tê de belav dibûn. Jimara rûpelên wê 24 bûn. Hêjay gotinê ye jî ku gelek wêneyên spehî tê de diyar dibûn, ku vê jî rewşek xweşik dida xemla govarê.

 

Ev herdû govarên hêja ku bûne hêzek û navtêdanek ji Kurdên Sûrîyê re da ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, pêşxistinek di hestê netewayetî û hişyarbûna kurdayetî de li nik wan dirust kir.
 

 

Roja Nû


Min govara  Hawar bi şêweya orîjînal dîtiye, lê min a Ronahî wek wêne dît, li Ewrupa hatibû çapkirin û belavkirin.  Govara Roja Nû ta niha ez nave wê dibihîzim, lê min ew nedîtiye. Roja Nû di bin serperiştiya Kamîran Bedirxan dihate belavkirin.     

 

Di aliyê rojnamegerî de Celadet nivîsarên xwe û berhemên xwe bi gelek navên cuda belav dikirin, wek:

Celadet Alî Bedirxan, Herekol Azîzan, Bavê Cimşîd, Bavê Cimşîd û Sînemxanê, Xwediyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Ronahî , govara Ronahî.

 

Jimarek ji pertûkên Celadet:

1. Rêzimana Elfebêya min

2. Rûpelên Elfebayê

3. Bîşiya Pêxember bi kurdiya dumilî

4. Namek ji Mistefa Kemal paşa re

5. Ji mesela Kurdistanê

6. Grammer Kurd, ( rêzimana Kurdî bi zimanê Fransî) 1943

7. Grammer kurde 1970

8. Ferhenga Kurdî Fransî ya destnivîs.

 

Kebaniya wî, Rewşen Bedirxan behsa hin pendên kurdî dikirin ku herdem li ser zimanê wî bûn, ew jî ev bûn:

Dinya gulek e, bêhnk e, û bide hevalê xwe.

Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.

Şer ji bêkariyê çêtir e.

 

Encam:

1. Ez wa bawer dikim ku xortên Kurd, nemaze nifşên xwendevan pêwîst e xwe fêrî rêbaza Celadet bikin, ew rêbaza ku di govara Hawar û Ronahî û Roja Nû û Stêr de diyar e, civandina keltûr û kelepor û folklor û helbestên kurdî ye. Ne tenê em vê helkeftinê bînin bîra xwe, ya pêwîst ew e ku ew dîwarê ku Celadet bingeh jê re daniye bilindtir bibê. Ev bilindî jî eger ne li ser milê zana xwendevanan bê, dê dîwar bikeve. 

2. Pêwîstî ew e em qîmet û behamendiyê bidin mirovên xwe yên zana û pispor û serkêş, lê nabe em bi koratî li berhemên çûyî bigerin bê ku em wan nerîn û yasayan kûrtir bikin, û pêşketîtir bikin. Eger me nerînên nû jî dan, eger me şaşî jî di nivîserên wan de dîtin û me ew şaşî dan xuya kirin, ev karê han ji qîmet û qedrê van mirovên hêja kêm nake. Ji ber ku berhemê bi xwe di pêvajoyeke dîrokî de xwe pêşkêş kiriye. Lewre her berhem pêwîst e di pêvajoya dîrokê de lê were meyze kirin, ango nabe em yasayên îro li nivîserên berê bikin, her demek, her civatek kirasê wê heye.  

 

----------------------------------------------------------------------- 

Jêder:

Sadiq Beha-adîn Amêdî, Govarî Korî Zanyarî Kurd, Bexda, jimar (?) Celadet Bedirxan.

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE