Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:04

 

 

 

Romana (Tirsa bê diran) ya Helîm Yûsif û tabloya tirsê!!
Dr. Zara Brahîm


Eger em deriyê pirtûkxana wêjeya kurdî vekin, li rojavayê Kurdistanê, em
Karin navê nivîskarên romanê û berhemên wan li ser tiliya bijimêrin. Çîrokên
gelerî, danhevên kelepurî û çîroka kin baş li nik me peyda dibe, ji xwe
gotin nayê ser helbestê û helbestvanan û pirbûna wan di wêjeya kurdî de,
çiku her kesekî ku hînî zimanê kurdî dibe, di cî de helbesta rêz dike, eger
wî dawiya gotina weke hev derxist, ji xwe wê navê (helbesta kilasîk) lêbike.
Lê eger pê re neçû serî û fam nekir, wê navê (helbesta nûjen) lêbike, da êdî
kes wî rexne neke û karibe xwe bêtir winda bike di nav mij û morana
(nûjeniyê) de. Loma pirseke giring xwe têne ziman di vî warî de, ku em bi
rastî vegerine xwendinê berî ku em bikevine van tevlîheviya de, da ku em
karibin astê rewşebîriya kurdî bilind bikin.
Roman bi zimanê kurdî gelek kêm hatine nivîsandin, loma çi berhemên di vî
warî de tên weşandin cihê sipasiyê ne. Navê nivîskar Helîm Yûsif, bi xurtî
cî girtiye di beşê wêjeyê de, çi çîrok yan jî roman û berhemê wînî dawî
romana bi navê(tirsa bê diran) bû. Roman bi zimanekî kurdî( kurmancî) hesanî
û xweş hatiye nivîsandin, wêneyeke rastî ji rewşa hindirê welat di romanê de
hatiye xuyanîkirin, bi xeyaleke romansazî hatiye hûnandin û ew wêneya tirsê
di rûyê xeyala wî kesê ku hergav dev ji Mûsa nediberda û dawî wêneya wî
bixwe bû, vê xeyalê bêtir teybetmendî da romanê. Bûyerên romanê li bajarê
Qamişlo pêktên, lê gava mirov naveroka wê dixwêne, bala wî diçe bajarê
Amûdê. Li vir, em karin bêjin ku nivîskar nikarîbû kirasê amûdiyan jixwe
bike, çi ji aliyê lehengên romanê ve û çi ji aliyê peyvên wan ve be, loma wî
bi xeyaleke xweş û hesanî bûyerên Amûdê, yên 12adarê nivîsandibûn, lê bi wê
serbestiyê nikarîbû wêneya bûyerên Qamişlo rêz bike li ser rûpelan. Di vir
de bandora cî û dîtinê tê xuyanîkirin.
Mûsa lehengê serekî yê romanê ye, ji nifşê wê 30 saliya tirsê ye, weke
geleke din ji xeynî wî ve, bandora îdyolojî û perwerdeya yekreng ji destpêkê
ta dawiya romanê tê xuyakirin, Mûsa ditirsa xwede dimîne ta dawiya
romanê.Ji zaroktiya wî ve û gava ku wî û hevalên xwe teriyê keran dibirîn,
gava dibe mamoste, lê hîn jî ditirse, serhildan jî çêdibe û hîn ew ditirse.
Peyre Mûsa direvê dervey welat, lê hîn jî bi tirse, tevlî ku muxaberat li
wan dera nînin jî, lê ew sax nabe ji vê nexweşiyê, dikeve aso û atmosfêrek
azad de li europa, lê her û her ew di wê tirsa xwede ye!!!!
Nivîskar ji mere tirs daye nasîn weke nexweşiyek bêçare û bêderman, gava xwe
diberde canê mirovan, û her kes biwê nesaxiyê ketiye, tevlî ku du raperînên
mezin pêkhatin. Di vê xalê de bandora mercê dîtinê pêknehatiye, çiku
nivîskar ne dinav bûyera de bû, tenê ew tişta ku bihîstibû û jêre hatibû
gotin. Eva ha diyare, ji ber ku serpêhatiyên dema ku ew li Sûrî bû, xweşik
li ser wan sekiniye, nemaze salên zaroktî û pey wêre jî rewşa xwendinê li
dibistan û zanîngihan, tirsa ji polis û hêzên ewlekariyê, wêneyê bîr û
ramanê basî û erebkirinê, ta ku ew dighijê serhildana 12 avdarê. Serhildan
bixwe mêraniyeke mezin û bêhempe bû, gelê kurd tev pêrabû, ew dîwarê tirsê
hêrivî, zarok û mezin, xort û qîz û çi kesê kurd beşdarbû divê serhildanê
de, comerdiyeke bêsînor ji rexê miletê kurd ve çêbû, tu rojan mirov bawer
nedikir ku wê rojeke bivî rengî ku kurd hemû yekbûn û yekdestbûn li dijî
desthilatdaran. Çiqasî em li ser vê serhildanê bi axivin, emê nikaribin mafê
wê bidnê, çikû weke xewnekê bû, lê bû rastiyek û bi destê millet hemiyan
çêbû, û tev jî leheng û gernas bûn.
Li vir em lêburînê ji birader Helîm dixwazin, ji ber ku wî di romanê de ev
wene neda xuyanîkirin, û her û her ew tirs bû ku biherkesî re dima, piştî
ku serhildanê jî hîn ew tirs berdewam bû û eva han di kesayetiya lehengên
romanê de hate xuyakirin ku pirê wan çûn dervey welat.
Miletê kurd ku cara yekemîn bû perda tirsê çirand, pêşî gava ku girtiyên
kurd hatin berdan ji zindanê û çalakiyên libin konê wan, peyre serhildana 12
avdarê ya pîroz, piştî wêre bûyera Şêx Maşûq û kuştina wî, dîse jî kurdan
kêmasî nekir. Meşeke mezin lidarket li bajarê Qamişlo berî kuştinê, ji xwe
gava termê wî anîn, millet sax li kolana bû û Qamişlo wê rojê hate hejandin,
peyre meşeke din pêkhat û bi hezaran kurd beşdarbûn û li vir divê em wê
mêraniya pîrekên kurdan jibîr nekin li dijî hêz û eskerên rêjîmê, tevlî ku
gelek ji wan keç û pîrekan birîndar jî bûn, lê çavên wan ji kesî neşikestin
û her û her û ta roja îro jî di hemû çalakiyan de beşdarin û yan dawî ji wan
ew sêsaliya serhildanê bû.
Kurdan dîrokeke nû ji xwere nivîsandin ji dema serhildanê û vir de û êdî ew
tirsa ku hin mirov têde ne, şikest û nema divegere û ev tişta han roj biroj
bêtir xuya dike û diyare.
Em karin bêjin ku dîtin û bihîstin tucarî nabin wekhev. Erê mirov digot ma
gelo wê rojek halo were!! Ew roj hat û tevahiya millet pêrabû, pirsa kurdî
hişkere û bi xurtî cî girt ku bêçareserkirin ji vê pirsê re, pêvejoiya
guhertin û demokrasiyê naçê serî û tişta mayî dimîne ser bizava kurdî ku
karibê vî miletê comerd lidor xwe bide hev û yekîtiya wan xurt bike.
Li dawî em karin bêjin ku roman xweş hatiye hunandin û bi xeyalek romansazî
xurt, tevlî ku hin têbîniyên me li ser hebûn, lê ji nirxê wê romansazî kêm
nabe û ev berhem pirtûkxana romana kurdî zengîn dike û em bihêvî ne ku di
paşerojê de hîn bêtir hebe.








                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1