|
Welatparêziyeke "nerim"
û "gerim"!
Tariq Hemo
Helwesta gelê kurd li her çar parçeyên
Kurdistanê li dijî jahrdayina Serokê Tevgera
Azadiya Kurd birêz Abdulah Ocalan gelekî dijwar
bû. Kurdan ev kiryara qirêj û xerab li dijî
kesayeta Ocalan, ku nûnerîtiya kurdan dike û di
giraveke li piş 7 deryayan girtî ye, wek
kiryareke li dijî tevahiya neteweya kurd dît.
Xwepêşandan, meş, civîn, girevên birçîbûnê li
seranserî Kurdistan û Ewropayê pêk hatin. Pêla
hêrsa kurdan bilind bû. Vê buyerê her weha li
cîhanê jî deng veda. Alavên ragihandinê bûyer
dan weşanê û şîrove kirin. Alavên ragihandê yên
Ereban jî cihekî balkêş ji bûyerê re veqetand.
Daxuyaniyên piştgiriya Ocalan li himberî
jahrdayin û bitenêhiştinê li Imralî ji aliyên bi
sedan rewşenbîran ve hatin belav kirin.
Rewşenbîrên kurdan jî, her çuqasî têrê ne dikir
jî, helwesta xwe nîşan dan.
Di vê rewşê de, helwesta çend siyasetmedarên
bakurî, yên ku piştî derfeta "siyasetkirinê"
nedîtine û gel ew qebûl nekirin, bûne "rewshenbîr",
bala mirov dikşîne.
Ev kes, ku hemû li Ewropa bi cih bûne û "tekoşîna"
xwe li ser internetê dikin, li dijî bûyera
jahrdayina Ocalan, helwesta wan mîna ya Tirkan
e.
Gelek ji wan, ew sênaryo û şîroveyên ku mediya
Tirkan li ser bûyerê dikirin, dûbare dikirin.
Teyoriyên dewleta Tirk bi kurdî werdigerandin û
wek "rastiyan" li dijî aliyê kurd li qelemê
didan.
Di çend malperên ku ji hêla van "tekoşerên
internetê" ve li Ewropayê tê birêvebirin,
teyoriyên dewleta Tirk, bê kêmasî tên vegotin.
Kîn û nifreta li dijî kesayeta Ocalan û Tevgera
Azadiya Kurd wilo bê sînore, ku van "tekoşeran"
hemû drewên medya Tirk derbarê rewşa Ocalan de
ji xwe re wek bingeh didîtin.
Li vir em dikarin têbighên, ku PKK tu rol ji
kesên ku li ser xwîna xelkê siyasetê dikin,
nehîştîye. Em dizanin ku PKK rastiya wan grûbên
ku dixwazin bi gotin û xeyalan "Kurdistana mezin"
ava bikin, lê ne amede ne tu fedakriyê an jî
xisarê bidin, li pêşiya gel raxistiye. Lê tişta
seyir û ku ne di mîzana kurdayetiyê û ne jî di
mîzana exlaqê de nayê qebûl kirin,ew e, ku ev
kes kurdan reş bikin û idiayên Cemîl Çîçek û
derdorên wî rast û maqûl bibînin. Ev ne di
exlaqê kurdan de heye û ne jî nêzî prnsîpên
siyasetê ye.
Ji ber hindê, dê gel her li ser ya xwe be û
pişta sembolên tekoşîna xwe bigre û dê di heman
demê de hemû bazirganên peyvê û siloganavêjên
vala, yên ku li Ewropa zarokên xwe didin xwendin
û li Kurdistanê propagandeya şerekî mezin dikin,
qebûl neke û tu carî cih nede wan…
tariqhemo@hotmai.com
|