|
ken û girî
Gulnar Elî
Ji bêhna nêrgizan,
xunav vehûne
xwezî dibûn kelem..
Hinav bi agirê di dil de
dikelî
Buhar digirîya
Digirîya
Di
Gi
Ri
ya
ma bi girîyê xwe ve
Girî li guhê we qedexe bû..?!
Çav giriyan
diqurmiçand
Hêsiran rû dihinî diwestandin şevên min
wê demê çavên we dikir kenî
çavên min dikirin kenî
We hest bi êşa wê nekir
we hest bi nalîna birîna wê nekir
Tirajîdiya pirsên xemabar in
Giriyê te
Ken û girî jê re ma
Giriyê we dîlan rakir
bi êşên tevan têşîya
Şano bi dawî hat
zarokên bê hêz
fenera vemirî ne
rondikan di çavên we de
ronahiyek kêm heldikir
dilê reben pê digirnijî
roj borîn
Şev bûn bi gorî
Direwek!
Xewnek!
Aşopek!
berovajî zîvirî
bê daxwazî
Çavê rojê zîvirî
buhar mêvanê payîzê ye
Ewrê reş
Eniya xwe vekir
baran bariya
tîpên wê ji reşmalên
Ehmedê xanî
Dîdar û hevokên
Xeco û Sîyabend
bîra me anî
Gulbuhar bişkurîn
di şahîyê de
Dil bû kevok,
Xemên di pişkujên
Rekehan
Firîn
stran..
d
i
n
esman girî
rûbarî rêya xwe guhorî
masîya gêj helperî
nêçîra serê siyabend qurban kirî
me dixapîne
nalîna xecokê awazeke nêhênî ye
di hizra min de
wê demê
we kir girî
çavên we sermest
we bo xwe kir kenî
we ji nû ve bo kir girî
di çavên we de
ken bû girî
û dil ...hêdî
hêdî
Şîna xwe
ve
rist.
12- 26- 04
|