|
Jina Kurd di
pêvajoka dîrokê de
Rewşa wê niha çi ye ?
Rêyên pêşketin û azadiya jinê çi ne ?
Kurtelêkolînek
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Xeleka duhem
"Yê bêje û bike, mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e "
Ji pendên kurdî
Bizûtinewa azadîxwaza Kurd bi awakî gelemper di
sedsala 19 an de pêşketiye, hin mîrşenên kurdî
serbixwe li Kurdistanê hatine damezrandin, lewra
jî leşgerên Osmaniyan hêrişên xwe li dijî gelê
Kurd pirtir û xurtir kirin.Wek nimûne, leşgerên
Osmaniyan bi serdariya Reşît Paşa di sala 1838
an de hêrişên xwe birin ser Kurdan, di
berxwedana Kurdan de jinên Kurd li rex mêran
rawestyan û bi hev re li dijî dijminên azadiyê û
wekheviya gelan şer kirin, efserê Elman
R..Moltkê bi xwe ew şer dîti bû û li ser jina
Kurd weha nivîsî bû; min dît çawa jineke Kurd bi
xençerê leşgerekî Turk kuşt.
Dîsan mînakeke din, di raperîna Mîr Bedirxan,
sala 1842 an de jineke Kurd, Helîme Xanim,
hevsera Mîr Noreela Beg navdar bû, ewê
destlatdariya kelha navçeya Boşkalî dikir.
Di dîroka gelê Kurd de herdem baş diyar bû ye ku
çawa Kurd bi hilmeke mirovane, helwestên erênî
li rex miletên dirawsê li dijî hêrişên derva
istandine, di şerê Kirîmê (Qirmê), sala 1853 an,
navbera du Împiratorên mezin, osmanî û rusî de
peyda bû, jina Kurd Fatma Reş ji Kurdistanê tev
300 sîwarên xwe diçe Îstenbolê û ji destlatdaran
re dibêje; em amede ne li gel we li dijî
leşgerên Rusan şer bikin.Li ser çûyêna wê,
rojnameke elmanî nivîsî bû;"Şêra Kurdistanê giha
ye Îstenbolê" Dîsan xanim Fatma Reş di cenga
(1877-1878) an de li dijî Rusan hevpar bû, ewê
500 leşgerên Kurd ji bo piştvaniya leşgerên
osmanî şandin qada şer. Bi vî rengî têkoşer
Fatma Reş di cîhana ewrupî de jî mîna
qehremaneke navdar hatiye nasîn û wêneya wê jî
di nav rûpelên rojnamên ewropî de hatiye
weşandin.
Di destpêka sedsala 20 ê de jina Kurd, Qedem Xêr
li Luristanê li Rojhilata Kurdistanê dewsa
birayê xwe Yosif digre û ewa pêşengiya
serhildanê li dijî Şahê Îranê berdewam dike,
piştî berxwedaneke dirêj, Sahê Îranê bi
alîkariya Omer Xanê Şikakî êrişeke mezin dibe
ser vê serhildanê, lê Qedem Xêr ta dawiyê
berevaniyê dike, paşê ewa ji aliyên hêzên Şah ve
tête girtin, ewa sê salan di girtîgehê de dimîne
û bi nexweşiyê di wir de jî pakrewan dibe .
Piştî rûxandina Împiratora osmanî çalakiyên
jinên Kurd pirtir bûn, jinên Kurd rewşa xwe ya
şundamayî baş dîtibûn, erkên xwe jî rind nas
kiri bûn, lewra ewanan "komela pêşketina jinên
Kurd"di sala 1919 an de li Istenbolê damezrandin.
Hîn di destpêkê de berpirsiyarek ji vê komelê,
EncamYamlukî rola jina Kurd di pêşketina jînê de
dabû xûyanîkirin, û ewê goti bû: "Îro pêşeroja
hemû netewan dikeve qunaxeke nû, di wê qnaxê de,
ji her kesekî re mafek tête dayîn, em jî mafên
xwe dixwazin." Li gor pêşniyara "Komela
pêşketina jinên Kurd "Emîne Xanim jina Şerîf
Paşa ya ku di wê demê de li Parîsê dijiya, dibe
seroka vê komela jinan.
Pisporê dîrok û kêşa Kurd M. Lazêrêv nivisiye;
Kurdan li rex Turkan li dijî Yonaniyan di sala
1920 ê de şer kirine, û Fatme xanim keça apê
Simko di vî şerî de cilên leşgerî mîna yên mêran
li xwe dikir û serkêşiya 100 leşgerî Kurd dikir.
Piştî 1923 an de bergeheke nû li Turkiyê û li
Kurdistanê destpê dike, raperîn û şoreşên Kurd
mîna, şoreşa Şêx seîd Pîranî di sala 1925 de,
şoreşa Araratê 1930 î de, şoreşa Dêrsimê di sala
1938 an de li dijî Kemalîstan çê dibin. Di van
şoreşan de bi hezaran jinên Kurd bi hemû şêweyên
hovane hatin şewtandin, zik qelaştin, pir keç û
jinên Kurdan ta ku xwe radestî dijminan ne kin,
ji neçarî xwe avêtin binî newalan an jî nav
çeman, herweha jî gelek jin ji aliyê Turkan de
dihatin girtin û ewanan bê mêrên wan dişandin
Rojavayê Anadolê. Em dixwazin li vir mînakek
tenê derbarê helwesta jina Kurd ya mêrane hûnin
ziman; Ezet Beg û kurê xûşka xwe piştî soreşa
Şêx Seîd têtin kuştin, serên wan ji laşên wan
dibirin û wan seriyan dişînin Muşê, destladarên
Turk xûşka Ezet Begê, Gulnazê ji zîndanê
derdixin û wan herdu seriyan nîşanî wê
dikin.Gava Gulnaz serê lawê xwe û serê birayê
xwe dibîne, ewa yekser dibêje: "Ev kurê min e ji
bo vê rojê min şîr daye wî, eger min ji bo
Kurdistanê ewa weha nedîti ba, minê şîrê xwe ji
wî re herem bikra."
Di destpêka sedsala bîst an de Hefse Xanim Neqîb
bi navûdeng dibe, ewa malxûya Şêx Qadir û
paltoza Şêx Mehmud bû, ewa di sala 1881 ê de ji
dayik bûye, û di sala 1953 an diçe ser
dilovaniya xwe. Ewê dîwanxana xwe kiri bû mîna
navbendeke xwendinê, dibistaneke êvarene ji bo
jinan vekiri bû. Bi ser vê de jî Hefse Xanim
avahiyeke xwe ji bo vekirina dibistanekê raberî
"Komela zanyarî "dike. Hefse Xanim ne te tenê
balên xwe daye rewşa civakî û ronakbîrî, lê belê
ewa hîn şehrezatir bû, ewa hîn di sala 1930 î de
nameyekê dermafê doza azadiya gelê Kurd de ji
rêxistina yekitiya miletan re dişîne û di namê
xwe de balên nûnerên gelên cîhanê ber kêşa Kurd
ya rewa de dikşîne.
Li gor çavkanî dibêjin; Xanim Hefse bi rindî û
helwestên xwe yên mirovperwerî Şêx Mehmud ji
sêdarê rizgar kiri bû.Tête gotin; di dema ku
Êngilîzan liKurdisanê li dijî Şêx Elhefîd şer
kirin, çend efserên Êngilîzan ji alîyên Kurdan
de hatin yexsîrkirin, Hefse Xanim nedixwast ku
Kurd ziyanê bigînin wan efserên Êngilîzan, ev
qencî û dilovaniya Hefse Xanimê li cem Êngilîzan
jibîr ne bûbû, ji ber vê jî Êngilîzan biryara
darvekirina Şêx Mehmud sivik kirin û li şûn wê
biryara zîndankirina ta dawiya jînê dermafê wî
de derxistin.
Dr.Kemal Mezher dinivisîne; Fatme Mihyeeldîn
xanima şalyarê darayî Ehmed Beg kurê Fetah Begê
di hukumeta Şêx Mehmud de yekemîn mamoste li
Îraqê bû, ewê yekemîn dibistana jinan bi navê
Elzehra di sala 1926 an de li şarê Sulêmniyê
vekir, jinên mezin bi temenê 25 saliyê jî di vê
dibistanê de pola yekê dixwendin, jinên
dewlemend û yên belengaz jî li wê dibistanê hîn
dibûn.
Jineke din "Adile Xanim"(di sala 1859 an de ji
dayik bûye –sala 1924 an de diçe dilovaniyê ),
ewa li Erdelanê gewre dibe, keça efserkî Kurd bû,
lê ewa di sala 1895 an de bi serokê êla Caf ( li
derdora bajarê Helebce) Osman Paşa re dizewice,
ewa bi mêrê xwe re êla Cav bi rêve dibin, gava
ku Osman Paşa di sala 1909 an de dimre, Adile
Xanim bi tenê destlatdariya Helbece 15 salan
kiriye, ewê di vê demê de bazarganî, çandinî û
avahî li Helebce pir pêşda dabûn, dîsan ewê
dadgehek li bajêr ava kir û ewa bi xwe jî dibe
seroka vê dadgehê, herweha ewê zîndanek jî li
wir ava kir bû.
Di sala 1946 ande komara Kurdistan li Mahabadê
bi seroketiya Qazî Muhemed hate ragihandin. Qazî
Muhemed baweriya xwe bi hêz û mafên jinan hebû,
ji ber wê jî ewî ji malê xwe de dest pê kiri bû
û di wê salê de jî "Yekitiya jinên Kurdistanê "
tête damezrandin, Mîne Xanim malxûya serokê
komara Kurdistanê dibe seroka wê rêxistinê. Di
jiyana komara Mehabadê de bizava jinên Kurd li
Kurdistanê bi lez pêşda diçû, di her kolaneke
Mehabadê de jinek ji bo seroketiya wê kolanê
dihat destnîşankirin. Qazî Muhemed pir
piştvaniya têkoşîna jina Kurd dikir û wireyên
wanan bilindtir dikir, wek nimûne; gava destlata
Şahê Îranê komara Mehabadê rûxand, biryara
darvekirina Qazî Muhemed derxist, Mîne Xanim
digriya, Qazî Muhemrd ji wê re digot; tu çima
digrî? Pêwîst e jina Kurd nedîgrî û girî qet li
jina Kurd nayê.
Di sala 1952 an de rêxistina jinan ya yekem bi
navê "Yekitiya Afretanî Kurdistan " û bi
alîkariya "Partî dêmokratî Kurdistan" li
Kurdistana Îraqê hate damezrandin, seroka vê
rêxistinê ji destpêkê de Zekiye Heqî Îsmaîl bû û
paşê Şêrîn Îbrahîm dibe seroka wê, şaxên wê li
çar bajarên Kurdistanê Hewlêr, Sulêmaniyê, Dohok,
Kerkuk hene, evê yekitiya afretan piştvaniya
şoreşa Îlolê di sala1961 ê de dikir, ji nav vê
rêxistinê pêşmerge jî peyda bûn, pir jinên Kurd
baweriyên xwe bi serok M.M.Berzanî xurt bûn,
jineke Kurd ji rojnameke biyannî re goti bû;
eger Cenêral M.M.Berzanî çi ji me bixweze, em
amede ne.
Di sala 1957 an de kongireyek li dijî koledarên
Rojhilata Navîn û li weletên deriya sipî li
Atîna, paytexta Yonanistanê hate girêdan. Rewşen
jina Mîr Celadet Bedir Xan jî nûnretiya gelê
Kurd di wê kongirê de kiri bû û di wir de ji bo
azadiya Kurdistanê rind axivti bû.
Di sala 1970 î de jineke Kurd bi navê
XedîceYeşar li Enqerê di siyaseta kurdeweriyê de
nasdar bû û ewa rêbertiya kovara "Rizgarî" dikir,
paşê ewa dibe sernusera kovara " Ala Rizgarî ",
dîsan ewa dibe yek ji damezrênerên " koma ala
rizgarî", piştî hatina cunta faşêst di sala 1980
î de ser textê dewleta Turkiyê û Kurdistanê, ewa
û tev 150 hevalbendên xwe direvin Sûriyê. Xedîce
Yeşar diçe Kurdistana Başur û li wir jî sê salan
dimîne û ji sala 1983 an de li Ewropa û niha li
Firensa dijî, lê mixabin em niha agahiyan li ser
çalakiyên wê yên siyasî, an civakî nizanin.
Keçeke din xwendekar bi navê Leyla Qasim bi
têkoşîna xwe pir nasdar bû, Leyla ji bajarê
Xaneqînê bû, ewa ji minalî de tev malbeta xwe
awereyî Bexdadê bûn. Li vir ewa li zanîngehê,
beşê zanyariya civakî dixûne, û ewa mîna
endameke jîr di nav rêzên "Yekitiya xwendekarên
Kurd " de çalakiyên pir balkêş dike, ji ber vê
jî ewa di êvarekê de li gel 5 hevalên din Kurd
ji aliyên serbazên îraqî de têtin girtin.Wek
tête zanîn li nik dijminên azadiyê û dêmokratiyê,
têkoşer herdem tawanbar in, lewra jî destlata
Bexdadê evan her şeş xwendkaran li ber
telvîziyonê mîna kesayetiyên gunehkar pêş
hemwelatiyên Îraqê dikirin. Rêcîma dîktetur bi
hemû rengan zor dibirin ser Leyla ku ew lêborîna
xwe ji destlata faşîst bixweze, lê Leyla bi
qehremanî berevaniya xwe û doza xwe dikir, ewê
rûmeta gel û welatê xwe di ser her tiştî re
didît, gefgurên xûnvexwerên şovînîst nikanîn bûn
vîna Leyla bitewandana.
Serdarên xûnmêj di 13.05.1974 an de Leyla ya 21
salî û li gel çar hevalên din li sêdarê kirin.Li
gor ku cihder û çavkaniyên kurdî diçespînin, ku
li cîhanê cara yekem e, jinek tête darvekirin.
Navê Leyla bi kêmasî li seranserî Kurdistanê bi
mêrantî hate bihîstin, ewa pir caran dibû û hîn
jî dibe cihderê derbirîna hestên helbestvanan,
navê wê li ezmana her kurdekî welatparêz mîna
stêrka gelewîjê vedubrise û ewa bû ye beşeke
giring ji bizava tevgera jinên Kurdistanê.
Di Kurdistana Turkiyê de bizava jinên Kurdistanê
jî li rex tevgera kurdî pêşda diçû, ewanan jî
mîna jinên din li cîhanê sud ji heyama siyasî li
cîhanê bi gîştî û ji kêşa jinên cîhanê bi
taybetî werdigirtin, lewra jî jinên Kurd di sala
1977 an de "Komela jinên dêmokratên şoreşger "
ava kirin. lê piştî ku cunta faşêst di sala 1980
î de destladariya Turkiyê û Kurdistana Turkiyê
dike, ewa karên vê komelê qedexe dikin, û
dewleta Turkiyê di sala 1986 an de damezrênerên
wê komelê, mîna Methiye, Sebîne, Gulê, Zekiye,
Muzeyen, Fethiye tawanbar kir, lê 6 jinên
damezrêner jî kanîbûn xwe ji dezgeyên
ewlekariyên Turkan rizgar bikirana û bireviyana
Ewropa.
Di dîroka bizava rizgarîxweza netewên Kurdistanê
de cara yekem jineke Kurd bi navê Sakîne Cansiz
di sala 1978 an de dibe endama komîta navbendî
ya PKK, lê Sakîne di sala 1978 an ta sala 1991 ê
de dikeve zîndanê, navê wê li nik welatparêzên
Kurdistana Turkiyê baş hati bû naskirin. Di
rastiyê de PKK giringiyeke bê sênor dida rola
jinên Kurd di xebatên siyasî û leşgerî de, evê
partiyê bi hezaran jinên Kurd derxistin qada
siyasî û leşgerî, bi sedan kadêr û girîlayên jin
bi saya PKK çê bûne, ji sala 1983 an de jinên
girêla di şerê çekdarî de li dijî dewletaTurkan
ji bo azdiya gelê Kurdistanê beşdar in, li gor
lêkolîner Rohat Alkom dinivîse; 3500 keç û jinên
Kurd di şerê çekdarî de hevpar bûne û bi sedan,
ji wanan pakrewan bûne. Di sala 1979 an de "Yekitiya
jinan" li Mehabadê bi piştvaniya P.D.K. hate
damezrandin, endamên wê yekitiyê 200 bûn . Di
sala 1980 î de hukumeta Îranê hêrişên mezin
birin ser gelek bajarên Kurdan, jinên Kurd
berxwedanên pîdarî û bi taybetî li bajarê
Senendecê li dijî leşgerên dewleta îranî kirin,
nîzîkî 300 jinên Kurd ji aliyê dewletê ve hatin
girtin û hinek ji wanan bi guleyên leşgerên
Îranê hatin şehîdkirin. Di sala 1980 î de
kovareke firansî hevpeyvînek bi jina Kurd Şehîn
Bawafa re ji bajarê Senendecê çê kir, li gor vê
hevpeyvînê, destlata Îranê wê yekser bi gul û
qurşînan dikuje. Weke em zanin jî keça Qazî
Muhemed Fewziye Qazî di sala 1980 î de dibe
endamê komîta navbendî ya P.D.K. li Îranê.û keça
wê ya din Efat di roja 6.09.1990 î de li Swêdê
bi nameke îranî dînamîtkirî şehîd dibe.
Mîna di dîroka nû de diyar e, leşgerên Îraqê di
sala 1984 an de hêrişên mezin li navçeyeya
Behdînan birin ser Berzaniyan, û 8000 mêrên
Berzaniyan birin cihên ne naskirî û ta roja îro
ewanan winda ne. Li gor vê karên ne mirovane
dîsan jina Kurd ziyaneke mezin dibîne, bi
hezaran ji wan bê mêr, belengaz û sêwî dimînin.
Di sala 1988 an de jî rêcîma hov hêrişên mezin
bi navê "Elenfal" dibe ser Kurdan û ewa li gor
peyvên xwedê di pirtûka pîroz de li ser "Elenfalê"her
tiştî ji xwe re rewa dibîne û dîsan bi hezaran
mêr û jin revandin, ewanan birin şûnên ne
naskirî û binaxkirin, bi hezaran jin bê mêr, keç
bê bav û dê dimînin, di gelek gundên Kurdistanê
de jin tenê mabûn. Seroka "Yekitiya Afretên
Kurdistanê" Şêrîn Îbrahîm ragihand ku 10000
jinên Kurdistana Îraqê ji bo azadiya welêt şehîd
bû ne.
Di sala 1988 an de dîsan jineke Kurd Eyşê Gulakî,
endama partiya komunîst li îraqê tête darvekirin,
gelê Kurd ji wê re peykerek li bajarê Koyê çê
kirine.
Herweha jî rêxistineke din ya jinên Kurdistanê
bi navê " Yekitiya jinên Kurdistanê "di sala
1989 an de bi alîkariya Yekitiya niştimanî
Kurdistan hatiye damezrandin.
Dumahîk heye
|