Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 February 2008 16:52

 


Xelat Ehmed

 

 

Wexta em di ber jiyanê re derbas dibûn

Xelat Ehmed

Qehwa sibehê






Diyarî Fatima Savcî



Heman min dikir ji te re binvîsim, çiya di bin giraniya dilê xwe de ji ĥeyl diketin. Pilingên Qendîlê bê nalîn li çavên cîhanê û aliyên wê yên mirî nanerin, ne bendewarin û berfê tajon Adarê. Gur ketiye zeviyên me, gur.


- Ji xewnên te yên zîvîn re, noş.
Were em peyala şevê û vî zimanê cengene hildin birînan.
Dîsa were, em ji birînên xwe vî zimanê cengene hînî gul û ken bikin.
Em dîsa peyala şevê û birînan hilidin helbestê, û ziman bi xwe re gêêêêêêêj bikin, belkî xeribiya me were ser hişê xwe -


Tu zanî li pala çiyê, pêşmerge di kela dilê xwe de bê hedanên? Jibîr nekirine konên reva milîonî. Heman ev bûn, pilingên Qendîlê yên ked û dilên xwe li ser zendên xwe bezandin hewara di bê xewdîtiyê de dixeniqî. Jibîr nekirne ha, tenê aliyan rêyên wan di moranê de şaş kirine.


- Mirin li van deran hesan e, pelên li ser serê van xelikan xewnên, hesan dihilgurin.
Ne mişit û pîvane wextê mirinê, tenê mirin e.
Lale ji laşên min dirijin derya, lê dîsa jî, mirin li van deran hesan e û xewin, hesan dihilgurin -


Çirayên Qendîlê diçirisin. Berfa bêbav davên xwe yên sû li ber tiliyên wan vedane. Germa dilê me nikare davan bide paş, ne jî peyvên me dikarin kolanên Turkiya hilkutin. Ne Amed tenê diya wan e!!


-Ez jî wek te destê avê berdim, berav wêneyên min dişeliqîne.
Gola Nêrsiz têde hij xwe kirî di van deran re neburiye. Çîrokên nîvşewitî rupelên xwe dixwin, derewa Sîmirê hidî nema dibêjin -



Ana didu ji daxwiyaniyên başiqe yên rewşenbîran giheştin min. yek dibêje: em cîrana xwe Tirkiya vexwendî danûstandina bi rêjîma Iraqê re dikin di gel tevlîbûna desthilatiya Kudistanê. Em tevahiya aliyên vî şerî vexwendî rêzgirtina çareseriyên hemdemî û dîmuqratî û rêzgirtina mafên mirovan dikin.
Ya din dibêje: em weku rewşenbîr ji serok Celal Telebanî dixwazin ku vexwendina rêjîma Tirkî ji bo seredanê qebûl neke, ji ber ev vexwendin di nerîna me de kêmkirine ji kesayetiya wî re û heqaretkirine ji hebûna miletê kurd re. Em piştgiriya xwe ya bê merc ji serhildaneke miletî re li dijî hêzên tirkî li başurê Kurdistanê didin xwiya kirin û di heman wext de em bi serokatiya partiya karkerên kurdistanê( PKK) re disekinin di guhaztina şer ber bi kurahiya Tirkiya de, û ji tevahiya milet dixwazin ku di tevahiya bakurê kurdistanê de bi serhildanê rabe.
Ez kîjan daxwiyaniyê emze bikim Fatîma?
Heger min emze kir dê ev daxwiyaniya emzekirî bi kude were şandin? Kî dê lê binere û guh bidêyê? Emza min dê berfê bide paş û aliyan veke û kela dilê pêşmergeyan bigehîne hewara çirayên Qendîlê ?


-Di birîna xwe de girêdayî, kirasê xerîbiyê min di xwê de dipêçe. Mirin li ber dilê min e.
Dê çawe bêjim rojê: roj baş? -



 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1