|
Ev çiya,
çiyayên bilindê dawî ne..
bila hemî çiya, hemî bilind, û hemî dawî,
yên çûyîn û yên mayîn,
bilind û bilind,
bibihîzin…
Ev çiya,
çiyayên Gerîlla û Gerîlla, şipêya;
çiyayên ku şipêya dibin dost,
û şipêa, dost dimînin;
şipêya baranê diçinin
û şipêya dibin şehîd,
çiyayên bilindê dawî ne;
çiyayên Kurdên dawî;
mezinên dawî,
dostên dawî,
Kurdistana dawî,
destên dawî,
soza dawî,
sebra dawî,
hawara dawî,
û xwîna dwaî ne…
Ev çiya,
ne çiyayên bilindê, „ji nişkê“ ve
dostên „ji nişkê“ ve,
û xwîna „ji nişkê“ ve ne.
Ev çiya,
çiyayên bilindê misoger;
dostên misoger
û xwîna bi Kurdî, misoger in.
Ev çiya,
çiyayên beza dawî ne;
ku bi Kurdî, bilind, dibezin,
sînor, bilind, dibezin,
xwîn, bilind, dibeze,
tembîkname, bilind, dibezin,
berf, bilind, dibeze,
û azadî, bilind, dibeze…
Ev çiya,
çiya û çiya ne.
Ev çiya,
bala û bala ne
Ev çiya,
gerîlla û gerîlla ne.
Ev çiya,
heta û heta ne.
hoshengbroka@hotmail.com
|