rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1

Wednesday, 27 June 2007 23:39






ÊZDÎYATÎ
Xanna Omerxalî



 

Êzdîyatî, yek ji qedîmtirîn dînên kurda û Rojhilatê ye ku hina di gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyên kurdan şopenderê (duketî) Êzdîyatî û Zerdeştiya klasîk bûne.
Niha hejmara tevayê kurdan nêzîkî 40 mîlyon kesî ye. Kurdistan cîh û warekî pir berhemdar e û erdnîgariyeke gelek stratejik de cîh digire. Lewma jî hertim çavê dagirkeran lê bûye ku bixin destên xwe. 

Timmî ye..Timmî ye
Ebdulrehman Efîf

Destê te bê hingulîsk e
Di ba de ye û şibake
Tê re dinere…

Tê re gulistana Qamişlo
Dimeşe…
 
Hewara hinavên herijî
Welîd Murad


Kurteçîrok
Name
Azer Osî

Min qêmîşî te nedikir yar,
ji te re….
nameya, ku ji ber!
biwestin çavên te,

Çand / Kultûr

Gera bi Kurdî, di navbera du Xwedayan de
Hoşeng Broka

 

Di xweşwaniya salyadiya koçkirina 38an de ya kurdperwerê hêja nemir Reşîdê Kurd
Mihemedê Seyid Husên

 

Mewdayên Pirsyarê
Sebrî Silêvanî

Em wek regez aferîdeyên dengdêr bi mirov dihên naskirin û wek nasname jî bi kurd. Di herdû baran de sermayeyê me tenê hindek

21ê sibatê roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye
Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Mudûrê Giştî yê UNESCOyê Koîcihiro Matsuura beþdarî seremonîyê bû û konferans vekir. Serokê NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî mesajek şand vê konferansê.  

Turkbûna Kurdên Almaniyayê,
Ne Gunehê Dewleta

Turkan e.

Arşevê Oskan
 

Çîrokên bajarê xemgîn (1/7)            
Çawa 30 hezar pirtûkên kurdî hatin şewitandin
Rûpelek ji dîroka winda a xiristyanên Kurdistanê


Mehmed Nas - Sêrt:
Paşê min bihîstibû ku li wir bêtirî sîh hezar pirtûk û gelek destnivîsên kevnar û belgenameyên hemû dêrên heremê li wir bûn. Leşker û eşqiyayan agir berdan wan pirtûkan. Agir çiqas diçû bilindtir dibû. Êdî dest bi avêtina mirovan dikirin, pêşî ew jina cîh nîşanî

ZIMANÊ DILÊ MIN
Mürüvet Y. Cacim

Malxirabên şevan çiqas bêdeng in, wek bîrên tarî û kûr, ker û lal in wek mirina bêdawî. Şevên ku hisretê dawî nake, pevgîhanê (gîhîştîna hev) xwedî nake, dipalin kûraniya bîra dilê min ê birîndar. Tikes hewara dilê min nabhîse; ramana min dixwaze ku roj derê û bibe sibeh. Lê

BEDIRXAN, KUTAY, ÇINAR… Û GULÊN LI SER KELBEŞÊ
Jir DILOVAN

Dîroknivîsê tirkan û kemalîstê mezin Cemal Kutay, roja 04.02.2006an di 97 saliya xwe de mir. Wî jiyana xwe ya dirêj bi nivîsandina187 pirtûkên derbarê tirk û tirkîtiyê de

Ber bi zimanê kurdî yê hevgirtî û standerd ve herin
M. Emin
  Kurmancî   
Ziman nîşana hebûn û mana her miletekî ye û yek ji stûn û binemayên serekî yê netewî ye û sîma û pênasiya miletî ye, çi miletê hebe bi zimanê xwe tê naskirin û pê nêvnas jî dibe,

Islamî + Erebî = …?
Sebrî Silêvanî

Di pirtûka felsefe û modêrnîzimê de Hîgil dibêje:Saziya ku mifayê wê negehe tevayiyê saziyek berguman û lawaz e.
Gotina wî - wek sirge - dikare heta radeyekê biselmîne ku

Hunermend Siyamend: Welat ez fêrî mûzîkê kirim
Ne partiyên kurdî û ne jî tu dezgeh hene ku xwe bidin ber hunermendan û piştgîriya wan bikin
Hevpeyvîn: Kerem Yusiv

Siyamend (24 salî) yek ji hunermendên kurd e, li hundirê welêt dijî, bêtirî 10 salan e ku tevî nexweşiya xwe (kwîtbûn) di warê mûzîkê de kar dike. Me xwest ku di rêya vê hevpeyvînê re ronahiyê bavêjin ser mûzîk û jiyana wî.

"Baronê Diz û Keleşan"
Cankurd

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne. Weku Mehrdad Izady, ji Zankoya Harvardê, di lêkolînek xwe ya hêja de, li ser Keleha Yezdîgurdê, ku ji aliyê kovara

Pêwîstiya hebûna rêxistineke jinan
Suad Cegerxwîn

Berî Çend salan dema ku ez vegeriyam bajarê Qamişlo
Min li tevgera jinan temaşekir, min dît ku jinên kurd ta roja me ya îro bê rêxistin in. Ji bilî jinên ku di nav hêzên polîtîk de

Gelo tevgera kurdî amade ye ji bo pirojeya guhertinê?
Lewend Hisên

Li gor nûçe û bûyerên li herêma Rojhilata Navîn dibin, wek nakokiyekê di navbera du layena de heye: yek- dixwaze bi mehna ku ev ramnên han,

Stranbêj û şanoger Bavê Delîl
Ciwan Dêrikî

Nemir Mihemed Emîn bavê Delîl yek ji wan kesan e ko di ber kurdîtî û welatparêziyê de tekoşîn kiriye û li ber xwe daye çendî ko rewşa wî ya aborî çetin û dijwar bû jî
"Mirina ji bo Azadiyê"
Cankurd

Bêtir ji salekê ye, ez di vê girtîgeha hesinî de me. Çawa ez dizanim? Min bihîst. li ber derî,

 

Helbest

Mihemed Elî
Tu wek gula biharê

Bêdestûr
Di paytexta dilê min de
şîn bû…
Rengê te
Bîna te cuda bûn
Di nav bihara rengîn de
Tu bi serê xwe biharek bû

Kaxezên qeşayê
Tengezarê Marînî

Li ser zimanê te lêv bêdawî ne
daristananeke maçan e
diçî, dev ji hev derdiçin
diçî, gulek li ser singa te
çavên baxiziyê

Xwîna tiştan
Mehmûd Badilî

Ji canê Memdûh Idwan re

Baweşkên peyvên te
di guhê hestê min de
jîn didin
Tu bû

HEVALÊN ME
Reyhan Sarhan

Min pir heval nasîn û naskirin
Lê belê hemû jî bi dema xwe re hatin û çûn
Wekî pelên darên payîzê zer bûn
Weriyan, ketin bin berfa zivistanê û heliyan
Bûn ax û av hevalên me

Peyv û bêdengî
Şengül Oğûr

Ya yezdan, îro dîsa min hemû sûnd û peymanên xwe binpê kirin, min
şikenandin zincîrên pola û min xwe avêt bextê dilê peyvên

Devera xewnê
Ehmed Xursî

Kilûdya...
ne yara min bû ... xecokê
dema befrê
şopa pêlava min... didizî

Li gund
Helbest:Vîktor Hîgo
Werger: Anahîta Hemo

Dizanî tu ku pir ji van tiştan hezdikim: Deşteke ku cîhan, bi tevaya xwe lê rûniştîbe û dîwarekî kevin tê girtin;

DE LORÎ
Mürüvet.Y.Cacim

De were tariya dilê min
Ramana min ya koçber
weke êşekê bikeve nav bedena min
ji bedena min biqetîne vî rihê kole

Hêja birîna min
germ e
Receb Dildar

Hêja birîna min germ e
Cixareyekê bipêçe,
Di nava dûmana wê de
Xeyalan bibezînim,
Ji bo vî canê jihevketî
Di quncikê dilê xwe de

Dar
Mehmûd Badilî

Bi rehên te:dara min
min aso çand
li her deverê
pê re sitûna xewnên xwe
û li ser devê rêyan
min kevir kirin bendewar.

Valahiyên buharê
Helbest: P. PÊRVÊRDÎ
Werger: Anahîta Hemo

Carekê bi tenê, di ber kortekê re ez bûrî bûm û min eniya xwe danî bû,

Xulamên
xulamokan e

Konê Reş

Xulamên xulamokan
Çavnêrî û zêrevaniya
Şopa û şûna te û

GAZÎ
MELEVAN

Reştar li dor min hildibe
Bihnefişk bi giyanê evra dikeve
Zim, zim û çing ,çinga mîxên li hev siwar
Bi kulaban gewdê min simandin

TU NEHATÎ
J
îr DILOVAN
Çend bihar bihûrîn
Çend havîn
Nizanim çend payîz
û zivistanên temenqesifandî

Bêdengî
Mehmûd Badilî

Dema bêdengî min
himbêz dike
cîhanê tevî himbêz dikim

Bêzariya Heskirina te
Mesûd Xelef

Tişt nabe
Ew jî rojek bû
Ew jî xewnek bû

Nûçe / Şîrove / Daxuyanî

Sala zimanê kurdî li Qamişlo deng vedide!

Qamişlo bi vekirina Pirtûkxaneya Celadet Bedirxan beşdarî sala zimanê kurdî dibe

Daxuyaniya damezirandina pirtûkxaneya mîr Celadet Berdirxan bo çanda kurdî li qamişlo
-Pişkdariya me di sala zimanê kurdî de -


Li Qamişlo wêneyê şêx Meeşûqê Xiznewî li ser dîwaran hate çapkirin
Qamişlo/rojava.net: Grûpeke nenas wêneyê şêx Meeşûqê Xiznewî li çend kolanên bajarê Qamişlo, li ser dîwaran xist. Ev çalakî di seetên dawî ên şeva 26.02 pêk hat. Wêne herî bêtir li kolanên Cirnik û Enteriyê hatin dîtin.
 
Daxuyanî:
Koçka zimanê kurdî (KZK) we fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dike!
Daxuyanî bo raya giştî derbarê çewisandina
nivîskarê kurd Merîwan Helebçeyî

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

Helwesta Navenda PENa Kurd li ser Karîkatûran
Navenda PENa Kurd

Di çavên nivîskarên Kurd de, Danîmarka û civaka wê mînakên toleransê, yeksaniya komeleyî û zayendî, lîberalîzma siyasî û geşbûna aborî ne. Em rêzeke mezin didin çanda Danîmarkayê û nivîskarên wê yên mezin mîna
 
Li Rojhilatî Kurdistanê serîhildan

Roja pêncşemê 16. 02. 2006ê, demjimêr 10. 30ê sibehê, daku li dijî siyaseta desthilata Îranê xwepêşandanekê li darxînin, daketin kuçe û kolanên bajarê Makoyê. Di serencama xwepêşandanê de, deh kes ji xelkên Makoyê û 3kes ji xelkên bajarên din hatine kuştin û bi qasî 25 kesan birîndr bûne û 700 kesên din jî hatine giryin.

Partiya Demuqratî ya Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) piştgiriya sala zimanê kurdî dike
- Em bêdudilî sala zimanê kurdî destek dikin û pîroz dikin.
- Di piroje û çalakiyên vê salê de em ê li gor hêz û karîna xwe alîkar bin.
- Me biriyar daye ku em belavokekê bi nave PERTEW bi kurdî biweşînin û zimanê fermî di nav partiya me de tenê kurdî ye.

12 adarê 2006
 konfiransek derbarê pirsa kurdî li Sûriyê di kongrêsa emerîkî de
Kamîran Haco: Pêşewaziya şandeke kurdên Sûriyê ji hêla wezareta derve a USA nîşana giringiya pirsa kurdî ye

Endamê şanda kurdî a ku çûbû serdana Emerîkayê Kamîran Haco ji rojava.net re axifî û diyar kir ku ew li ser „vexwendina wezareta derve ya emerîkî çûbûn serdana USA” Vexwendin bi xwe jî di rêya ” komîteya amadekar ya Kongirê Dêmokrat ê Kurdên Sûriyê li Emerîkaya Bakur” giha şanda kurdî. Haco diyar kir ku komîte xwedî ”roleke giring bû di vî warî de”.
Şanda ku ji Kamîran Haco, Dr. Seedeldîn Mele û Xelîl Kerro pêk hatibû, li gor agehdariyên K. Haco bi ” berpirsiyara beşê Sûryayê di wezareta derve

Şevbêrkek li ser mafê Mirovan
TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ- DÊRIKA HEMKO roja înê 10-2-2006 şevek taybet bi zimanê erebî li darxist, mijar jî
( danxwendina mafê mirov )bû, semînervan mamoste û parêzer ZERDEŞT MÎRÎ bû
 
Berpirsekî YNK guman dike ku Kanî Yilmaz di serencama karekî terorîstî de hatiye kuştin
Endamê serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mehmûd Sengawî guman dike ku teqîna roja înê li Silêmaniyê ku di serencama wê de siyasetmedarê kurd Kanî Yilmaz û 2 kesên dî hatin
Roja pêncşemê dadgehkirina kurdan li Qamişlo tê protestokirin
Hin partî û dezgehên kurdî li rojavayê Kurdistanê bangî xelkê kurd kirin ku roja pêncşemê, 09.02.06 dadgehkirina 47 kurdî li Qamişloyê protesto bikin.
 
SALA 2006`ê SALA ZIMANÊ KURDÎ YE
Em dîsa dubare dikin, erkek pîroz e û pêdiviyek neteweyî ye li ser her Kurdekî netewparêz li vê bangê xwedî derkeve û em hemû karîn û derfetên xwe bidin 
 K.M.Ç
-

Miço Kendeş: Serokên eşîran li şûna Beşar, Bitêhan dîtin!

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


rojava@rojava.net
 

Neue Seite 1 Neue Seite 1