|
Di hejmara yekem ya kovara HAWARê de Kamîran
Bedirxan gotarek nivîsandiye bi navnîşana "Edebiyeta
welatî". Di vê gotarê de gellek hest û ramanên
netewetiya kurdî henin, bi taybetî di mijara
ziman û kultûrê de. Ev ramyara di sala 1932 de
weha dibêje : "Edebiyeta welatî, ew edebiyeta ku
ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û
çîrçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî hiltê".*
Celadet Bedirxan HAWARê weha pêşkêşî xwendevanan
dike : "Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê
me dê bide nas kirin, lewra ku ziman şerta
heyînê a pêşîn e"**
Bi nêrîna min, ev gotinên Kamîran û Celadet
Bedirxan bingeha kurdewariyê dadimezirînin,
regezên netewîtiya kurdî diyardikin.
Em dizanin, her mirovek bi navê xwe nasdibe, û
her gelek jî bi zimanê xwe têt nasîn. Ziman
kesayetiya gelan bi hawirdorên wan re sînordike,
û ji aliyekî din ve têkiliyên taybet navbera
gelan de avadike.
Di dîrokê de gelê zindî, êku zimanekî xwe yî
serbixwe afirandiye, û bi wî zimanî kultûra xwe
hunandiye û dihûne, hûnereke xwe ya taybet
pêşdaxistiye, û bûye xwediyê stran, çîrok, efsan,
tore û raman, û bi vî awayî şaristaniya mirovan
zengînkiriye.
Ku em bi kûrbînî li gotinên Kamîran û Celadet
binêrin, em ê fêmbikin ku ev bengeraziya wan ne
ji bo ciwanên Kurd tenênin, belam ji bo
rewşenbîr û nivîskarên Kurd hemûyanin.
Ez dixwazim bibêjim, miletê dev ji ziman û
kultûre xwe berdide, ew hest û ramanên xwe yên
netewî jî wendadike. Wê çaxê giriyê wî, hesreta
wî li ser koka pavpîran bê wateye.
Heydedana dayîkê û rûmeta wê, ne ji bo ku em di
zikî wê de çêdibin, û derdikevin vê cihana ron,
a ji bilku dengê siftehîn di vî gerdûnî de em
dibihîsin dengê wê ye. Wê em fêrî zimên kirin ji
bo em vê cihanê nas bikin, wê mejiyê me
perwerdeyî despêka ramyariyê kir, wê hestên xwe
di hundirî me de çandin. Loma xiyaneta tewre
mezin di dîroka mirovahiyê de, xiyaneta bi dê re
ye, bi nasnama wê re ye, bi zimanê wê re ye, bi
înkarkirin kelepora we re ye.
Bêguman gelê bi ziman û kultûra xwe lawaze, ew
bi kesayetiya netewetiya xwe jî lawaze, ew bi
daxwaz û armancên xwe lawaze, û li hember gelên
din xwe bi çûk dibîne, bi awayekî diyaliktîk
dikeve pêvejoya asîmlasonê.
Ramannivîsê meyî hêja Mehmed Uzun carekê di
televizyona kurdî de got: berî em bibêjin çendîn
Turk û Ereb û Farisan sitemkarî li zimanê me
kirine, werin em ji xwe bipirsin çendîn me bi
xwe sitemkarî li zimanê xwe kiriye?.
Siyaset û raperîn roleke mezin ji bo rizgariya
gelên bindest dilîze, lê ti gel bisernakeve, ku
bi hêzdarî nekeve tekoşîna ronakbîrî û
rewşenbîrî, nemaze bi zimanê xwe yî netewî.
Gava gelê Polonya hîn di bindestî Rusanda bû,
partî û rewşenbîrên tevgera rizgarkirina wî bi
dizî nifşên xwe yên nû fêrî ziman û kultûra
polonî dikirin.
Dema ez di partiya komonîst ya Suriyê de
dixebitîm, min gelên bindest yên cihanê gîşkî
kiribûn hembêza xwe, ez bi êş û jana karker û
cotkaran dêşiyam( ez hîn dêşim), lê min
tiracidiya gelê Kurd kêm dizanibû, ez dûre
dîroka wî bûm, ez tu carî nefikirîm zimanê xwe
yî kurdî xort bikim, pê binivsim. Dibeku ez hîro
siyaseta partiya komonîst li hemberî doza kurdî
tewanbardikim, ji bilku internasonala wê ji bo
hemû xelkên cihanê re bû, xeynce miletê kurd. Lê
berî ku ez vê partiyê tewanbarbikim, gereg ez
xwe tewanbardikim.
Min didît çawa Kurdên me yên Şamê di vê partiyê
de ji kokê de asîmlasiyon bûne û dibine, tîştekî
li ser dîroka Kurdî nizanin. Ji wan hebûn ku ew
û jina xwe bi zimanê kurdî dizanin, lê bi hev re
bi erebî diaxivîn, û zarokên wan peyveke kurdî
nizanin. Di vê partiya komonîst de, me bi xwe,
zimanê xwe berve zebûnitiyê dikir.
Ez ne poşmanim ku beşeke mezin ji jiyana xwe di
vê partiyê de min derbaskir, û ta niha ez gellek
ramanên marksîzmê rast dibînim. Lêbelê ez
poşmanim ku min gelê xwe jibîrkiribû, min bi xwe
zordarî li zimanê xwe dikir, ezê ku wexta çûme
dibistanê, min peyveke erebî nizanibû.
Ez ne netewperestim, û ticarî jî netewperest
nabim, lê ez dixwazim ji ciwanên me re bibêjim,
tiştek ji zimanê netewî bihatir nîne, û
kurdewarî bê xurtbûna zimên karekî qelse, karekî
ne misogire.
Gellek xortên me di partiyên kurdî de xebitîn,
bi can û bên ji bo mafên kurdan berxwedan, ketin
zindanan, îşkenceyên hovane lêbûn, ji dibistan û
zanîngehan hatin qewtandin. Ji van, gellekan
paşê karê partiyan berdan. Hinek li mala xwe
rûniştin, hinek ketin partiya deshilatdar li
Suriyê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî,
hinekan xwe kirin xizmeta polîsan. Lê ji van,
ênku li kêleka xebata xwe ya siyasî, zimanê xwe
yî kurdî xortkiribûn, pê diramiyan û mijûl dibûn,
gîştibûn asta bi kurdî serbest bixwînin,
binivîsînin, gellek beşên kultûra kurdî ya
kilasîk azberkiribûn, evana tênê bi raman û
hastên xwe yên netewî ta niha man. Çimkî zimên û
kultûra kurdî kesîtiya wan e kurdî parast, û bi
awayekî din, di xizmeta doza kurdî de man.
Zimanê kurdî nehîşt evana ji xeleka gelê xwe bi
dûrkevin, yan jî bibin dijmin.
Bi nêrîna min netewa gelan ne bes hebûna wan e
dîrokiye, ne bes jiyana wan e li ser axa
bavûkalane, ne bes…, belam a tewre girîng çawa
ev gela bi zimanê xwe dirame û xwe dibîne, bi
zimanê xwe tiştek dide şaristaniya mirovan.
Min ev gotinan gîşkî gotin ji bo ez partiya
zimanê kurdî pîroz bikim, û helbestvanê me yî
hêja Ehmed Huseynî destek bikin, xwe di xizmeta
armanca partiya wî kim.
Lê di eyînî demê de çend têbiniyên min li ser
merca vê partiyê hene, û çend pêşniyaz jî, eze
di gotareke din de aşkere bikim.
_____________
*.HAWAR, weşana NÛDEM 1998. Rûpela27.
**.jêderê berê. Rûpel 23
|