|
Kurê Windayî..!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Serokê Sûriyê û kurê serokê berê, Beşar Essed
van rojan matmaye maye. Ew nizane dê çi bike û
çawa kar û barê "Dewleta Sêwî" ya ku li şûna
bavê wî maye, bimeşîne.
Ji aliyekî Essed Lubnan (kaniya xêrê) ji destê
xwe berda û di bin zext û gefên Ferensa û DYA yê
de hêzên xwe vekişand. Li gor vê yekê ew xêr û
bera (botcha) ku her sal ji Lubnanê radikir,
nema dihereke Şamê. Ji vê yekê wêdetir( û
tahlûketir jî) biryara itnîqamê ya ku da û di
encama de, di serî de serokwezîr, bi dehan
rewşenbîr û siyasetmedarên dijberê
desthilatdariya Şamê li Lubnanê kuşit.
Essed berê jî gotibû,"Ezê Lubnanê, berî
derketina hêzên Sûrî, xir xerabe bihêlim. Ezê
beyrûtê bi ser serê we hilweşînim". Mêrik ev "soza"
xwe bi cih anî. Heya niha 14 kesên hêja û
giranbuha kuştine û "sêwlekên" xwe, ji hêzên
quricî û sixûrên Aytulahên Tehranê û zilamên
Bassa Sedam bera sukira hikûmeta meşrû û
hilbijartî ya Beyrûtê dane.
Essed bi kuştina simbolên tekoşîna Lubnanê û
hewldana afrandina tevlihevyê li Lubnanê, sozên
xwe yên xerakirina vî welatî bi ich tîne. Ev
yeka sozên dektatorê cehemî Sedam Husên yên "Ezê
Iraqê ji we re welatekî wêrankirî bihêlim, eger
rojekê ji desthilatdariyê dûr bikevim" tîne bîra
mirov.
Ez bawer dikim her 2 kesan jî heya radeyek
serkeftî sozên xwe bi cih anînine…
Mesela Essed hîna neqediya ye. Dadgeha Navnetewî
ya derbarê kuştina serokwezîrê berê Refîq Herîrî
de, hîna li dar nektî ye.
Dadgeha mijara gotinê dê Essed wek berpirsyarê
sereke û "kesê ku biryara kuştinê daye" bi nav
bike. Ji ber hindê Essed zilamê xwe Hesen
Nesrulah serokê Hizbulaha Iranê xistî ye dewrê
de.
Xwesteka Hizbulah û kesên derdora wê ya sereke
jî ew e, ku dadgeh bi çi şêweyî dibe bila bibe,
pêwîste neyête sazkirin.
Essed "mîrasê" bavê xwe yê bi dehên salan li
Lubnanê hatiye "gewdekirin" di maweya 2 salan de
têk bir. Ji vê yekê zêdetir jî, biryara kuştina
xelkê da û destê xwe bi xwîna baştirîn mirovên
Lubnanê sor kir. Niha jî şûrê Dadgeha Navnetewî
ya DYA û Fernesa yê û "egndeyên" wan yên
cûrbicûr li ser serê wî ragirtî ye.
Derbarê Iraqê de jî "Kurê Windayî" tevlihev bûye.
Ji aliyekî terorîstan "qefle li dû qeflê" dişîne
vî welatî da ku welatiyên Iraqê yên bê sûc
bikujin, û "Projeya DYA yê ya peydakirina Iraqek
demokrat û fedral" têk bibe. Ji aliyekî din jî
serokê Iraqê mam Celal pêşwazî dike û sozên "alîkariya
bichanîna aramiyê li Iraqê" dide.
Essed ji ber ihtîmala derbeya DYA li dijî Iranê
ketî ye hev. Ew ditirse rejîma meleyên Tehranê
ji holê rabe û ew li wê qadê bi tenha xwe bimîne.
Jixwe têkilyên wî bi Misir û Arabistana Saûdî û
Urdunê jî pir xerab in. Essed berî demekê
seroktaiyên van welatan mîna "xayin û nîvzilam"
bi lêv kiribû.
Kesê siyaseta welatên ereban dişopîne, baş
dizane, ku ev her 3 welat hevalbendên DYA yê ne
û niha roleke mezin di "pêşîxweşkirin û
amedekirina" derbeyek Amerîkî an jî Israîlî li
dijî Iranê dilîzin. Ew niha kampaniyek bê hempa
ya reşkirina Iran û tevahiya Şîyan li ber çavê
welatiyên ereb dimeşînin, da ku dema lêdana
Iranê tu lome ji wan neyê kirin.
Essed dizane ku eger Tehran birûxe rejîma wî jî
li pê ye. Ji ber hindê wî têkilyên xwe di "bin
cilkê" de bi Israîlê re danîn. Xwest ku "aşîtiyek
maydine" li gel Israîlê imza bike. Golanê li
himberî qutkirina alîkariyê li ser Hizbulah û
Hemasê û "Dawîanîna" li "Hevbenidya Statîjîk" ya
bi meleyên Tehranê re. Lê tevî vê yekê jî Tel
Evîvê qebûl nekir. Hin jêder dibêjin, DYA rê li
ber vê "pêşkeftinê" girt û nehîşt Israîl zêdetir
bi Essed re xwe berde. Sedem jî, wek hinek
çavdêr dibêjin, ew e, ku DYA biryara rûxandina
rejîma Essed daye û gava 2 yem ya piştî lêdana
Iranê hilweşandina rejîma Essed e.
Berî 2 salan jî, Essed bi fermî navê wilayeta
Eskenderonê ji neqşeya Sûriyê rakiribû û bi ser
Tirkiye ve vekiribû. Ev gav jî li gel hemleya
girtinê ya bi dehan welatparêz û tekoşerên kurd
û radestkirina wan ya ji bo dewleta tirk, hatibû
kirin.
Tevî van hemû pêşveçûnan jî, kampaniya Essed ya
girtin û darezandina hêzên siyasî yên demokrat
berdewam e. Li Heleb û Efrînê kurd têne girtin.
Li Şamê komek rewşenbîr û demokratxwazên ereb bi
tuhmeta "hewldana parçekirina Sûriyê û guhrtina
rejîmê" têne darezandin.
Essed, an jî "kurê windayî" yê ku bavê wî ewqas
bar da ser pişta wî, tevlihev bûye. Ew li
himberî van pêşveçûnan tam bê tedbîr û
stratîjiyek xuya ye. Ji ber hindê mirov nikare
tu hêviyên xweguhertinê jê bike. Berovajî vê
yekê, mirov guman dike, ku ew ji ber vê
tevliheviya xwe, dê destê xwe li dora sukra
welatiyên xwe bişdîne û biryara komkujiyên nû
bide…
Ev nivîs di rojnameya Yeni
Ozgur Politika yê de hatiye belavkirin.
|