Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:05

 

 

Xwe nîşan bide!
Kamran Simo Hedilî


dil
serxweşê awazên kewan
kulîlkên çiyan
serkeftinên winda ye
çav
li teşîrêsiya xeyalên te
di şadiya xwe de mest in
di tenêtiya xwe de
tu afirandin
da werê têgihiştin
rojên di şevê de veşartî
fikirê min î
di fikirkirina te de bêmefer
şev jî
roj jî
di çavên min de
nîgarkêşên qasidê hatinên e
ala winda
kolanên qeşagirtî
oda tarî
henasa xewnên te ne
xwe nîşan bide
da jêderên dîtinê tûre nebin
te nebînin
naxwazin tiştekî din bibînin
deriyê xwe digirin
ji xunava mijgulan re
çêja gotinê nîne
ku kenokiya te
jînê wernegerêne çira û findê
stranên hilbijartî
daxwazên zaroktiya qurifandî
navê hatî jibîrkirin
di awazên te de
hatine veşartin
Arîna
di bêdengiya xirbihên Hatuşa de
dinalê
demderengiya êvarê
werzê jîna mayî
xeyalên baskşikestî
min difiroşine derewên tî
şadî û rastî
mane li bajarên mirî
lehengî
di serhildana xwe da fetisî
Mîtanî, Hatî û Hurî
di xewn û xeyalên min de
bûne diyarî


11.01.2007







                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1