|
Werger: Welîd Murad
Navê wî ê rastî “Valentin Fey” ye, ew di sala 1882ê de li bajarê
Mûnixê (München) li Elmaniya, ji dayîk bûye. Piştî dema dibistanê û
qerebalixa xwendinê, ew di sala 1902ê de berê xwe dide dibistana
huner û şanogeriyê û ew qûnaxa destpêka wî bû ko bi berfirehî tê
naskirin.
Di sala 1908ê de, di şanoyeke ko wî bixwe amade kiribû, bi
serkeftinek bêhempa jê der dikeve û deng vedide.
Di sala 1911ê de, hevnasînê bi “Liesl Karlstadt” re çê dike û wê ji
xwe re dike heval (jin). Wan herduyan bi hev re ji sala 1915ê dest
bi pêşkêşkirina şano û lîstikan li Münchenê kirin. di salên bîstan û
sihan de, ew gelek caran li Wienê paytexta Austirya, li Zurichê
Pytexta Siwêsira û li Berlinê paytexta Elmaniya bi huner û
şanogeriya xwe dibûn mêvan. li wan cîgehan lîstik û parçeşano
pêşkêşî cemawerên xwe dikirin.
Di sala 1931ê de, Valentin ji bo xwe û hunera xwe, şanogehek taybetî
damezirand. Ji bo wê mebest û armancê jî, hemû sermiyanê xwe jê re
terxan kir. Û tiştê di wan salan de kom kiribû, tev di oxira wê de
xerc kir. Ev şanogeh di sala 1934ê de, bi şêweyekî fermî hate
vekirin. û karên hunerî tê de, hatin pêşkêşkirin. Lê mixabin, piştî
salekê ji ber eger û astengiyên eborî, neçar dimîne ko wê dîsa
bigirê. Piştî wê qûnaxê, netenê kesayetiya Valentin, lê belê di wê
demê de, ya hemû welatên Ewrûpa tûşî gelek pirsgirêkan tên û êdî
berê wan dikeve aliyê cenga cîhanî. Dema wê cenga bi qirêj despê kir,
berhemên Valentîn ên şanogerî jî qels bûn. Vêca kêm caran li ser
textebanên şanogehan dihat dîtin. Tevî wan mercên dijwar, wî hewil
daye ko gelek diyalog, monolog, skêç, çîrok û parçeşanoyan
binivisîne. Piştî ceng radiweste, lê welatê wî di nav xwelî û
wêrankirinê de dimîne. di nav bera salên 1947/1948ê de, ew dîsa
hewil dide ko li şanogeriyê vegere. Lê sed mixabin, êdî dem nema
alîkariyê pê re dike û divabû xatirê xwe ji jiyanê bixwaze. Di roja
9ê sibatê sala 1948an bar dike û diçe ser dilovaniya xwedê.
Heya niha hezkiriyên wî di nav gelê wî de pir in. wî bi şanoyên wî,
bi komîdiyayên wî bibîr tînin. Ta radeya gelek mirovên dema wî
berhemên wî jiber kiribûn û bi sirûştî dixwendin.
Di sala 1920an de, Helbestvan û şanogerê elamanî ê gewre Bertolt
Brecht, di nameyekê de ji hevalekî xwe re dinivisîne:
“doh êvarî, ez û Valentin li keberê bi hev re rûniştî bûn. Wî ez
gelekî kenandim û hindik mabû ji ber ken ez ji ser palgehê xwe de
bikevim.” *
* :ev peyv û herweha ev monologa li jêr, min ji pirtûkeke danehevî
ko baştirîn berhemên wî di nav rûpelên xwe de kom dike, girtine. Û
ev têkstên di vê pirtûkê de cihêwaziya wan ji ên di herheşt cildên
wî de nîne.( Karl Valentin, berhemên giştî di heşt cildan de)
“Karl Valentin, Sämtliche Werke in acht Bänden. Herausgegeben von
Helmut Bachmaier und Manfred Faust. Piper Verlag, München 1991 ff”
Monolog beşekî pir hezkirî ye û di wêjeyê de girîng e. bi zehfî ji
aliyê hunermend û şanogeran ve, tê pêşkêşkirin.
Heznameyek qeşmerokî
(Monolog)
dilberê.........!
(li vir axêver navê xwe dinivisîne)
Ez destê xwe yê xemgîn û dilovan li destikê pênûsa pirtikî radipêçim
dako bo te vê nameyê binivisînim. – çima tu ji mêj ve, nema ji min
re dinivisînî ? – hinga wî çaxê te ji nû ve dest bi nivisandinê
kiribû, heger min ji te re nenivisandiba ne jî, te ji min re
dinivisand !! – – doh bavê min jî ji min re nivisandi bû, wî
nivisandibû ko wî ji te re nivisandiye. Lê li ser wê te peyvek tenê
jî ji min re nenivisand, ko bavê min ji te re nivisandiye. – heger
te ji min re binivîsanda ko bavê min ji te re nivisandiye, wilo minê
jî ji bavê xwe re binivîsanda ko te dixwest ji wî re binivisînî, lê
mixabin dema te ji nivisandinê re nebû, naxwe teyê ji wî re
binivîsanda.
Heger te nikarîbû binivisînî, jixwe ew tiştekî dî ye, hinga ez
yekcar nema ji te re dinivisînim, ji ber hinga nivisandin bênirx û
bêsûde ye. – lê wisa ez bawer dikim tu dikarî binivisînî û tevî wê,
heger ez ji te re binivisînim jî ! tu ji min re nanivisînî.
Vaye ez nameya xwe bi dawî dikim û pê re hêvî dikim ko dawî tu ji
min re binivisînî. naxwe ev nivisandina ko niha ez wê ji bo te
dinivisînim, wê bibe nivisandina dawî. – – heger carek din tu
nexwazî binivisînî, wisa bi kêmanî ji wî namegihênê ko wê nivîsa min
ji te re bîne bibêje, kengî û li kîjan cihî em dikarin îro hevrûyî
hevûdu bibin.
(axêfer, bi van bêjeyan re, nameya xwe dîsa da namegihên:)
ji dêvla min re şîretek xweşik jê re bibêje û ezê katijmêr 2 nîvê
şevê li anîşka celda “dachauerstrasse” û li meydana “Isartorplatz”,
li benda wê bim.
(axêver kwîtand yan parçê dawî ji strana xwe got û çû.)
wergerandin, di 21.05.2005
|