rojava@rojava.net

 
   


Al-Cazîre û Roj Tv !!

rojava.net 27.11.2005

 

 




Tariq Hemo

1


Rojnameya Ingîlzî Daily Mirror nûçeyek balkêş di derbarê televizyona qeterî Al-Cazîre de belav kir. Nûçe bi kurtî weha dibêje“ Serokê DYA yê Gerorg Buş û Serokwezîrê Inglîzstanê Tony Blayer di civînek hevbeş de li ser bombekirina avahiya Al-Cazîre li paytexta Qeterê Dohayê û çend buroyên wê li rojhilata navîn axaftin kirine“. Piştî weşana vê nûçeya ku dikare wek nûçeyeke normal bê dîtin, nexasim ku ji aliyê rojnameyek navdar û serbixwe mîna Daily Mirror hatiye weşandin, Al-Cazîrê û saziyên çapemeniya ereb û rojnamevan û siyasetmedarên cîhana ereban ketin nava liv û tevgerê. Bi sedan daxuyanî û belavokên şermezarkirinê hatin belavkirin.

Rêxistina Ereb ya Mafên Mirovan li Londonê, yekser ji dozgerê dewletê yê Inglîzstanê xwest ku „dekomenta“ ku rojnamê li ser nûçeya xwe avakiriye bidin dest wan, da ku“ rê li ber felaketek weha bê girtin“. Her weha Sendîqa Rojnamevanên Misrê jî daxuyaniyek belav kir, tê de „pîlana birîna dengê azadî û serxwebûnê, televizyona Al- Cazîre“ mîna „ hewledaneke din ya siyaseta impryalîst ya li dijî netewa ereb“ hat nirxandin. Rêxistina Al-Ixwan Al-Muslimîn( malzaroka hemû rêxistinên terorîst yên rojhilata navîn) daxuyaniyek belav kir û bang li hemû ereb û misilmanan kir ku „ li dijî vê hemleya rojavayî ya li dijî nirxên civaka misliman, bi yek helwestê rabin ser piyan“…

Bêguman, nûçeya Daily Mirror li vir, wek nûçeyekê, normal e, gelek caran nûçeyên weha tên belavkirin. Lê tiştê ne normal „hunera çêkirina tiştekî seyir û ne normal ji vê nûçeyê ye“, an jî „ ji nûçeyê derxistina encameke balkêş, ku yekser têkeve bin xizmeta kesê/saziya ku qaşo nûçe wê mîna hedef digire“.

Televizyona Al-Cazîre û rojnamevan û karmanedên wê, her weha kes û rêxistin û desthilatdariya li dû, bi hemû egendeyên xwe yên diyar û ne diyar, rolek gelekî kirêt di gurkirina kar û kiryarên teroryan e yên li dijî sivîlan li Iraqê û Filistînê de dileyze. Ew bi awayekî dîrekt û indîrekt piştgrî û berevaniya aliyê staûparêz û paşve rû dike. Di heman demê de jî, hêrs û kîna di nava beşên civaka ereb û ya derdor û peywendîdar(mîna ya kurd û ya cihû) li himberî hev gur dike.

Li Îraqê, wek mînak, ew eşkere, di nûçe û bernameyên xwe de destekê dide beşê civaka erebên sunnî û şûnmayên Bahsiyên terorîst. Kiryar û êrîşên ku li dijî kurdan û Şîyan tên pêkanîn, pîroz dikin û mîna „berxwednana rewa ya li himberî dagîrkeran û hevalbendên wan“ bi nav dike.

TV ya ji aliyê hikûmeta Iraqî ya nû ve gelek caran hatiye rexnekirin û mîna „berdevka terorîstan“ hatiye binavkirin, buroya wê ya li Bexdayê 2 caran hate girtin. Jixwe bandên grûba Al-Zerqawî û ya Al-Qaîda tenê û „Exclocive“ di ekrana Al-Cezîre de dihat weşandin. Banda dawî ya „Abû Ades“ bû, ew kesên ku idiakir, ku Al-Herîrî kuştîye, lê vê dawiyê derket holê ku mesele hemû derew e û ew reben ji aliyê Muxeberatên Sûriyê ve hatibû tehdîdikirin û piştî pêkanîna wezîfeyan li ser hatibû ferzkirin, ji aliyê zavê Beşr Assad ve, efser Asif Şewket hat kuştin û veşartin…


2


Televizyona kurdan ROJ TV rastî hemleyek mezin tê. Hemleya mijara gotinê, ji aliyê rêvibirya eskerî ya Dewleta Trik, li ser zimanê Fermandarê Hêzên Bejayî (KKK) Yaşar Buyukanit berî 4 mehan dest pê kir. Buyukanitê ku derket holê, serkêşiya hêzên taybet û JITMa li Kurdistanê dike, ew hêzên ku di 09.11.2005 an de êrîş bibrin ser komek welatparêz li Şmezînanê, di encamê de ksek kuştin û 15 jî birîndar kirin, pişt re biryara gulebarankirina ser xwepêşandarên kurd da û 6 kesên din jî kuştin, Ev kes e xwediyê vê hemleya li dij ROJ tv tê meşandin.

Buyukanit ji aliyê saziya eskerî ya Tirkiyê ve serkêşiya hemleya terorîstî ya li dijî ROJ TV û saziyên ragihandinê yên kurdan dike. Ji aliyê kukûmetê ve jî, serokwezîr Recep Tayp Ardoxan( xwediyê soza Amedê ya çareserkirina pirsa kurdî) serkêşiya vê kampaniyê dike.Teypê bêrêz, hemleya xwe bi şêweyekî herî paşverû û ehmeq dest pê kir. Ji bo qaşo beşdarî Konfransa çapemeniyê ya bi serokwezîrê Denemark Anders Fogh Rasmussen re bibe, derxistina hevala me peyamnera ROJ TV Senem Guneşer wek şert danî pêş Rasmussen. Lê ev yek ji hêla Serokwezîrê Denemarkê ve nehate pejirandin. Rasmussen her weha zêdekir û got „li welatê me rojnameger azad in, mafê kesekî nîne astengiyan derxe pêşiya wan, an jî wan ji civinan biqewirîne. Ez nikarim û naxwazim jî peyamnera ROJ TV ji vir derxînim“…

Li ser helwesta Ardoxan ya kirêt, ji aliyê gelek partî, rêxistin û saziyên Denemarkî û Ewropeyî rexne hatin kirin. Mijara rexneyê jî ew bû, gelo çima Ardoxan nikare tahmûla guhdarkirina nerîna din bike, çima rexneyan tehmûl nake û li gel kiryarên hikûmeta wî yên dijminan e li himberî alavên ragihandina kurdî, ew dixwaze dengê kurdan li Ewropayê jî nebhîze. “heger Ardoxan nikare dengê muxalifan bibihîze û doza zimanbirînê li Ewropayan dike, gelo bi çi rûyî doza endametiya Yekîtiya Ewropayê dike“ gelekan jî weha got….

Ji bo şermezarkirina helwesta hikûmet û saziya eskerî ya tirkan li dijî televizyona Kurdan ROJ TV, dengê alavên ragihandinê û rewşenbîriya kurdî yê herî nizim bû. Bi hezaran kurd li Bakur û binxetê derketin kolanan û li êrîşa Dewleta Tirk ya li dijî ROJ TV û hewledanên girtina wê şermezar û protesto kirin. Dewleta Denemarkê jî, ya ku ji bo „rêzgirtina raman û nerîna din û mafê derbirîn û xweîfadekirinê“ li ser asta cîhanê di rêza yekemîn de ye, daxwaznameya Dewleta Tirk a di derbarê girtina ROJ tv de red kir.
Danîmarkayê diyar kir ku „tu belege li cem wan nîne, ku ROJ TV girêdayî tu hêzên siyasî ye, an jî „ji aliyê Partiya Karkrên Kurdistanê PKK ve tê fînansekirin“ wek di nameya Tirkan de hatibû gotin.

Di vê rewşê de, deng ji rêxistin, sazî, û rewşenbîrên kurd nehat. Bi sedan kesên ku bûbûn mêvanên ROJ TV an jî bi riya Telê nerîn û ramanên xwe anîbûn ziman, li himberî hemleya hov a Dewleta Tirk li dijî televizyona kurdan ROJ TV bêdeng man.

Gelo sedemên vê bêdengyiê çi ne?.

Ez bawer dikim, ev „helwesta“ bê helwest ji „Fobeya“ tewana „girêdana bi aliyekî ve“ tê.

Yanî, ji bo kes nebêje „filankeso bûye hevalê bêvan Partiyê“, filankeso jî bêdeng maye û serê xwe xistiye bin cilkê û dengê qêrîna kurdên Şemzînan û Kobanî û Mehabadê nabe xwe…

Bêhelwestbûna Rewşenbîrên kurd li hemberî “kêşeya“ ROJ Tv dîmenekî din e ji dîmenên tirajîdeya „xwenifretkirina“ kurdan.

Nebûya jî, pêwîst bû, ji bo hebûna deng, peyiv, awaz, rengên kurdî li ser pêla satelayta ezmanî, helwesta rewşenbîrên kurd xwe li hemberî êrîşa Dewleta Tirk berz bikira.

Ez idia nakim, ku ROJ TV saziyek tekûz û bêqisûr e. Lê dibêjim, ew saziyeke kurdistanî ye. Dengê kurdan e, di her bûyerekê an jî di her felaketekê de, ku kurd pê re rû bi rû dimînin, çavê kurdan li ROJ TV ye.

Di Komkujiya Hewlerê, Serhildana Qamişlo, Serhildana Mehabadê, Bûyerên Wanê, kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî, bûyerên Kobanî, Serhildana Şemzînan û Geverê de, ROJ TV dengê gelê kurd bû.

Berovajî helwesta ereban ya li hemberî “pîlanên“ li dij Al-Cazîrê. Di ya kurdan, mîna partî û rewşenbîr, li hemberî êrîşên Dewleta Tirk li ser ROJ TV dudilî û tirs û hesabekî bêwate hebû. Ev „tirs“ û „hesab“ jî dikare bibe sedemek ji sedemên vê tabloya berbelav û kambax ya rewşa siyasî û civakî ya kurdan, an jî heger ne weha be, mesele bi rastî çi ye??.





tariqhemo@hotmail.com




 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin