rojava@rojava.net

 
   


Weke tu tê.......
Pêjneke westiyayî

rojava.net 27.11.2005

 

 


Silêman Azer


Weke tu tê....
te derbas kiriye hatina xwe,
mîna dilbijandinekê.
veke dergehên hestbûnê.
çawa tu tê
raxistiye
bêdengî ji aramiyê ve.
ma ez
berdim
yên girtî
di jibîrbûnan de.
Ji xweziwakirinê ve
vekiriye
bînçikandina gavan.
bere bikewitîne
azariyê
çêja bûrînê.
berban e
qiraxên hêviyê
ji dêranê re.
paldayî ne
ser kela xwe
weke bê guhdanê.
berî tu jibîr bibe
di jibîrbûnê de.
pêçayî ne
demên poþmaniyê
ji lebitandinê re.

* * * * * *
Bere lêvên te yî
stewirbûyî
ji beravêtinê xweziyan,
cendekê
nerînan veþêrin
di tavsorka tirsan de.
di meye ji wê hatinê
haveynê kewijandinê.
alandayî
bi topraxên hevdîtinê.
weke
hatina te,
cih
daleqandî ne
bi hêwîbûnê ve.
ma dîsa
bi çîrokên þevbuhêrkan
þopên bêriyan têne nixumandin.

* * * * * *
Bere
mijangên feraþ
bihêrin
ji ber mayînên tazî.
weke sîtavê
li ser kavilbûnên xwe
nimêjekê qurbanî vebûnan
dike.
vaye ewe
ji cûtinê re ye ew deng.
jê bihûne
barînan.
laþekî þêlayî ye
pêrgî
rehên hiþkbûnan tê.
ji barabûna pêjna te
ew avis dibin
yên
digotin
kavilbûne
di tozika te de dibijivin.
mîna pifekê.
* * * * * *
Ma ez,
ne vekirinbûm
ji dahatinên te re.
çawa
te xwe parvekir
ji dûrbûnan re.
ji êzingên þewata te ve
gurbûye
vemirandina
de
bilive.
wan
yên hilgirtine
qermîçonkên
dêman
nanê rêbiwariyê
di tûrikên
dûrbûnê de
av didin
tûmikê katdanê.
yên
hatine kolan
di qorziyên þepirzebûnê de
yên
ji rehên xwe firiyan
ma çawa
ez digotim.
li wir
bi darve dibe
tirsa kenê te
bazbendek be ji hatinê re
miçdibe
helbesta min
da zelal bibe
dîtin.
di qelþên axlêviyê de
dergûþên dayikan
dihejînin
li wê dera han...
kutandîne
parsiwên çaxan
ji parsebûnê re.
bînkirineke,
tîrêjên vecinqandinê
ji þevpestiyê re.
li ser hêviyan
falên xwe vedikin.

* * * * *

Ji cudabûna
tarî û zelaliyê ve
firþik kirîme bi pêjna
hatinê.
dayikekê
nehwirandiye bergirtina xwe
ji sirûdbêjiya derbûnê re.
mistek xew im
di bûrîna reþiya te re.
ew hatin
ne falên xêfzaniya
xewnan dagirtine
vexwarine
þîrê zayîna deman.

* * * * * *
Ji hilatbûnê ve,
tu bêrîkirina kavilkirî
dikolanên penaberiyê de,
diweþînî.
ew jina bendewar,
ziwakirine pêsîra wê
lêvên xweziyên dirinde.
de bese,
tu qîra didî,
demê.
te tevizand aniya hêviyê
li ber kêla zayînê.
hemî,
koçkirinan,
tu spartin ristina jibîrbûnê.
tu tê,
ber bi sawîrên vedenga xwe ve.
ji zû de dergeh þiyar kirine
zingîniya xemgîniyê.
çend bin axbûn
di rûdêmê termê te de
qeliþtin.
çend mirin
dil dibijin bejna te
þiyar e
ew dilovaniya
di bendewariyê de
li xwe kiriye riwê pîrbûnê
di malzaroka mendelatiyê de lîs dibe.

* * * * * *

nixûz in cih,
ji alên þihîna pêjna te re.
aliyin ji bîrbûyî di mijê de
vêl dikin qiraxên bûrînê.
di xele li ser milê te
tûrikê westandinê
weke tu tê
nixumandî ne xewn
di kesera yekemîn de.
kulorîkên bêrîkirinê
mest ji bîna wê kêlîkê.
* * * * *






 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin