rojava@rojava.net

 
   


 

rojava.net 27.11.2005

 

 

 

Girtiyê kurd Nesreldîn Ehmê hate veguhestin bo Şamê

Hêzên istixabaratên Sûriyê girtiyê kurd Nesreldîn Ehmê ji Qamişloyê veguhestin Şamê. Li pey agehdariyên ku ji Qamişlo hatine, beşê ewlekariya dewletê ku Nesreldîn Ehmê di 17.11 de girtibû, ew berî çend rojan veguhest beşê lêkolîne li herêma Kefer Sûsê li Şama paytext. Ev girtîgeh bi beşê 285 jî tê naskirin.

Girtîgeha Kefer Sûsê cihê birêvebertiya giştî ya istixabaratên Sûriyê ) hêza ewlekariya dewletê( ye.

Ev girtîgeh dikeve başûrê-rojavayê Şamê û cihê nêzîkî 400 girtiyan tê de heye.

Ji hêleke din ve nûçeyên dawî ji herêmê radighînin ku hêzên cuda yên ewlekarî û istixbaratên Sûriyê di heftiya buhurî de lêkolîn bi gelek ciwanên kurd re li Qamişlo kir. Ji bilî lêkolînan hêzên ewlekariyê êrîş birin ser çend malên kurd û dest bi lêgerîn û terorkirina xelkê kir.

 





 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin