|
Azer Osî
Xewna bi te şiyar kirim
Jê………….
min bêhnek, li ber dergeh sitend.
Û hêdî hêdî
Bi alî min ve, mîna çira tu dihat
Dil jî zora min dibir
Û ez bi paş de vekişiyam.
Wê kêlîkê!
Zengilê dilê min lêdida
Û bi ser te de,
Ji ezman nameyek weşiya.
Lê min hêvî kir
Te nexwend.
Derdê ji bo te!
nas nebû
Ji qama xwe ve,
û bi ser siya te de,
hatim xwar.
ji şewata işqê şewitîm
ta bûm tiraf.
Lê hîna jî,
Ew( name ) di destê te de ma.
|