|
Lehengên romanê yên xav
Rênas Jiyan
Kêm-zêde di romanên kurdî gişan de leheng bi
nivîsînê têkildar in, giş pir dixwînin, ji
wêjeyê baş fêm dikin û heta gelekên wan bi xwe
jî helbestan jî dinivîsin. Ango gelekî zahmet e
ku mirov li romaneke ku tê de helbest tune be
rast bê.
Hema bihesibîne leheng giş “mêr” in. Jinên ku di
romanê de hene jî ji ber ku weke alav ji mêrtiya
lehgengî re lazim in tê de hene; yan na wê tu
cihê jinê di romanê de tunebûya; jixwe jinên ku
di romanê de hene jî giş bêpsîkolojî, bêarmanc û
bêraman in û wiha bi rasthatinî ji ber ku wê
deqeyê hewce kirine li ser romanê hatine
reşandin. Ango ji bo ku em bi mêrtiya lehengî
baş bizanibin di hinek quncikên romanê de jinên
bêrû û bêruh xuya dibin.
Li gel helbestîkbûna lehengan, giş fêris in,
bedew in, evîndar in, “welatparêz” in û “jinên
xweşik” tev bi ser wan de direelin. Jin giş
xweşik in, xweşik in ji ber ku divê giş liyaqî
lehengî bin. Derdor û civata ku leheng tê de ne
tev de bi hesreta wan e, pir bi xatir in, ji
xwarin, vexwarin û li xwekirinê heta tu bêjî bes
baş fahm dikin. Romantîk in, ew qasî ku “dilê
mirovî bi xwe dişewitin”. Ne mimkûn e ku mirov
lehengekî “xerab” an jî lehengekî ku “xerabiyek”
kiribe di romanekê de peyda bike, dev ji wê jî
berdin jixwe di romanê de heger mirov xerabiya
ku serdest bi kurdan dikin nehesibîne -ku ev
mijar jî ew qasî klîşe tê dubarekirin însên
dibeecîne- ne mimkûn e ku mirov di romanê de li
“xerabiyekê” rast bê. Gelek caran mijara
welatparêziya lehengî jî jixwe ji ber
liberketina lehengî ya welatê wî nayê, ji ber ku
bi her awayî nivîskêr diviya lehengê xwe
îdealîze û baş nîşan bida wî weke “welatparêz”,
fedakar û camêr nîşan dide.
Welhasilî tu lehengên romana kurdî nabin
“karakter” û gava ku roman xelas dibe û pê ve
xwendevan, li kuçeyê, çavên xwe li mirovekî/e ku
di romanê de heye nagerîne û hêviya dîtin û li
wî/wê rasthatinê nake.
Ji ber ku nivîskarê romanê her tim hewl dide ku
di navbera xwe û lehengê ku di romana wî de ye
biratiyekê deyne lehengên romana kurdî her tim
baş, îdeal û tu carî ne xerab in. Weke gava ku
lehengê romana wî/wê xerab be wê bê wateya ku
nivîskarê romanê jî xerab e roman-nivîs her tim
lehengê xwe diparêze.
Di her romana kurdî de leheng bi xwe nivîskar e,
ango nivîskar weke leheng xwe hildibijêre û xwe
dixe hundirê romanê, ji lew re nivîskar her tim
xwe bi lehengê xwe re dike yek. Û ji bo ku
nivîskar xwe û lehengê xwe yek dihesibîne tu
carî tehlîleke baş der barê lehengê xwe de nake;
weke çawa mirov xwe nikaribe baş bibîne û tahlîl
bike nivîskar jî ji ber ku xwe bi lehengê xwe re
dike yek an jî ew leheng bi xwe ye leheng tu
carî baş nabîne û tahlîl nake. Halbikî ji bo ku
nivîskar baş bikaribe lehengê xwe bibîne û bi
objektivîteyekê qala wî bike divê leheng û
nivîskar ne yek bin û bi qasî Xwedê û mirovan ji
hev dûr bin. Romanên kurdî giş ji çîroka heyata
nivîskarên xwe dizên; ji lew re gelekên wan
“xerabe” ne.
ji Azadiya
Welat
http://www.welat.com
|