|
Dixwazim Ez
Ibrahîm Ehmed
Dixwazim ez
Ji bihna gulan
Sîwaneyekê li ser te vedim
Buxçekî li binê behrê
Ji sitêran bi sînor bikim
Dixwazim ez
Tîrêjên rojê bihûnim
Bikim xelxal li dor lingê te girêdê bidim.
Dixwazim ez
Li ser Cûdî
Ji tepê gemiya Nûh
Textekî bê perde çêbikim
Dixwazim ez
Serxweş bibim
Di nav pêlên berfa sor
Ji xwehdana li dora singa te têr vexwim
Dixwazim ez
Awirên çavên te bi mijgulên xwe ve girê bidim
Ji hilma lêvên te konekî bê sitûn
Li ser ewrên ziwa vedim
Dixwazim ez
Lê
Nizanim ez
Tu
Çi dixwazî?
30-05-06
|