|
Awazek di nav termê
Διόνυσος de
Tengezar Marînî
Di lalbûna şîr de,
bi dîtina te pîroz im,
bêdeng im,
tu, xwe bavêje hilma valahiyê,
tu, ne xaniyê bêdar î.
Hingavên min yê ipî avlixew in,
serma li ber dergeh e,
Kîjan girnijîn e bi pirsekê pêçayî?
Li ser lêva min î,
bi tepiskan sar bûyî
xewnê dixapînî.
Hêviya min
melodiya şevê ye.
awira min benckirî vedigere jêr.
Li wir
Ronî stranên şeva xemsar dibêje
Çîroka peyvekê li xwe dikim.
Derdora te bêdeng,
derdora te havî.
Gerdûneke lihevketî ..
demê hildibijêrim.
Ev efsane ne,
çîrokên gundê te dibêjin.
Wêneyên kevnar in.
Sal xûz dibe.
Xak, keviran li ewran dike,
şev winda,
bêdeng û spêdeyeke şîrvexwarî
Bager e di daristana jiyana min de.
Kenê çilo ye, diçilmise.
Ji mirina nerim hez dikim!
Dem zuha lêdixe
Hêdî berbi Διόνυσος „ Diyoniziyos“ ve diçim.
Sefera bêdeng dest pê kir.
naqosê lêda,
kemaneke dilêş,
balindeyekî ji dûr hatî
serma, rahibek ..
û ba guhdarekî ker û lal e
Reşedeng gilehê straneke gelêrî ye
Di deryayê de, dengêqeyîkê jihevketî
Nehwirandina birûskeke dengnedayî bûn.
Bi tenê me, rê dûr e.
Asîman berbijêr ve
Awir tarî
Dil mir,
Evîn qetran
Weha dûrî jiyanê
weha nêzîkî mirinê
Kî behwer dikir!
ji xwe,
min para xwe cuda kir.
Deryayeke bêdeng im.
Bi kuştarê xwe re.
Tarî..
li ser tayê jiyanê
bi mirinê dilîzim
Çavên te, di ciwaniya xakê de,
bi rêve diçin, li asîman.
Li ser tayê jiyana mirinê,
di bedewiya henasa te de,
çavên şevê,
çavên te asîmanan dipîvin.
Ji nişka ve, ji bîr nekî,
berbangê,
li ser dilê te şevnem nivistibû.
Robar di ber dergehê mala bavê te re
Diherrikî.
Têl li min mukur nayên,
lerza xwînê ne, pêlên dûriya te
li ber sîbera te, tariya xwe diçinin.
Ne yê te me!
Tu fêrî gazindan bûyî.
Li qeraxê mirinê,
Orpheus im
jiyanê çavên xwe girtine,
şîn e.
Di daristanê de,
tîrekî dilxweşker,
belg ba ji rê bir
Tirs şirîn e.
Çi pêdivî ye!?
Ji çavên te, bar dike daristan
di guhê min de, bilbil
erzêla min nema
sebra min…?!
Têr bûme ji demê,
birçiyê te me.
Çi pêdivî ye bibe?
Çiya..,
nêzîk dibe
pêdikeve
Rê, ji nik te derdikeve
tu rê yî.
Kenê mirinê..
Ez..
mirin mezin e,
di navînga xwe de me,
girî hişyar e,
di navbera min û te de
mirin mezin e.
Tu, şev
Şev ne ji bo kesekî din çêbûye.
Cuda dibe ji cîranê te şev
Bila..
lê negere..
Li xwe bigere..
Hizreke zer e,
Mey li ser eniya te.
Di destê te de awir..
Ez û ez..
Riya min î dirêj
çend rondik.
Bi xatira te
Ax û oxên min
fireh,
dirêj,
dûr
nêzîk
çep
rast.
Min dest ji te berda.
konê xwe vedigrim
Roj dest pê dike
Ez..
bêdeng…
bêdeng
Kon kesk e,
tu.. ?
Roj dest pê dike,
xwelî bi dukêlê serxweş e
peyvek e ji dil,
di daristanê de şîrmij e.
biyan im, di biyaniyê de winda me.
Nêzîk dê ji te dûr bibim.
Jiyana te lîstik e.
Dil bi tinê ye.
Zeviyên min,
bayê xewnên te himbêz dike.
Di welat bêdeng de difirim.
Şîn.. jiyanê dike mirin.
Vedixwim,
şevan dihijmêrim.
Aso reş e,
pirtûk dergeh girt.
Tilî..,
tilî di nav nivistin û xewnê de veşartî ye.
Befir pêxe lal e.
textê rût.
Li kû me..?
Masî şevên te dirazênin.
Mij e,
dar darê din nabîne.
Her tişt bi tenê ye
Bi tenê..
Kevirî jî wisa ne..!
|