Sebrî Silêvanî
www.silevani.com
(( Diyardeyek nesaz e ku neteweyek buhujandî, çewsandî û
dagêrkirî rastiyên xwe bike efsane))
Werar û peresendiya civakên sivîlane di qonaxên dûr û dirêj re
derbaz bûye û her qonaxekê pêdawîstiyên xwe li ser zemîneyê dorhêlî
dasepandin û di akam de hindek guhorîn peyda bûn û wek peyrrew hat
selmandin ku destpêşxerî ( insiyatîv) li her cih û zemanî pêdivî ye,
herwesa di her barî de.
Di civakê sivîlane de efsane tune ne û eger hebin jî tenê di
mûzexane û ensiklopêdyayê de. Dibe ku derew gelek tê de hebin belê
rastî tenê yek e, ew jî guhorîn e: guhorîn yasaya xweza û hebûnê bi
dirêjiya dîroka jiyanê.
Civakê saz û serbixwe - serbixwe bi wateya akadîmî - hergîz baweriyê
bi efsane û tirrûhatan nahîne belê tenê bi hewl û helmetê dihîne bê
ku li bendî encaman bimîne çunkî hewldanê ji her karek din giringtir
dibîne. Lê, civakê nesaz û neserbixwe - bi heman wateyê - herdem
berev efsanebûn û aşobê diçe û wan dike mehane ji bo direngmanê û
kêmasiyên xwedûbarekirî. Ew neteweya hêvîxwaz qet penayê bo
rabirdûyê xwe nabe tevlî ku rabirdûyek dewlemend û bawerpêker jî be
( ingilîz û ferensî wek mînak) ji ber ku hêvî û armanc bi dahatûyek
geşesend ve girêdayî ne neku bi rabirdûyek bêveger ve.
Em Kurd wek pêkhateyek neteweyane di rojhelata naverastê de herwesa
seranser cîhanê belav bi sanehî berev efsanebûnê diçin herçende buha
û binemayên hebûna me hêj seqet û nesaz in. Ne dewlet e, ne nasname,
ne zemînek beyar, ne zimanek lihevhatî û ne sadetirîn mafên mirovan
û li gel hindê ne tenê baweriyê bi efsanebûnê dihînin lê belê dikin
peyrrew ji bo berdewamiyê û peşketinê li nava texên civakên me û
herwesa dikin perwerde ji bo nifşên dûvhatî yên ku bi efsanebûna
dagêrkeran hatîn xapandin û wek nimûne aliyên ramyar ( siyasî ) bi
awayek berdewam digotin: ‘‘ Neyarên me pirr in’’ Yan ‘‘ Neyarên me
hêzdar in’’ Yan jî ‘‘ Şiyan û viyan ji hev cuda ne…!’’
Bi wê hişmendiyê hêlan ku takekesê Kurd weha bizane ku cîhan tev
neyarê wî ye, yan ew neyarek seyr e û ji hesareyek din hatiye, ango
ne mirov e belê aferîdeyek efsanedar e û şikestina wî estem e. Wê
felsefê û rêbazê tenê xizmeta dagêrkeran dikir û karwanê me direng
dihêla ji ber ku di dawiya dawiyê de xuya bû ku heman neyar kêm,
seqet, nesax, lawaz û nezan e.
Hertişt zehf bûye: efsane, lehing, pîrozî, gunneh, tawan, derew,
zexelî, doxmakar, nezan, qehreman, zana, serok û rêber belê çima zû
dihên ji bîr kirin?
Di barê ramyarî de zû bi zû kesan digehînin radeyê efsanebûn yan
pîroziyê belê ji bîr dikin ku ramyarê here mezin bêhtir ji carekê li
ser masên gotûbêjan hatiye xapandin. Ku derketiyên dibistanên xebata
çiyan û peşmergehiyê ne, neku derketiyên zanko û akadîmiyên zanistê
ramyariyê. Herwesa di barên din jî de wek wêje, çand, huner û
keltûr, ji bîr dikin yan - bi hemd - ji bîra xwe dibin ku mezintirîn
rewşenbîr ( bê awarte) hêj rêzimanê – giramera - zimanê xwe nizane û
mezintirîn hunermend jî hêj noteyên muzîkê nizane.
Nêzîkî dû hezar û pênc sed salan e û akadîmî hatîn avakirin û yekem
akadîmî ji aliyê Aflatonî hat avakirin bi navê Akadîmos ( yek ji
qehremanên metolojiya axrîkî), belê tevlî wê hêj em Kurd li nav û
derveyî Kurdistanê bê behr in ji derketiyên akadîmî û sedem jî xuya
ne û pirraniya sedeman bi şêweyê avakirina kesayetiya Kurd ve
girêdayî ne ya ku li hembêz dagêrkirin û buhujînê mezin û perwerde
bûyî.
Jimareya akadîmiyên kurd biqasî pencên yek destî ne ango ji deh
melyon kesan yek kes akadîmî ye!
Pîrozî nîn e…
Qedexe nîn e…
Baweriya reha jî nîn e.
Gava ku tişt yan kes bigehe radeyê pîroziyê wî çaxî lawaziya
neteweyê û bêçarebûna wê dihê çespandin. Herwesa pûkandin yan
genîbûna raman û hizrê di serê neteweyê de.
Kes ne pîroz e tenanet Xwedê jî çunkî hertişt yan herkesê pîroz li
beramber hindek pirsyar û hindek gumanê rasteqîniya xwe ji dest
dide.
Herkes û hertişt cihê lêpirsînê ye.
Berdewam dibe…