Nezir Melle
( perde vedibe, dika şanoyê tarî ye, mûzîk dest pêdike û ronhaî hêdî
vêdikeve. mirovekî birîndar bi navê Rêwî, ku di serhildnekê de
birîndar bû ye di orta dikê de diyar dibe, hîn xwîna wî germ e, bi
mirovin ku nayên xuyanîkirin re dipeyive)
Rêwî: - (muzik berdewam e) Ez….. hûn..... ez û hûn.... hûn û ez.....
ez kî me? .... hûn çi ne?...Hûn min nasdikin? .... hûnê min
nasbikin! ...Belê hûn ê min nasbikin... Dema we ez naskirim hûn ê
xwe nasbikin. ...(dengê xwe diguhere) Nebêjin em ji dîrokê mane,...
nebêjin çerxa felekê li dergehê mirinê rawestiya ye...Nebêjin mirin
taliya gerê ye... Mirin; meyandina jiyanê ye... Ez dimeyim û hûn
zindî dibin... Ez diçim bo hûn bên... Ez ji nav we diçim, yan têm
nav we? Ez ji nav we têm nav we... belê ji nav we têm nav we...
Ez û hûn û ev kolan.... ez û hûn û ev welat li ser lêva berbangê
ne,... li ber herikandina xwînê ne...
Ev xwîna hûn dibînin, dixwaze ji gewd azad bibe, ji peykerê laşê min
serbest bibe, (deng xwe bilind dike) ev xwîna vê erdê ye, berdewama
rojê ye...Ev xwîn... Xwînê...! wa xwînê...! damarên zorê bifetiqîn!
bidirrîn û bi nermayî biherike nav zinarên şêrîn, nav xaka germ....
Erê dergehê te bi guleya dijminan vebû, lê di navbera min û te de
soza vê rojê hebû ku ji bilî vî cihî ez serê xwe daneynim û tu jî,
xwe erzan nefroşî,... xwe erzan nedî destê xwînmijan...
Her kesê ji xwînxwaran re bibêje na, xwînê dide.... her mirovê li
berxwebide pirojeya jiyanê ye... yê bimeş e, raper e li jiyanê
digere, dibe ne di xwe de bibîne, yan di xwe de nasbike...(dengê xwe
nizim dike) jiyan; naskirina rastiya heve. Ez jiyana xwe di kenê we
de mîna gulek bişkivî dibînim, mîna wêneyekî çirisandî di çavê
zarokekî de dibînim... Ji berî ev kiyanê laşê min ji hest û hestiyan
ava bibe li jiyanê digerim…. Anha min dît... hawaye!... Ez jiyanê
dibînim... dibeza wê gurupa hevlan de dibînim, di êrîşa wan ciwanan
de dibînim,... (dengê xwe diguhere) Nemrûdê tirsê di nava min de
dibişive, dişewite... peykerê sîtemkariyê hildiweşe, di nav aşê
qeşagirtî de hûr dibe... cûbarên zuha, kaniyên miçiqî derdibin mîna
vê xwînê diherikin... mîna vî bajarî dihejin.... (deng diguhere)
Berî ev xwîn zuha bibe, hîn ku germe ji min bipirsin, bêjin: ma tu
ji bo kê dixebitî looo? Te çi mal û can di jiyana sixte de
avakir...?
Ma kes dikare di jêkirina seriyan de, di nav gola xwînê de, bê alî
bimîne...
Komên hestiyan li ber çavên min dirêj dibin... van koman ez kişandim
nav êrîşê... hawî zarokê li qiraxa rê avêtî ez kişandim vê
herkandinê... hawê jina ku hisreta kurê xwe û vegera wî dikişîne ez
kişandim vê semtê...Her dem min digot; hezkirin û mirin mîna hevin,
du diyarî ne , dema hatina wan nayê naskirin. Bê soz li pencera
mirovan dixin û bê ku li deriyê mirovan bitikînin derbasî hundir
dibin… Ez û hevalekî xwe ketin hezkirina serhildanê, em ketin rêza
milan, rêza zendan, me leşkerê zorê bi paş de vegerand, me ew bir û
anî, her ku şehîdekî me diket dijmin dişkest, hevalê min yê delalî
xwe da ber guleya diyariya sênga min bû û min jî xwe da ber guleya
ku sênga zarokekî derbasbike... Belê wisa bê peyman hezkirin û mirin
nêzîkî min dibin û sênga min ji wan re vedibe... va ezê wan himbêz
bikim û hûn zarokê rojê bidin ber dilê xwe.... kulîlkên hêviyê bidin
ber bêhna xwe... û di çavên we de hewara min tê şewitandin,... di
gewriya we de awaza jiyanê dibhîzim,... dengê we bilind dibe,... ev
ne gazin û hewar e, zumîn û rimîna azadiyê ye, çoşa serkeftinê
ye,... ev dengê ku em dibhîzin ji paş êşa salan tê,... ji hinav û
dilê axa du çeman tê,...(deng tê guhertin) ev welatê rewşen di
birînên min de der dibe,... şîn dibe... Va ezê biçim û dengê we
dimîne... Ez perçayekî ji awazên we bi guhê xwe re bibim dîrokê,
bidim destê hisretvanan...
(deng nizim dibe) Ezê biçim û belkî pariyekî nanê min mabû,...
sinbilekî genim ku ji bo min şîn dibe bidin devê sêwiyekî û qilçixên
wî bavêjin nikilê çûkekî ji çûkên vî welatî....
Heger hûn pirsa vî welatî dikin ji xwînê biprsin ewê ji were bibêje
çendî axa vî welatî şêrîne, ji bayê bipirsin wê ji we re bibêje
ezmanê vî welatî çi ruhê dibarîne...
Ez ê biçim û belkî nerîneke min ji bo vî ezmanî mabû,... ewqasî min
zelaliya vî ezmanî di çavên xwe re derbaskir û jê têr nebûm...
Ezmano ! şêrîno wa ezmano! Cihê stêrekê li ba te vala heye ku tu
hevalê min têde biçirisînî? Dilê te firehe û tu dikare xemlekê li
xemla xwe zêde bikî û perwazekî bide zarokên vê axê... Va ez.ê biçim
û dengê min bi yê we re dimîne,... bayekî ku sênga min wî bişewtîne
hîn li dora min diçe û tê,... hêza sênga min ji bo şewata te têr
dike, ey ba!... De were!... Bayo were! Xwe berde vê qefesê, xwe
berde nav vî ruhê ku hêdî hêdî wê tevlî govenda stêrkan bibe...
bayo! Ez te dimijim yan tu min dimijî? Ez naxwazim ji nav lêvên te
bikevim,.. min bi xwe re li seranserî vî welatî bigerîn,... min
tevlî ewrê xwe bike û min bide destê çiyê,... ez dixwazim bi awira
bazekî, şahînekî li vî welatî meyzebikim... (deng bilind dibe) bayo!
Were vê qefesê, vî laşî... de were!... Dema tu hatî tîna vê axê,
bêhna van mirovan bi xwe re werîn û berde nav damr û rehê min ez
dixwazim wan himbêz bikim û bi wan re bibim yek û serî deynim...
ooohh... tu têra paqijkirina toza dîroka hundurê min dikî,... tu
têra sermestiya pask û perê min dikî!... ez difirim...(destê xwe
vedike mîna ku difire li dikê digere)... (deng diguhere) hawa ye
keskesor ji nav we bilind dibe, gulkezêrîna we li ba dibe... belê..
liba dibe û valahiyê li xwe dipêçe... diheje û min bi xwe re
dihejîne... ev hêlana min î sermedî ye... yan govenda min î pêşî
ye...? ...De werin gelî rûgeşan! li dora min bicivin,... kom
bibin,... xwe li min bipêçin,... ez dixweazim kefenê xwe ji şewqa we
bidrûm... û ji riwê we gulavekê bigrim... belê... ji riwê we
gulavekê bigrim.. gulavekê...gulavekê.... (bi mûzîkê re hêdî hêdî
dikeve erdê)....(mûzîk berdewame keçek derbasî şanoyê dibe, mûmekê
li ber serê Rêwî datîne)
Keç: tu ne rêwiyek bû û derbas bû,... wêneyê te yê pîroz di hêta
dilê me de hate kolan,... û xwîna te vêketî dimîne, belê vêketî
dimîne û hawaye ruhê te difire û ezmanê welat dixemilîne û kevok di
gotinên te de dilûsin, û ez ê bê xem serê xwe li ser coka vî welatî
deynim û razêm û bêhnvedanekê ji laşê te bistînim...(serê xwe datîne
ser coka wî, perde tê girtin)
dawî
Amûdê, nîsan 2004
Piştî serhildana Qamişlo