Marwan Othman
Rêbiwarên xweliyê
Rêbiwarên xweliyê
Bi cotin darînî
Zeviyên xewnan dajon
Bi tovên şevan zeviyan
diçînin
Bi seqema zivistanî
rengan dilorînin
Reng
berî ku şewqdar bibin
direvin
Rêbiwarên xweliyê
dibin xwelî
û her tiştî bi xwe vedişêrin
Bo wê
Dem
li ser destan nabe gurzek gul
Esîman
li ser lêvan nabe maç
Dûrî
ji gewdeyê şevê re nabe landik
Tenê...
Xewna min di herdû çavên te de
dibe rondik