Abdulkadir Musa
Li qiraxa pirtûkxaneyekê, li istegeheke dûredest, bi dilekî xilmaş
di neynikeke mijgirtî de..
Çîroka evîna min -wêne wêne- ji alboma dilê min yê di qûncikeke
rewrewkgirtî de hilbijart û tu hêdî hêdî diqulipand û di ber xwe de
dixwend.
Jinişkave dil kete xwar, xewn veciniqîn, album li wêneyê destpêkê
vegeriya
û min di ber sazê pêpîkên çavên wê yên şermok re destana Gula xeydok
destana bêbextiya xwe
dinehwirand
Josfîn a mest avsork li lêvên min vedida, bi firensiyeke şikestî re,
bi zimanê ku di gora dev de bûbû term-R têkelî X-kir..Baxbaxa ye
navê min!?
Elîzabêt bi çavên xwe yên di nav hêstir û girnijînê de, di camê re,
di qorzîka çavê min de velîstin.
Sandira ku tem berdabû hevalê min ,jinişkave ji çebê min kete xwar,
di demeke ku cih ji ketinê re nemabû…
Paşê li peyhev hemû keçên ku di dilê min de mîna mîxan çikiyabûn….
* * *
Me tu navnîşan nedan hev??! Me tu gul jî di ber serê hev de
ranekirin ??!
Tenê, me du rûniştekê ku min li gulistana zankoya Helebê vala
berdabûn, bi du evîndarên bilez-li gor agirê di bin dilê wan
de-dagirtin.
Diana… !!Ramûsanên wê yên tenik û kurt ku min li ser mêza koşê, li
kafitêrya Alnexîl, jibîrkiribûn ji nû ve ji Fincanê hingivîn lêvên
min yên lerizî û zuha.
Kevoka ker û lal ji tablo ya Rêzanî, dinavbera qulên di banê xaniyê
me de li Amûda xopan
û porê Barbara yê xelekî de şaş bû.
’’ji çavên te ez dê bibim’’bi dengê Ahmed Arifê melûl, canê min yê
bêcan xiste benda keserên xwe yên dirêj û ez bê çav hiştim li benda
evîneke rewrewkî…
* * *
Borîn bi du tirênan ket, du destan xatir ji mêzê xwestin, du devan
lêvên xwe weke gulên behitî li ber bayê şaş berdan û ramûsan di
salona istegehê de pêrgî hev çûn û hatin, du canê di xirîna mirinê
de çûn korîma xwe û kurtepist li hev vegeriyan :
-Careke din…
Careke din…ezê bi te mijûlbibim!!
* * *
Lê…
Hê çavên nîvrazayî, rêya Şermola ya dirêj… dikişînin.
Hê gotinên wê mîna buxbuxa kevokê, ji kuhê dilê min nakevin!!?
Û dil-hê-rêhesin e û istegeh naaaaaaaa yeeeeeeeeeeeeee.
Lê…
Laşê min di livîna te de, ji hêstirên Giryana Hans curt Flemming şil
e,
û can ji evînê zuha na be,….lê..ê..ê..ê ..