Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 September 2007 22:59

 

 

 

Hunermend BIRADER MUSÎKÎ (Armenca min ji Strana DUA Zulm û zora li ser Jina Kurd bi giştî bînim ziman )

Hevpeyvîn : Hozan Emîn

- Hunermend BRADER MUSÎKÎ di sala 1958 an de li Gundê Musîka ( Mêrdînê ) Ji dayk buye , bavê wî Dengbêj bû û ji bi çûkaya xwe de fêrî stran û çîrok û serpêhatiyên kurda bûye . Dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye . û duvre li bajarê Wanê Lîseya tanduristî xwendiye . lê ji ber kar û xebatên wî yê Muzîk ê Hatiye Zindan kirin . û ji ber wan karan mecbûrî Koçkirinê bûye û ev nêzîkî 20 sal e li welatê Holenda bi cih bûye û li wir jiyana xwe didomîne , hunermend Birade ne tenê Dengbêje her weha Siyasetmedare , şêwekare , Nivîskare û şanogere . bi giştî ta niha 10 Berhem Tomar kirine û piraniya Helbestên stranê wî yê wî bi xwe ne . di diwem seredana xwe ya herêma kurdistanê em li Duhokê rastî hev hatin û me ev hevpeyvîn pêre çêkir .

- Hunermend Birader tu bi xêr hatî kurdistanê tu karî behsa hatina xwe bike çi pirograma we ye .. ?

- Ez jî sipasiya we dikim ku we ev alaqe nîşanî min da hêvîdarim hemo dezgehên kurdî wanî wek we nêzîkî hunermenda bibin û wan bişopînin û pirojeyên wan nas bikin . ev diwem care tême Kurdistanê berî du salan jî ez hatibûm . wê çaxê jî min gelek bername di TV û Radyo ya de çêkirin . vê care jî li ser daxwaza liqê yekê ( Partî Dimoqratî Kurdistan) ez hatime vexwendin , û hûn zanin min Konsertek jî li duhokê li darxist . her weha min li gel Tîpa Duhokê ya Muzîkê ,starana ( şehîdek Bê navim ) ji nû ve Tomar kir û emê Klîpa wê jî çêkin , belkî vê care zehmet be ji ber ku wexta min tune ye .

- Tê kengî klîpa ( şehîdek Bê navim ) çêke û wê bi alîkariya kê be ?

- Bi rastî strana ( şehîdek Bê navim ) naveroka wê gelek dewlemende her bi Muzîka xwe ve jî loma dive Klîpa wê jî beramberî wê çê bibe . wexta min kême niha me dest bi çêkirina wê nekir , me çav lêye em meha 11 a vê salê çêkin wê Zankoya Duhokê ban min ke û bi hevkarya wezareta rewşenbîrî .

- gelo Çi pirojeyên te li gel Vîn Tv hene .. ?

- Me li gel wan li ser gelek xebatan axivîn lê heta nuha tiştekî Fermî di nav me de çênebûye me tene biriyara çêkirina Kilîpa (Ereba min ) daye di riya wan de wê bê çêkirin .

- Wek me bihîstibû te li ser buyera kêça êzîdî DUA Klîpek amade kiriyê û tu dixwaze li Herêma Kurdistana çêke ….?

- Bele raste min go her ez li virim ez wê jî çêkim , li Holenda min strana wê tomar kiriye, ji xwe stran tenê nave wê DUA ye û tenê têkilya stranê bi kêça êzîdî Sembolî ye . lê ez dixwazim bînim ziman Armenca min bi wê stranê Zulm û zora li ser Jina Kurd . ew jî min niha rawestand .

- Çima te kilîp rawestand ..?

- Min da xuyakirin ku ev boyera dawî li herêma şingalê ru da (Komkujî) û sedemên mîna Hesasiyeta Civaka êzîdiya û rewşa Kurdistanê, ji ber ku niha dijmin dixwaze tilyên xwe têxe her derê û alozî û tevlheviya çêke û nakokiya di nava olê kurda de xurt bike û kurda div ê riyê de bîne hembir hev . ji ber van sedeman gişa min rawestand , her çiqas tenê nave stranê DUA ye lê naveroka wê ti alaqeya wê ne bi OL û ne jî bi qemînê heye . tenê di wî warî de ez li ser estengiyên li pêşiya jinê û evîna ciwanên me û zehmetiyê li pêşiya evîna Keçên me tînim Ziman .

- Bi rastî jî jina kurd pir di rewşeke Aloz deye û her roj em dibhîzin ku jin xwe disotînin ji xwe dikujin . Li vir pirsek tê bîra min gelo ma erkê li ser millên Hunermenda çiye gelo ta bikaribin rewlekê bilîzin û ew jî bê deng nemînin beramberî vê reşê .

- Hunermend dikarin rexne bikin bînin ziman û li himber derkevin û buyera DUA yê ne ya pêşî ye û wê ne ya dawî be jî . berî 3 an 4 sal li Mêrdînê jî tiştek weha qewimî . Keçek li Gundekî hat ricimandin ta hat Kuştin ,lê wek a DUA yê deng neda ,li gora min a DUA yê Komplo bo berê sînaryo Amade kiribûn ji bo ku şanî dunya yê bidin û bêjin li Kurda temaşe bikin çawa keçên xwe dikujin , bi taybet êzîdî . gereke hunermend berî her kesî pê bêşin û bê deng nemînin , ne tenê Hunermend ev Erkê Nivîskar û rewşenbîr û siyasetvana ye jî . her weha Desthilatdariya Kurdistanê jî gerek ne tenê bîne ziman gereke li çareseriya bigere û gerek Civatê ber bi guhertinê de bibe . gerek Mejî were guhertin . mejyê civata kurd bi tevayî pewistî guhertinê ye .

- Ev sûcê keye gelo cima ev hale jinê ye li Kurdistanê ?

- Daykê me jî bi awayekî şaş keçên xwe mezin dikin jêre dibêjin “ tu keçe lazime tu bindestê mêrê xwe bi û tu mecbûrî bindestyê bi û tu van qedexa qebûl bike “ bi salaye ev nerîn hatiye roniştin . helbet gerek jin jî xwe bighere . ji ber ev nerîn ne yê çanda Kurda ne ev çand ji derve ketiye nava civaka Kurdistanê , em binerin û vegerin sed salan bi paş de em dibînin evqas bindestî tunebû, jina Kurd her bi mêrê xwe re bû , jiyan bi hevre paye kirbûn çi li nava malê û çi li derve , di kar de di şer de di Serhildana de di abûrya malê de millên wê bi yê mêrê wê re bû . lê em dibînin ku piştî bendorên çandên dewletên cîranê kurdistanê li ser civaka Kurda de çê bû , ev rewşa îro çê bû . loma gerek Civak bê guhertin û ev bi salek û didwa çênabe bi derbekê re çênabe û ev nekarê kesekî û didwa ye . şoreşek jêre divê ta ku guhertineke bingehîn çêbibe , helbet divê em ji bîr nekin ku jina kurd hişyar dibe û dicing dibistana ew jî têdighên ku jin hevparê vê jiyanê ye .. lê hêdî hêdî ..

- Berhema te ya dawî “pepûlê” bû çi berhemên teyî nû dir ê de hene ..?

- “pepûlê” berhema mina 10 an bû anha a 11 a jî amadeye û strana DUA jî di nav de ye . lê rewşa hunermendên kurd bi taybetî Muzîkjenê meyî li derveyî welat dijîn , belkî ji aliyê çêkirina berheman de Astengî tune bin . lê ji bo derxistin û belvkirinê Astengî gelekin , him astengiyên civakî gelekin him ê bazarê gelekin ew jî bandura xwe li abûriyê dike . abûriya Hunermendan derfet nade ku dema bixwaze Alboma xwe derxe . vaye ev saleke min Alboma xwe ya 11 a tomar kiriye lê ez nikarim belavbikim ..?

Di ware Civatê de Kompanyê me tune ne hege hebin jî lê têrê nakin û nikarin bersiva me bidin . dewlemendên me guhê xwe nadin berhemên Hunermenda tenê hazir dixwazin . belkî wexta derdikeve yekê bikire û guhdarî bike , lê wekî din guh nadê nê . hal bikî endusyra Muzîkê di dunyayê de endusyra herî mezine di ware abûrî de di warê ragihandinê de . lê em kurd him em hunermendên xwe bê par dihêlin . li pêşiya wan asteng dikin him em bi xwe hewl nadin ku em jî ji vê endusyrê istafade bikin , tu ji dewlemndekî re bêje va Vêla Hene were bikire û bifroşe wê bibeze û bê .. lê tu jêre bêje were em Kompanyek Muzîkê vekin , tu zanî heger ev kar runê ji her karî bêtir Pera tîne lê mixabin nayê ..?

Dezgehên me tunene û runeniştine , wexta ez albumekê derxim 1000 î jê tomar bikim . lê tu dinerî bi milyona jê Kopî dikin . korsan ji ber derdixin . mafê me li me venagere dezgeh û TV yê me jî tenê temaşe dikin tu alîkariyê ji mere nakin . loma va ez li Kurdistanê me mi go belkî ez Alboma xwe li gel Kompanyekê derxim lê mixabin ez hîna bi ser neketim .

- wek me bihîstye te li gel komeke Hunermendên Holendî te şanok Amade kirye û pêşkêş kirye .tu kare behsa neveroka wê şano yê bike ..?

- belê raste ev saleke li Holenda ev piroje tê meşandin bi Artestê Holendî re şano li ser Cinayetên namûsê ye ez di şano de rewla Kalekî temsîl dikim him jî wek cinarasorê yekem û him jî ez Muzîka Kurdî di nav diyaloga şano yê de lêdixim û ew Muzîk ji dabeşkrina mine her weha ez strsana Kurdî jî di nava şano de dibêjim .

- Ew şano we li ku pêşkêş kir û Alaqeya Beşdarvanan çawa bû .. ?

- Em li Holenda li 70 ê Deverî derketin ser Sehnê pêşberî Temaşevanan , bi rastî gelekî bal kişand ser xwe bi taybetî di ware ragihandinê de .li Holenda bû manşêt . ez gelekî bextewrim ku min Muzîka Kurdî bi Milletê Holendî da naskirin ji nêzîk ve .
Piştî wê dengvedanê li Holenda Teklîf û vexwendin ji Emerîka hate ji mere û ez wexta vegerim Holenda emê li ser wê Pirovê xwe bi Zimanê Ingilîzî bikin . û emê piştî wê di meha 10 an de herin NEWYORK 3 hefta turna me heye . piştî we êmê vegerin li Holenda dîsa Turna me heye . û paşê emê hewl bidin bên li cihekî weke Hewlêr yan Amed An Istanbol yan Berlîn pêşkêş bikin .

- çima Medya Kurdî çi TV An Rojname Girîgî ne dane vê şano ya we ..?

- belê di Civaka me ya kurdî de her tiştê me bi devokî hatiye Parastin , çi stran be çi çîrok be tu dinerî li her gundekî Kurdistanê şanoyek Heye .û Qirdik hene civatxweş hene . yanî li her gundekî Tyatro tê jiyandin ev Koltura kurda ye . di ware Civata Kurda de lê di ware Ekadimî de di nava civata me de hîn ne runiştiye . min bi xwe li Holenda û li Belçîka jî bi TV yên Kurda re got ji Rojnamê Kurda re jî min got û ji kesayetyê kurd re jî min got min ji teva re got werin Temaşe bikin . ev Birîna Rojhilat tevî ye em jî di nav de ne , ev birîn pir bi êşe bi serê me Kurda jî pir tê .em pêşkêşî milletên Ewrupî dikin werin hun jî lê binerin . lê mixabin …!! ez tiştekî pir balkêş bo te bêjim me li Paytexta Belcîka yê Biruksil me li salonekê pêşkêş kir ku komeleak kurdî çandî Cîranê me bû min jî ji serokê Komelê re got kermkin werin bi şev li şanoyê temaşebikin . “go başe ku wexta min hebe ezê werim “ lê nehat …! Yanî insanek Ida dike û dibêje ez li Ewrupa li Kultura Kurda û Seyaseta Kurda xwedî derkevim û serkêşya wê dikim . satek wexta xwe nadin şanoyekê ku kurda jî Elaqeder dike û temaşe nake . ji bo wan demekî Tyatro ne Hunereke balkêşe . TV yê Kurda jî nehatin . binere TV yê Holenda li ser me Bername çêkirin em vexwendin Stodyê xwe . û bi taybet li ser Rola min û dengê min û strana min radiwestyan . lê mixabin kurda Qet Guh neda me . bê goman ev me pir Xemgîn dike .

- Em te sipas dikin û Hêvya Serkeftinê ji were dixwazin …?

- Ez jî we sipas dikim








 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1