|
Pirsa Xwedayê bilind
Ji bo Mehyar û Royar,
Xwedê bi we re, çende hesan e…
ma berê, wexta dilên me, yên zarok jî,
ew, wisa dûrekî şêrîn, xwînsivik û xweşik bû,
û me, hay jê nebû...
Zarok, xweştirîn û xweşiktirîn kêlîkên
rastteqîne, yên di navbera erdê û asmanan, vê
dinyayê û wê dinyayê, û mirovan û Xwedê de ne.
Ji berê de, zarok wek kêlîkên bi Xwedê û
firîşteyan re, hatine naskirinê. Lewma wêneyê
zarokê, di xeyala kolektîv de, tim wek „wêneyekî
bêrî“, bi sîbera Xwedayên „cîhana nepend“ re,
hatiye nîgarkirin û lidarxistinê.
Di dîroka hunerê de, ev wêneyê zarokê yê „xwedawendane“,
li seranserî tablo û têkstên hunerî, wêneyekî
berz, kifş û eşkere ye.
Ev wêneyê zarokê, yê „Xwedê û Xwedê“, ne
jixweber derbasî, ciwaniya hunerê bûye.
Bi qasî ku dîroka Xwedê dibêje, ev „zaroka
hunerî“ ji paşxaneya „zaroka Xwedê“, derbasî
tablo û têkstên ciwan bûye.
„Domozî“, „Tamûz“, „Adonîs“, „Hores“, „Ixnaton“,
„Jesus“ ...htd, tev wek zarokên „Xwedê“, di
dîroka olan de, hatine binavkirin, pîrozkirin û
perestinê.
Belkî, ji ber vê girêdana „pîrozperwerane“, ya
di navbera Xwedê û „zarokên wî“ de, zarok ji
mezinan, eşkeretir û hesantir, li Xwedê digerin,
û herweha ew ji wan, mezintir, şêrîntir û
dilovantir jî, bêriya „bavê xwe yê xwedawendane“,
dikin.
Zarokan, ez, wisa hesan, hînî Xwedê kirim.
Min jî hewl da, ku ez Xwedê û dorûberên wî, li
ser zimanê wan, wisa hesan, li nivîsandinê bidim:
Xwedê mezin e?
- Erê, ew pirr mezin e.
Dest û çavên wî jî, gelkî mezin in?
- Erê, ew tev mezin e.
Û pêlavên wî?
- Ew jî, mezin in; ew hemî, mezin e; navê wî jî,
mezin e…meznahî, tim ji wî û tiştên wî re, tê
gotin. Mezin, tim Xwedê ye.
Çiya jî, Xwedê ne?
- Çiya, çiya ne, lê belkî ew, pirr, bêriya Xwedê
dikin.
Ez jî, dixwazim bêriya Xwedê bikim.
- Xwedê jî, bêriya çiyan û zarokan dike.
Xwedê bilind e?
- Erê, ew pirr bilind e.
Çiya, dar, ewir, balinde û asman jî, bilind in…
- Belê, û berf û baran jî...
Û çi ye, ku ez jî, bilind bibim?
- Bilind, her kes dixwaze, lê her kes nikare.
Lê bilind, xweş e…ez jî dixwazim herim bilind.
- ………………………………
Xwedê xurt e?
- Erê, ew pirr xurt e.
Ez dixwazim carekê, wî bibînim, çawa xurt e…ew
wek çi xurt e…wek „Firary“, wek „Formel 1“, wek
„balafirê“, yan jî wek çi?
- Ew tenê wek xwe xurt e…Xwedê naşibihe tiştekî,
ew ne mîna çi kesî ye…tenê, ew wek xwe ye.
Û çi ye, ku ez wek wî xurt bibim…yan jî bidim
pêşiya wî…paşê ew aciz nabe?
Na, Xwedê ji yên jêhatî aciz nabe…hindek ji
Xwedê, jêhatbûn e.
Xwedê jîr e jî?
- Erê, ew pirr biaqil û jîr e.
Û çi ye, ku hincaran ne-jîr bibe?
Yê ne-jîr û aqil-biçûk bibe, namîne Xwedê…hindek
ji Xwedê aqil e jî.
Lîstikên wî jî hene?
- Erê, dinya û em tev lîstikên wî ne.
Stêrk jî lîstikên Xwedê ne?
- Erê, heyv, asman tev, birûsk, beledî, tav û
baran jî.
Xwedê kengî çêbû?
- Ew, ji berê de hebû.
Berê çi hebû?
- Berê, dîsa, ew hebû.
Rojbûna wî, dûr e?
- Erê, pirr dûr e. Wek wî dûr e.
Xwedê heta bi kuderê, çiqasî dûr e?
- Ew, heta hetayê, heta dawiya dinyayê dûr e.
Û Xwedê çiqasî dûr, û heta bi kuderê, dibîne?
- Ew heta hetayê, her tiştî û her kesî, dibîne.
Heta hetayê kengî ye?
- Tenê Xwedê dizane.
Û çima her kes nizane?
- Çimkî, her kes nikare bibe wek Xwedê.
Û çima Xwedê bû Xwedê?
- Daku her kes hewl bide, ku xwe, wek Xwedê,
baştir, biaqiltir, jîrtir, jêhatîtir,
dilovantir, xêrxwaztir û xweşiktir bike.
Mamosta min got „Jesus“ pirr baş bû...
- Rast e, lewma ew bû hindek ji Xwedê…lewma ew
bû „kurê Xwedê“.
Û navê Keça Xwedê çi ye?
- Keç, jê re çênebûn...
Lê ez hincaran Xwedê fam nakim...
- Pirr normal e, her kes nikare her tiştî fam
bike.
Xwedê, ji te re, zehmet e?
- Na, pirs wî pirr hesan dikin…Xwedê ji pirsan
pirr hez dike…hindek ji Xwedê pirs e jî.
Tu û baba, çawa hînî Xwedê bûn?
- Pirsan em hînî Xwedê kirin.
Û kî Xwedê hîn kir?
- Belkî, asmanan ew hîn kiribe.
Xwedê, çiqasî kevn e?
- Ew, kevin nabe.
Û Xwedê, çiqasî dûr e?
- Ew pirr dûr e. Ew, heta hetayê, dûr e.
Û çima em nêzîk in?
- Mirov tev, wisa, nêzîk in, û Xwedê jî, wisa,
tim, dûr in.
Çima Xwedê çû dûr…çima ew ji dûr hez dike?
- Belkî ji bo ku em pirr bêriya wî bikin…
...........................
Xwezî Xwedê, nêzîk baya.
Wek Xwedê gelkî xweş e….min nexwestibû ew here
dûr.
…………………………
Ez jî, dixwazim bibim dûr.
Ez jî, dixwazim wek Xwedê.
_....................
Mama, tu jî dixwaze wek Xwedê?
- Erê…her kes dixwaze wek Xwedê, lê her kes
nikare wek Xwedê.
hoshengbroka@hotmail.com
|