|
Berî niha di
nivîsareke xwe de min behsa
xwendegehên Islamî-Turkî kiribû.
Ew di bin navên
Xwendegehên Fethullah Gülen jî têne
naskirin. Li hemû cîhanê hejmara
wan di navbera 500 û 700 de ye.
Kalîteya perwerdeya wan xurt e, lê
bi amanc û hedef e. Belavkirina
Turkîzmê û Îslamê giringtirîn hedef
e.
Xwendegehên
Fethullah Güven, bi amanca
xurtkirina hêza aborî û kultûrî ya
Turkî û Îslamî li Turkiyê dest pê
kir û hêdî hêdî li cihanê belav
dibin. Perwerdeyeke xusûsî û bi
planekî dem dirêj kar dikin. Hedef
bi rêya perwerdê xurtkirina hêza
Tûrkî û Îslamî li cîhanê ye. Hêza li
pey vê projê ji aliyê aborî ve mîna
yek saziyeke mezin dixebite.
Mesrefên mamoste û xwendegehan ji
aliyê vê hêza aborî tene bicîanîn.
Xwendekarên ku van xwendegehan
diqedînin bi awayekî otomatîk dibin
endamê vê saziyê (Cemaat) û ji
îmkanên wê îstîfade dikin. Ji aliyê
xwe jî îmkanan didinê. Bi vî awayî
dolap fereh digere û sazî ji bo
berjewendiyên xwe mezin dibe.
Ji salên 1990 û
vir de Cemaat a Fethullah Gülen ji
bo bicîanîna armanc û hedefên xwe li
seranserê cîhanê dest bi vekirina
xwendegeh, sazîyên aborî û kultûrî
kir. Li Rûsya, Kafkasê, Balkan,
Ewropa, Afrîka û Rojhilata Navîn
gelek sazî, xwendegeh û rêxistinên
bi vî awayî vebûn. Li Başûrê
Kurdistan jî li Hewlêr û Silêmanî
heşt xwendegehên bi vî awayî hene û
niha jî aktîf in!
Berî salekê
Rusya pê hesiya ku ev xwendegeh ji
civaka Rusya re xeter in û biryara
girtina wan stendibû. Ew bi sûcê
‘pan-îslamîst, pan-Turkîst’ û
‘propagandeya casûsusiyê’ hatibûne
tewanbarkirin. Lê çendek ji wan
xwendegahan mabûn ku xebata xwe
berdewam dikir. Berî şend rojan dîsa
hêzên ewlekariya Rûsya, li St.
Petersburg kontrola xwendegeha
jimara 664 (Kolêja Navneteweyî) kir
û gelek tiştên balkêş peyda kir .
Nêzî bîstûçar ‘mamosteyên’ ku ji
Turkiyê ji bo “dersdayinê” hatibûn
bê dîplomayên pêwîst bûn. ‘Dîploma
Lîse jî bi wan re nebû’. Xuya bû ku
ew ‘mamoste’ ji perwerdekirinê
zêdetir bi tiştên din meşgûl bûn.
Biryar ew e ku heta destpêka Îlonê
yek ji wan xwendegahn li Rusya
nemînê. Deriyê giştan têne girtin û
‘mamoste’ û berpirsiyarên wan ji
welêt têne avêtin.
Bi awayekî
giştî em Kurd dizanin û dibêjin jî,
amanc û hedefên van xwendegehan ne
paqij û ji bo me Kurdan xeter e.
Amanc û hedefa dewleta Tirk û hêzên
Turkî ji bo me Kurdan jî heşkere ye.
Pêwîst nake ku em carekî din wan li
vê derê minaqeşe bikin.
Li gora
agahdariyên heşkere, li Başûrê
Kurdistan dewleta Turk bi her awayî
kar dike ku Kurdistana ku îro ava
dibe bixe tengasî û bi carekê wê
hilweşîne. Heta niha serok û
berpirsiyarên Kurdan bi zimanekî
qirêj, kîn û nefret bi nav dike.
Planên kuştina wan dike . Dezgeh,
hêz û hebûna Kurdan nas nake.
Tiştê ku ji min
re pirseke bingehîn e ev e ku berî
çend salan Cemaat a Fethullagh Gïlen
li Hewlêr yek xwendegeh ava kir. Paş
re duyemîn, …, û pêncemîn û sê jî li
Suleymanî ava kir. Ango niha heşt
xwendegên Turî serê zaorokên Kurd
dişon! Di van xwendegehan de
pewerdeya Pan Turkîst û Îslamî tê
dayin. Turkîzm jî û Îslamîzm jî di
bingeha xwe de dijminahiya hebûna
Kurd e. Her kes jî dizane ku karê
casûsiyê ji bo dewleta Turk
dimeşînin. Û tiştê balkêş jî ev e ku
di van xwendegehan de ‘Turk im,
dogruyum, çalişkanim…’ ji aliyekî û
‘Korkma, sönmez bu şafaklar da yüzen
al sancak…’ ji aliyê din ve her roj
û hefte tê xwendin. Yên ku di van
xwendegehan de dixwênin û dikevin
bin tesîra vê perwerdeya xetera
mezin jî bi pirranî zarokên
berpirsiyarên dereceyên bilind yên
îdare, hikûmet û Parlementoya Herêma
Kurdistan in! Ya bi xêr!
Pirraniya
şîrketên ku li Kurdistan karên mezin
ji Kurdistan stendine, şîrketên
împort û bazirganiya mezin jî di bin
kontrola MIT û Leşkerê Tirk de ne,
yan na? Heta bi dermanê saxiyê ku
dema wan dibihure û bi qestî dixin
nava Kurdan ji aliyê van hêzan dibe.
Bi zanebûn û bi qestî neteweyek tê
jahrdan! Ya sitar!
|