Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 August 2007 00:15

 


Xelat Ehmed

 

 

Ne ser û ne ber

Xelat Ehmed

Tilurkên derya di golan de li sihka diya xwe digerin. Min basik nînin ji banî ve xerîbiya xwe bipîvim.
Melûl li deravên welatê serbestî, wekhevî, rêzgirtin û kar, daxên giyanê xwe mist didim.

Ez keça çanda di bin simên zordestiyê de dinale û hîn pesnên xwe bi mêraniyê dide

Keça kultura ku derguşa min bi lorîkên heskirinê mezin dike û bi zendeke qayîm heskeran dikuje.

Malxwêya mîratê şoreşên bê jimar im û jibermaya heman şoreşên bi bêbextiya kurdan wêran bûyîn.

Keça zimanekî me ku “ Soraniyên “ wî, kurmancên tîpên latînî dûv û heskerên tirkan dibînin û “ kurmancên “ wî soraniyên tîpên erebî dûv û heskiriyên ereban dibînin. Zimanê me ji me bihtir e!? heya em xwe bi xwe layîqê wî nabînin û terxanî miletên din dikin.

Keça partiyên kurdî, yên belavokên xwe yên şermezarkirin û nehaştbûna xwe li ber kirinên rêjîmê, durî rêjîmê, tenê li nav kurdan û bizimanê rêjîmê belav dikin.
Partiyên kurdî yên xwe dijberê rêjîmê û parêzvanên kêşa kurdî didin naskirin û serbest û naskirî li Surî dijîn. Siyasetmedar û rewşenbîrên ku ji Uropa bi dilê xwe diçin Sûrî û tên !!!???
Siyastmedar û rewşenbîrên ku wekheviya jin û mêran ji her jinên cîhanê û kurdistanê re dixwazin ji bilî jinên malbata xwe !!!??? mêraniya wan têrê nake ku bêjin em dijî wekheviyê ne, ne jî têrê dike ku li malbata xwe bipejirînin.

Ez keça çanda girî me, ku lehîstikvanên pênusê li hêviya tifaqekê ne da li bin konê malperan rûnên û li kaba xwe bixin bê ku bizanên “ Siwaro” bistirînin.

Malperên malbat û êlên hemdemî!!!!!!!!!!!!
Wêneyên xwedêdana zarokên berpirsiyarê malperê li tenişta şehîdên îşkenca rêjîmê de diweşînin. Miriyên mirina xudê mezintir ji qirkirna miletekî dişopînin. Malperên ji xwe re mere.

Malperên wêneyên moman, gulan, nûçeyên malbatî, hewaran û saloganan.

Ez keça diya xwe me, keça tembiya tirs û şermî û gunehiyê.
Dema dikenim ji kenê xwe fedî dikim. Dema dimeşim li dora xwe nanerim. Dema xortek li bara min disekine çavsoriyan didimê.

Li welatê serbestî, wekhevî, rêzgirtin û kar, sihika min nîne.
Ez bi xwe sihik im.


Sibeha we yek rû






 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1