|
Di vê dema dawî de gelek kes li ser
standardkirina zimanê me dinivîsînin.
Gava mirov van gengeşiyan dişopîne,
dibîne ku her kesek di bin peyva "standardkirinê"
de, tiştekî din tê digihîne. Hinek
ji wan behsa "standardkirinê" dikin
û peyva "standard" bi awayê "standart"
dinivîsînin. Heke em bala xwe bidin
awayê nivîsandina vê peyvê û hinekê
li ser bifikirin, em'ê bigihînin
encamekê, ku kesê wisa dinivîsîne,
li ser kîjan şopê diçe. Dibe ku
hinek bêjin: Ev tiştekî biçûk'e. Ma
çi cudahî heye, gava em bêjin "standard"
yan jî "standart"?. Na, nexêr,
cudahî gelek mezin'e. Pir caran tê
gotin, ku di paş tiştên mezin de
gelek tiştên biçûk hene, lê belê hin
caran jî wisa ye, ku di paş tiştên
biçûk de gelek tiştên mezin hene. Ev
peyva "standard" ne ji zimanê me ye,
em vê peyvê ji koma zimanên ewropayî
distînin û di wan zimanan de ev peyv
bi tîpa "d" bi dawî dibe. Heke em
bên û li gor devoka xwe ya herêmî
tîpa "d" biguhêrin û bikin "t", ev'ê
me bibe ser şopekê, ku em hergav
wisa bikin. Yanê em'ê navên wek "Mihemed,
Ehmed, Mehmûd, Nemrûd, Bedlîs, ….."
ku di bingeha hemiyan de tîpa "d"
heye, di wan de tîpa "d" biguhêrin û
mîna tirkan bikin "t". Wek tê gotin,
name ji sernivîsê diyar'e, ev mijar
jî wisa ye. Kesê ku peyva "standard"
dike "standart", ne tenê peyvekê
diguhêre, ew bi temamî li ser şopeke
taybet diçe. Ev çi şop'e gelo û çima
em vê şopê wek "pirsgirêk" dibînin?
Ji ber tinebûna dezgeheke navendî ji
bo zimanê me, her kesek – peyvên
biyanî jî li gor devoka xwe ya
herêmî bilêvdike. Ji ber ku em
dibêjin: "Zimanê me wek ku têye
bilêvkirin, wisa jî tê nivîsandin",
ew radibin, wek ku me li gor xwe
bilêv kiriye, wisa dinivîsînin. Belê
rast'e, divêt em peyvan wek ku têne
bilêvkirin, wisa jî binivîsînin. Lê
belê pirsgirêk ew'e, ku çima hin kes
di bilêvkirina peyvan de tîpan li
gor devoka xwe duguhêrin û di pey re
tên û dibêjin, divêt em wisa
binivîsînin, wek ku me bilêv kiriye.
Navên wek "Amerîka, Almaniya,
Afganistan, … û hwd., ji aliyê hin
kesan ve bi awayê "Emerîka, Elmaniya,
Efganistan, …" têne nivîsandin. Lê
belê nivîsandina wan di hemû zimanan
de, yên ku bi tîpên latînî têne
nivîsandin, bi tîpa "A" ye û – bi
dîtina min – baştir'e jî ku wisa
bimînin. Pirsgirêk ew'e ku di
zimanên din de herdu dengên Kurmancî
"A, E" bi tîpa "A" têne nivîsandin.
Yanê "a"-ya me ya dirêj û "e"-ya me
ya kurt di wan zimanan de bi tîpa
"a" têne nimandin. Heger em hergav
tîpa "a" di wan navan de biguhêrin û
bikin "e", em'ê wan navan ji bingeha
wan bi dûr bixin. Em bala xwe bidin
navê welat û gelê Bask, ku li bakurê
Spaniya ye. Heke em navê "Bask" li
gor bilêvkirinê bikin "Besk", em'ê
ji peyva bingehîn gelek bidûr
bikevin.
Ji bo standardkirina zimanê kurdî bi
giştî, hinek bawer dikin, heke
Kurmanciya Bakur (Kurmancî) û
Kurmanciya Navîn (Soranî) bi yek
şêweyê tîpan bêne nivîsandin, hîngê
zimanê kurdî ê bibe "zimanekî
standard".
Bê guman, heke ev herdu zaravayên me
bi yek şêweyê tîpan bêne nivîsandin,
ev ji bo hemû Kurdan gaveke baş'e,
lê bi gaveke wisa – çiqas girîng'e
jî – zimanê me nabe zimanekî
standard. Nimûneya zaravayê
Kirmanckî (Zazakî) li pêş çavên me
ye. Herdu zaravayên me, Kurmanciya
Bakur û Kirmanckî bi tîpên latînî
têne nivîsandin, lê belê ji herdu
zaravayan kurmanciyeke, yan jî
kirmanckiyeke, yan jî
kurmancî-kirmanckî-yeke standard pêk
nehatiye û pêk nayê jî.
Em, kurdên ku bi Kurmanciya Bakur
diaxivin û dinivîsînin, yan em hên
di xew de ne, yan jî – ji ber
sedemên neteweyî – em naxwazin
rastiya ku di jiyana me kurdan de bi
giştî peyda bûye, nasbikin. Me bi
dehsalan, belkî jî bi sedsalan dem
winda kiriye, her zaravayek ji
zaravayên me di şopeke cuda de pêşve
çûye, niha jî em hatine û dixwazin
bi her awayî ji van hemû zaravayan
zimanekî yekgirtî û standard pêk
bînin.
Gelo li seranserê cîhanê zimanên
standard çawa pêk hatine?
1. Nimûneya zimanê erebî: Erebiya
standard, yan jî erebiya fesîh, bi
xwe zaravayê êla Qureyş'e, ku
pirtûka Qur'anê pê hatiye nivîsandin.
Bi sedema ku piraniya ereban bûn
misilman, hemiyan zaravayê Qureyş
wek zimanê standard pejirand; ew
erebên ku nebûn misilman jî, dîsa
zaravayê Qureyş wek zimanê standard
li ser wan hate ferzkirin. Her û her
heya niha jî Ereb her hewl didin, ku
zimanê xwe bi darê zorê, ne tenê li
ser gel û neteweyên di bin serdariya
wan de dijîn ferz bikin; ew hewl
didin ku zimanê xwe li ser seranserê
gelên ku bûne misilman ferz bikin.
Tevî ku ew angaşt dikin, zimanê
bihuştê erebiya fesîh'e, dîsa jî hem
li hemû welatên ereban zaravayê wan
yê taybet tê bikaranîn, hem jî li ba
gel û neteweyên ku bûne misilman,
zimanê erebî tenha di çarçoveya olî
de tê bikaranîn.
2. Zimanê firansî yê standard – wek
ku tê gotin – zaravayê Parîsê ye. Ji
ber ku Firansa di her warekî de bi
awayekî navendî tê
gerandin(îdarekirin), wisa jî
zaravayê Parîsê ji bo hemû
firansiyan bûye zimanê standard.
Yanê bi rêya desthilata navendî ev
standardbûn pêkhatiye.
3. Nimûneya zimanê înglîzî gelek
balkêş'e. Înglîziya standard jî bi
awayekî navendî li Înglistanê peyda
bûye û li seranserê cîhanê belav
bûye. Lê belê em dibînin, gava
navendeke din ya serbixwe vî zimanî
bi kar tîne(nimûne Amerîka yan jî
Hindistan), şêweyekî taybet yê
standardbûnê dide vî zimanî. Ji lew
re, em dibînin ku cudahiyek di
navbera înglîziya Înglistanê û ya
Amerîka yan jî ya Hindistanê de heye.
Heger di navbera înglîziya
Australiya, ya Newzeland û ya
Înglistanê de cudahî tine bin, hîngê
ji ber wê yekê ye, ku ev herdu welat
di warê çandî û zimanî de, xwe bi
Înglistanê ve girêdayî dibînin. Lê
dîsa jî dibe ku hinek cudahî peyda
bûbin, yan jî ê di duwarojê de hên
peyda bibin.
4. Wek em dizanin Almaniya Standard
jî bi xwe zaravayê herêma Saksen'e.
Bi rastî jî li derûdorên bajarê
Hannover, zimanê ku di nav gel de tê
axaftin bi temamî wek Alamaniya
Standard'e. Li herêmên din, di
jiyana rojane de, her kesek bi
zaravayê xwe yê herêmî diaxive, lê
belê – ji ber sîstema perwerdeyê ya
ji salan de – her kesek Almaniya
Standard jî dizane. Çiqas di navbera
Almaniya Standard ya ku li
Almaniyayê tê bikaranîn û ya ku li
Austirya û Siwîsrayê cudahî kêm bin
jî, di navbera bilêvkirina ziman de
cudahî gelek aşkere û xuya ye.
5. Nimûneyeke gelek balkêş di vê
mijarê de, nimûneya welatên
Skandînavyayê ye. Ez wan zimanan
nizanim, lê bi qasî ku min
bihîstiye(heger ez şaş bim, dîtina
min sererast bikin) danîmarkî,
nerwêjî û siwêdî ji hevdu fêhm dikin,
lê belê her welatek jî xwedî
zimanekî taybet'e.
6. Wek nimûneya dawî, ka em zimanên
serbî, kirowatî, bosnî û sernogorkî
li ber çav bigirin. Heyanî ku
Yugoslaviya wek yek dewlet hebû, ev
her çar ziman yek ziman bû, ku jêre
serbo-kirowatî dihate gotin. Piştî
ku Yugoslaviya hate beşkirin û îro
Serbiya, Kirowatiya, Bosniya û
Sernogora welatên serbixwe ne, her
yek ji wan dibêje, em xwediyê
zimanekî taybet'in, tevî ku hemû
heya niha jî, bi temamî ji hev fêhm
dikin.
Ev nimûneyên ku me li jor anîn, ji
me re diyar dikin, ku mijara zimanê
standard heya bi radeyekê bi daxwaza
gelan ve girêdayî ye. Heke gel
bixwazin, dikarin li çend welatan
yek zimanê standard bi kar bînin (wek
înglîzî û almanî), lê heke nexwazin,
dikarin ji yek zimanê standard çend
zimanan peyda bikin (wek zimanê
serbo-kirowatî, ku îro dixwazin
bikin çar ziman).
Heke em wek Kurd dixwazin zimanekî
standard pêk bînin, divêt pêşî, em
her zaravayekî ji van zaravayên xwe
standard bikin, lê belê bi şêweykî
wisa zanistî ku em van zaravayan di
pêvajoyê standardkirinê de nêzî hev
bikin. Ev mijar bi daxwaza me ve
girêdayî ye û ez dixwazim li vir bin
peyva DAXWAZ xêz bikim. Di vê mijarê
de DAXWAZ gelek girîng'e.
Baş tê bîra min, gava min di nîveka
dehsalên 70-î yên sedsala derbasbûyî
de li bajarê Berlîna Rojava
mamostetiya zimanê kurdî dikir,
kurdekî me yê herêma Dêrsimê bi navê
Zulfî Selcan hebû, ku li ser
zaravayê Kirmanckî dixebitî. Gava me
peyvên herdu zaravayan (Kurmancî û
Kirmanckî) didan ber hev, hin peyv
hebûn, ku di herdu zaravayan de mîna
hev bûn yan jî ji hevdu nêzîk bûn,
lê belê bi temamî li hember wan
peyvan, di herdu zaravayan de jî,
hin peyvên din jî hebûn, ku ji hev
dûr bûn. Birêz Zulfî Selcan bi
mebest ew peyvên ku ne mîna hev bûn
di nivîs û xebatên xwe de
hildibijartin û dixwest bi wî awayî
serbixweyiya zaravayê Kirmanckî ji
yê Kurmancî biçespîne. Heke mirovek
di şopeke wisa de berdewam bike, bê
guman tê wê maneyê, ku DAXWAZ ji bo
nêzîkkirinê nîne, bi vajayî wê,
DAXWAZ ew'e, ku herdu zarava ji
hevdu bidûr bikevin.
Mixabin, ew pisporên ku Kurmanciya
Navîn(Soranî) kirine standard, ew jî
li ser şopeke wisa çûne. Bi ti awayî
hewl nedane, ku Kurmanciya Navîn ji
Kurmanciya Bakur ve nêzîk bikin.
Tevî ku dikarîbûn di pêvajoyê
standardkirinê de û di standina
peyvan de xwe nêzîkî zaravayê bakur
bikin, bi vajayî wê, rêzikên
giramêrê wisa danîne, ku dûrî hev
bin û di warê standina peyvan de,
heya ji dest wan hatiye, ji
Kurmanciya Bakur peyv nestandine û
li cihê wan peyvên nû durist kirine.
Bila tikes min şaş fêhm neke, ku ez
hinekan sûcdar dikim û hinekan jî bê
sûc dihêlim. Mixabin pisporên
Kurmanciya Bakur jî hesabê wê yekê
nekirine, ku zaravayên me nêzîkî
hevdu bikin. Her kesekî xwestiye, ku
zaravayê herêma xwe bike zimanê
standard. Ev yek hên îro jî li ba
hin kesan berdewam'e. Tenê wek
nimûne, ka em bala xwe bidin daçekên
me yên cêwî:
bi ..... de, bi ..... ve, bi ….. re
di ..... de, di ..... ve, di ….. re
ji ..... de, ji ..... ve, ji ….. re
Tevî ku piraniya kurmancîaxêvan van
daçekan bi awayê:
bi ..... da, bi ..... va, bi ….. ra
di ..... da, di ..... va, di ….. ra
ji ..... da, ji ..... va, ji ….. ra
bilêvdikin û di zaravayên Kirmanckî
û Kurmanciya Navîn(Soranî) de jî
wisa ne. Heyanî di farisî de, di
Avesta de û piraniya zimanên girûpa
îranî de jî her bi tîpa "a" têne
bilêvkirin, dîsa jî di Kurmanciya
Bakur de, di bin maska "sivikkirinê"
de, bi tîpa "e" têne nivîsandin.
Veqetandeka mê jî wisa ye. Madem em
dibêjin: "Keça bedew", çima em'ê
nebêjin "Keçeka bedew", em'ê herin
bêjin: "Keçeke bedew". Nimûneyên
wisa gelek hene.
Ev biryarên rêzimanî yên mîna van,
çiqas gavên biçûk bin jî, gavên
bidûrxistinê ne û ne gavên
nêzîkkirinê ne.
Ez li ser van herdu zaravayên din (Kirmanckî
û Kurmanciya Navîn) nema tiştekî din
dibêjim û ez'ê di rexnekirina
pêvajoyê pêşvebirina Kurmanciya
Bakur de berdewam bikim. Ka em bala
xwe bidin pisporên me yên ji Bakur,
ew li gor kîjan rêzik û qeydê
têrmînên biyanî ji bo zimanê kurdî (Kurmancî)
distînin?. Em bala xwe bidin peyvên
wek:
Bi înglîzî: logic, sociology, …..( û
hemû peyvên ku bi "-logy" temam
dibin), active, passive, …
Bi alamnî: Logik, Soziologie, ….,
aktiv, passiv
Bi firansî: logique, sosciologie,
….., actif - d’active, passif -
passive
Bi îtalî: logica, sociologia, …..,
attivo, passivo
Bi spanî: lógica, sociología, ….,
activo, pasivo
Bi tirkî: lojik, sosyoloji, ….,
aktif, pasif
Bi kurmanciya pisporên bakur: lojîk,
sosyolojî, …., aktîf, pasîf, …
Gelo çima em'ê bi vî awayî
nenivîsînin?: logîk, sosyologî, …..,
aktîv, pasîv, …
Ji bo çi em'ê mîna tirkî tîpa "g"
biguhêrin û bikin "j", yan jî tîpa
"v" biguhêrin û bikin "f". Bê guman,
ew'ê bêjin: Wisa tê bilêvkirin. Lê
belê, ew ji tirkî hînbûne û ji ber
wê wisa mîna tirkî bilêvdikin.
Kurdên beşên din van peyvan bi tîpa
"g" ("v") bilêvdikin.
Hin kurdên Başûr-Rojava jî hin
peyvan di rêya zimanê erebî re
distînin. Ji ber ku di erebî de tîpa
"g" tine ye, li cihê "g" tîpa "c" tê
nivîsandin. Ji lew re, yên
Başûr-Rojava jî radibin bi awayî "locîk,
sosyolocî, …" dinivîsînin. Ji ber vê
jî niha zimanê me bûye selete.
Encam: Li cihê ku her yek ji me
rexneyê li zaravayê din digire,
werin, pêşî her yek ji me, em
zaravayê xwe, çi Kurmanciya Bakur,
çi Kurmanciya Navîn û çi Kirmanckî,
bi armanca nêzîkkirinê, ango di şopa
nêzîkkirinê de, standard bikin.
Homburg, 22.08.2007
Çavkanî:
http://www.pen-kurd.org/
|