Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 August 2007 11:02

 

Nîzar Qebanî

 

Balqîs

Nîzar Qebanî
Werger : Îbrahîm Îbrahîm

I.

Sipasiya we dikim
Yara min hate kuştin
Hûn dikarin piyalek mey li ser gora wê vexwin...!!
Helbesta min mir
Hûn dizanin ...?
Ji Ereban kes nîne helbestan dikuje ...!!

Belqîs (1)....
Gula dîroka Babil bû
Darek bilind bû di zemîna Îraqê de
Gava dimeşî, dorhêl ji tawûsan dixemlî
û xezal li pey wê dimeşîn

Belqîs ....
Êşa min
Êşa helbestan
Di pey te re şînayî serî hilnîne
Tu keskahiya Nînewayî yî
Tu goçera min î
Pelên ava Dicle yî
Xilxala xweşik di lingê Te de ye


** *

Tu kuştin Belqîs...!!!!
Ev çê rengê EREBAN E
Dengê Bibilan dikujin....!!!!
Kanî Seme’ewl....??
Kanî El-muhelhel....??


II.

Êl .. êlan dixwin
Rovî roviyan dikujin
Pilidir pilindiran şerjêdikin
Bi navê çavên te, yên ku di wan de rûniştiye
Ezê li ser Eraban tiştên ku nehatine gotin bêjim.
Derew li ba wan lehengî ye...!!
Dîroka wan, wek wan derew e...!!!

Belqîs ....!!!!!!!!!!!!!!!!!!
Ji ber çavên min nare
Roj nema derkeve Belqîs
Li ser erdê dinê
Ezê di dadegehê de bêjim:
Leşker bûn diz
Serok bûn bazirgan
û....
çîroka „medem“ korî
bû çîrokek qirêj
em êlek di nav êlan de ne
dîrok ev e BELQÎS...!!!!!!!!!!!!!!!!!

III

Belqîs....
Helbesta min...şehîda min
Zelala min
Sebe’ê li şahenşahiya xwe digere
çima tu silavê venagerînî li milet...??
tu şahenşahiya mezin î
gelek demsalên “Sumerî” di ser te re çûne
Belqîs civîna mine xweşik e
Cigara min e
Histirên li ser rûyê Mecdeliyê belav bûne
Belqîs...
Rojekê ez te dikim bin stemkariyê
Gava te dikujin li ber ava E'zemiyê
Beyrût....
Her rojekê yekî ji me dikuje
û roja din li yekî din digere

***
mirin tim li ba me ye
Di fîncana qehwa me de ye
Di kilîta mala me de ye
û ....
Di kulîlkên me de ye
û....
Di belavok û tîpên me de ye.
--------------------------------------------------------------------------------------
(1) Ev helbesta bi navê «Belqîs» ya helbestvanê Ereb yê mezin Nîzar Qebanî. Belqîs navê pîreka wî ye, ku li Beyrûtê hate kuştin.

 

 


 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1