|
Di şevgerokên xewnên şevên kambax de
Neynika çavan, pirsa te ji min kirin
Û
te…
Çavên xwe ji leşkerên xewê re terxan
kiribûn
Hemî spêdeyan,
Dengê te yê lerzok, ramusan li ber
jîngeha dilê min wer dikirin û ji
xew radibûm
Te digot: Kiçê şînwarên maçên te li
ser dêmê min biharistan e
Tu dizanî! Helma te hin min bi germî
dorpêç diket, bi nazdariya pirsa
tilên te di giyanê xewnan de cih
digirin?
Ji xeber dana te ditirsiyam
Ji xweşke xewnan
Ji hesteka nediyar
Ji xwe ditirsiyam
Tilên te yên qerîsok li bin guharên
min, di nav pora min ya bijale de
matanê diken
Bang diken:
Kiçê dînê ji te hez dikem
Min bi xohdana leşê xwe gulav bike
Bi şev bi pora xwe min binixêve
Zaroyekê evîndarim, ma tu pirsa wî
nakey?
Zaroyekê nazdarim, ma tu hizra xema
wî nakey?
Ka bibêje tu çi qas ji min hez dikey?
Li penageheka aram li xwedawendekê
digeriyam ku bikariba min ji te re
bide naskirin,
Min li ber destên te pîroz biket û
di baweşa te de birazênit!
Ji hesteka nediyar ditirsiyam!
Û te tirs ji mexmeliya rûkên min nas
kiribû!
Hestên min di nazdariya destên te de
ne û
Te digot:
“demê min tu dîtî Nesrîn
Her du çavên reş digirîn
Ewan çavan digote min
Careka dî tu min nabîn”*
Na pir carên dî, dê min bibînî
Nesrîn her rondikan dibarînît
Nesrîn girnijîna dibişkurînît
Nesrîn semayeka ezelî li ber bejna
te biket
Nesrîn caneke û jînê dibexşît
Sîlava rojê û vînê di gundên dilê
min de bi piyadene!
Te welatek pir dînatî ji min re
çêkiriye
Xwezî bihust bi bihust giyanê te ez
dagîr kiribama
Xwezî di hundira te de zîndanî bama
Bo dîtina te,
bo maçên te,
bo destgirtinên te, lavlavê dikem
Şevgerdeka evîndarim!
Dizanî, ‘bi pirsa tu çi qas ji min
hez dikey diêşim?!”
Min xwe ji ber te divêt
Hemiya min tûyî
Di bahozên wendabûna te de xwe
dibînim
Pirim ji negotinê, pirim ji rondikan
Di xemoşiya min de, te digot:
Sotina dawiya tirsê di hundira me de
ji hemû yezdanan xwedatire
Dê giyanê xwe wekî soravên ser lêvên
te, ser lêvên xwe çê bikem
Li bin lingê te nivêja evînê dikem!
Kiçê dîna dilê min, ji te hez dikem
Bi zîndana bîranîna te sermestim
Sofiyeka bendewarim
Te, ez ji min dizîme
Di xema evîna te dw digevizim
Çavên ji ber dûriya te di bê rengin
Di cejna vî bajêrkî de
Fîstanê min yê bê aramgehe
Eza vala, şêt, wenda, rîs
Û tu xewistana xewnên minî
Di qerqudê odeka qerisî û bê meyî bi
bîrhatinên te germ û serxweş dibim
Hemî êvaran di mîhrabên bendemanên
me de li rex mizgeft û dêrê, gundî
bi şirşira stiranên rûbaran û
dilopên baranê digirnijin, zaroyên
pêxwas şemalika evîna me hel diken
Çîroka te ya bê dumahîme
Hemiya min te poşandiye
Neşêm te ji bîr bikem
Were pirtên leşê min jêk vavêre
Çeq û takan bi dara mala xwe ve şor
bike
Kevalekê rîs ji min û xwe nîgar bike
û li ser taqçikê dîdaran bihelawîse!
Ezîzim,
Gundê bapîrê min yê bê xwedawende
Xwedawendên şerxwaz nihêniyên
evîndariyê kifş naken!
Ji xema dûriya te bi agirên rondikê
veşartî yên dîroka evîneka
qedexekirî dagîrsawim!
Li ber destê te şagirdeka debengim,
min fêrî evînê bike
Di dîdeyên te de rêvîngim min fêrî
şevînê bike
Bilbilek bê dengim
Min fêrî fîxanê bike
Di baxçeyê sîngê te da gulek bê
rengim
Min fêrî revînê bike
Li her rexekê vî bajêrî dinêrim
Te û yadigarên te dibînim
Li ber dergehên hetikberên vî bajêrî,
meya evîna te dinoşim
Ji te hez dikem
Hemî spêdeyan,
Bi bêhna yasemîn û bi qehwa helbestê
Bi ramusanên te di min wer kirîn
Li gel te, li rex te ji xew radibim
Hemî kujyên jiyana min ya mirî, te
kirîne nîlufer
Dengên piyên te ji dûr dûr li pişt
sinoran senfoniya Valêntaynê di
guhên min de dijenin
Min di tûrikê viyana xwe de, di
xemoşiya stiranên xwe de bisteh bike
Jenîna bê dengiya min,
Rîtmên evîna me bike helbest
“eman dilo eman dilo, derdê yarê dil
bi kulo, canê eşqê havêt dilo”*
dstirim
Dengê bê dengiya min be
Û bi murên lêvên xwe, dubarebûna me
kesk bike.
Ez heyran.. Tu çi dibêjî heger bi
roj binivîn û bi şev zengila bangî
bo fincaneka qehweyê kibar bikeyin?
Di hundira min de hesteka nediyar
xuriyaneke!
Evîna te ya bê reng duriyaneke!
Car ji biyabanekê, car ji sîbera xwe
û te de dibûrim
Pirtek ji esmanî di çavên te de,
qurçek ji deryayê di destên min de,
Li welatê rojê, me bi viyan diket.
Eza bijale û bêmerêz
Di navbera te û xwe de berz û wenda
dibim
“mestane te bêhn dikem, mestan e te
peyrew dikem!”*
Were bi şevnaziyên dengê xwe
goristana vê şeva kambax pîroz bike.
Her çirkeyekê di nav xwe de vala
dibim
Dibime tu, dibime ez
Di demarên min de yariyan dikey,
dibezî, dijenî, dibiye çînot
Xwezî ev hesta ne diyar min nas
kiriba!
Demê tu digirnijî, qehwa helbesta
min û xwe dinoşî
Giyan, tu çaxek pir alozî
Nîgahên te yên efsaneyî
Di cama valaya xeyalên min de tijî
nabin
Bê te hedara min nahêt
Firek ji evîna min binoşe
Û balava min û xwe bike.
** peyvên stirana Mihemed Şêxo ne ji
Bilind Mihemed hatine wergirtin
|