Wednesday, 27 June 2007 23:45

 

ÊVAR Û BAZYAR Û BERÎ WAN!
Ehmed Huseynî

amedocan@hotmail.com


Li vir im,
Li Germanistanê!
Kumekî hevrêşimînî ji boyî rojgarê,
Û îstegehên pûşînî ji boyî bagerê,
dirêsim!
Bi tena serê xwe,
di hişyariya xewnê de wenda dibim!
bi kurtepistî,
di kêferata şevê de, şkestinên giyanê xwe
û bermayên evîneke kevnare dibêjim!
Hewl didim dudiliya xwe bişikînim
daku li baxçeyan bi pey te kevim,
Tu mîna xezalekê dibezî,
Tu zinaran û yasemînan û temenê min dibirrî!
Min neynikên kevnare şkandin
û min mirin di dergehê dawîn ê poşmaniyê re bi dûr xist,
Min di welatê girî de li destê xwe dinêrî
Û min perdeyên gernameyê bi ser pencereyên hişê xwe de berdan!
Agirê te pîroz e!
De bêrîkirina min
di rêza xwe ya yekemîn de binivîsîne!
û rexên xwe yên teze
ji boyî helbesteke ji xweliyê nîgar bike!

De bêyî evîndarî bibêje:

Ma peravek di jiyana min de,
bêyî ku navnîşana xwe bi ximava qûmê
ji çûkên deryayê re binivîsînim, heye?

Ma îstegehek di jiyana min de,
bêyî ku tozê bi ser çenteyên bêzariyê de bireşînim, heye?

Ma stiraneke ku peyvên wê xwedikujin,
bêyî ku mafûrên sor û sirûdên xemgîn jê re raxînim, heye?

Spêdeyê ji min re gotin:

Tu yê ji tîna tînahiyê
û ji zorbaziya sermestiyê bimirî!

Dê bibêjin:

Tu helbestê dikujî
û tu bi pey şopa kewan û nalenala sirûdan dikevî,
Tu li her tarawgehekê guleke birindar diçînî!
Û tu di her pirsekê de jî xirecirekê li pey xwe dihêlî,
Dê bibêjin :
Tu di koşeyên çilmisî de salan vedişêrî !

Li wir im.
Li Mircanistanê me !
Xwe li ser êşa gihê dirêj dikim,
da kaxezên kevnare yên jidayîkbûna xwe ya dûbarekirî, veçirînim.
kevirên reş ji ser çavên te hiltînim,
û bi destên xwe yên evînbaz, axa tal bi ser gora xwe de direşînim,
û meya sor pêşkêşî miriyên xwe dikim,
rûpelên avê ji wan re radixînim
û di kêlên zêrînî de
ximava ji xweliyê me!
Di navên rêwî û xatirxwestiyan de,
ji boyî roavahiya bêreng a dilsojiya axê,
nivîsandineke ji kulîlkê me!
di amadiya porê te de, porê ku berbi min ve dibeze, vedilerizim,
her ku bagera bakur min dihejîne
navê te ji bîr dikim,
De va ne milên min,
de bila hêlana lêvên te yên matmayî bin,
de bermayên xwîna xwe ji dengê min re bibêje!
ji rexan berbi te ve dibezim
tu ji rexan berbi min ve dibezî
û em bi hev re berbi hemî rexan ve dibezin..
xatir ji te dixwazim
û berbang di çenteyê min de dilerize,
kirasê te yê şîn bi ser ewrên tenik ve dirije,
şeva te xweşî ye..
şînîgiriya min baran e..
peyvên te nerm in
û yasemîna te jî qeder e..
û
bila ev helbest jî boyî te be!
bila westana spehî jî wek hemî caran ji boyî min be!
de ka em bi hev re berbi wê stirana dûr ve bibezin,
bi çavine xemgîn, êvarê li ser mista te nîgar dikim
û li ser hinarkên te jî nêçîrvaniya şermê dikim,
daku di bendergeheke kesk de şermê veşêrim
li wê bîşirîna te ya ku di mikurhatinê de wenda bûbû, digerim.
di nalîna dilbijîna çûyî de,
dema ku
di spêdê de sêwî bûm
ji deryayê re li gulê
û ji gernameyê re li bazbendên peyvê
mikur dihatim..
reng e ez hewcedarî mirineke nû bibim
da bêriya banga te bikim
bêriya sirûda bahozane ya dengê te yê dilovan bikim
da bibêjim:
de bila evîndarekî wek bagerê bim
de bila hêmin bim wek stêrkeke dûr
mîna şînîgirekî vedigerim deryayê
min ji sînga te ya ji pûngê pirsî
wekî bêrîkirinê
dengek di navbera me de hebû
dengê wî bû
dengê wê bû
dengê we bû!
xatirxwestina dawîn a li ser pira kevin bû
ez sîmir im..
ez di xwîna te de meya zelal im
evîndarekî şkestî me..
evîndarekî nû me..,
de
rê bide min
daku ji te hez bikim!
an jî
rê bide min
daku bimirim!

Elmanya: 2006-08-26








 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE