Kemal NECIM
Tu hîna xweşiktir
î
ku riwê xwe yê
gewr
ji heyvê bidî alî
û axa xweziyan
bajo,
wisa mîna
hesreteke şewitî
bi ser laşê min
de birije
ne hînik dibe ne dibihûre .
Tu hîna piçûktir î
ku wisa mîna gunehekî kevnar
xwe berdide nav xwîna min ya bi ta
ne dirije ne ditewire..
Ji azadiyê bedewtir î
ji welat jî
ku wisa mîna şoreşeke hilweşiyayî
xwe li ber bayê helbestên min yên newêrek berde.
Tu hîna ter î ku dilê xwe yê sivik
bidî ber tîrên poşmanî û ((wey li minê))…!!
Tu hîna ter î ku
felekê bidî ber pirsan..
Ew..
((tiştên berê bûn xewn û çûn))
Wê ne mîna emro bin rojên bên
wê ne mina carê bin carên bên
Di çavên te yên kesk de
Têra vejîna pêxemberekî nû
asoyên firînê …
û… her yên firînê
hene..
Ka rabe Kezîzer
tu jî mîna min û a niha
hilmeke dirêj
ji vî bayê xav
bikşîne pişa xwe ya bi kul
û
tije gewriya xwe ya tevizî
biqîre….
((tiştên
berê
bûn
xewn
û çûn))…!!
waye tîrêjên rojê yên ber bi helat
bejna te ya dirêj
vedixwînin kernevala roja nû..
û … her ya roja nû
de bifire
û her
ber bi roja nû…
li kû pêrgî duh hatî
bêje
silav
û derbas be..
li kû pêrgî felekê hatî
dîsa bêje
silav
û derbas be..