|
Li
ser birayê xwe şêr e…lê di qewxa şer
de şikêr e. (pend)
Nemaze çaxê ku ji dil kurd weke bira
tenha di hemweltiyeke destûrî de bi
xwe re yekpar e pesende bikin, li
bal min hinga lêmikurhatineke
mafseza ye.
- Xelekên zincîra pirojeyên zagonên
ewarte yên navristên pirtûka
M.T.Hilal bi destên rêjîma
eydiyolojiya totalîtarî hêj nehatine
birrîn.
- Kertên Şanoya pîlangêrên şofonîzma
Erebî ji 12 ê Avdar 2004 an ya
xwîndar ve hêj bi giştî li Yarîgeha
Qamişlo nehatine kirrîn.
Ne her gav û ne jî di hemî helkeftan
de egere ku li ser rûberê dîrokeke
dirêj bûyer û felaketên ku bi serê
kuradan ji gel rêjîmên diktator
hatine sedbare û dûvrêz bikim, hemî
hevgar, serborî û pêhatiyên
berbatkirinan yên ku miletê kurd di
her çar pişkên dagîrkirî de ji
destên hov û zirzopên dirinde bi
tevayî ta biderzî vekim, bê layenî
baweriya mine nemaze çi kesê
mirovanînas ku dîroka herêma navbera
herdû Çaman baş xwendibe û çaktir jî
rabûdûyî pirsgirêka kurdî li sûriyê
bûbe, teqez hinga dê berjeng û
çavkanî di bafîkê de jêre pirnas
bin, nemaze ku miletê kurd xwedî
ciyografî û dîrokeke dêrîne di
herêmê de.
Di pêşî de dema ku dam û dezge tev
dar û destekarên birêvebiriya hemî
saziyên dewletê, bê ewarte li ber
hemî akinciyên ku di bêrîkên xwe de
radihêjin nasnameya heman welatî,
nemaze ku bê kêmanî maf û erkên
niştemanî çak û dirust bi cih tênin,
tîbûn û birçîbûn, xizanî û belengazî,
ewareyî û bê karî di hemî yasa û
rewayên navnetewî de berpirsyariya
karbidestên dewletê di çesipîne.
Lewra pêdivî ye ku bi lezgînî
bineçareyan ji bo hemwelatiyên xwe
verêsin û zûtir jî peyda bikin, lê
tu carî ne gereke û ne jî kesî ji
bilî rêjîma Ba,is wisa kiri ye
nemaze ku li ser pişta wêrankirina
xan û manên hindek nişteciyên xwe
tenha çima ku bi nîjadê xwe kurdin,
xan û manekî nû li şûna mişextkirina
yê pêşî bê qeregoykirina wan jî ava
bikin, û pirojeyên wa kurtebîn,
finasgenî û têr gelacî bê wext û
paxav, bê xwendin û vekolîn di mafê
kurdên bê sûc û guneh de bi fermana
wezareta çandinî rajmêr 1682 /m.d.
dîrok 3-2-2007 û di bin fermandayîna
serpereştiya serokatiya qelemroy ya
partiya Ba,is de, ji bo ku 150 malên
Erebên navçeya Şedadê li 5 gudên
kurd yên binekofa Dêrikê bi cih
bikin da qena bi heman pilanên
destqirêj bi yek carî rex û rêyên
jiyaneke xwerû ji ber kurdên
baskşikestî bigirin.
Her wiha ez dê weke temendirêjekî
pîşzan û êşans neamze ku ji navkutka
berxwedanê rêdemî pêvajoya hemî
pirojeyên regezperest bûme, ezê
bêtir hewl bidim ku destên xwe
deynim ser birînê û dermanê
êşbirrînê jêre peyda bikim, xal û
mijarên ku rêkeftin û pêşgavên fîraz
bidste ve tînin bi hingivînim, ezê
bi dilbarî raberî vê pîlana
şevnivistî hewleke mezin bidim ku
alav û sedemên hêzdarî di rêbazeke
yekgirtî de, bi giyan û handerekî
gurîx û xweragirî, bi yekziman û
helwestê biryara berxwedana siyasî û
aştiyane bi afirînim, û pê jî weke
serheldêrên raperîna 12 ê Avdarê ya
yekgirtî hevbeş di bizaveke hevbest
de, rêdemî tekoşîneke kargorî nemaze
ku berevanî û bergiriya gireft û
kêşeyên gelê xwe bi rêkûpêk dike.
Li bal min nemaze raberî pirojeyên
wa nîjadperest û kîndar, gereke
zêdetir coş û pêşbaziyeke rûmetdar
bide civaka kurdî bi giştî û bi
taybetî di pêşî de tevgera kurdî ya
siyasî û rewşenbîrên xamesoz û
namedar, nemaze ku bi lazbîrî gava
bidin çarenûsên berhemdar û di
encamê de têkdana pirojeyên
şofonîzmê eşkere riswa û beravêtî
bikin, û ji bo ji holêrakirina hemî
pirojeyên ku bi yasayên ewarte
hatine, tev pergala serbazî û
dadgeriya bê sergoş ya dezgeyên
ewlekarî, yên çûnî û yên ku hê jî
tên gereke bê hedn û tebat em li van
xalên jêrgotî pelendar bibin û li
gora pêkarîna xwe jî pêk bînin.
1- berî her tiştî mîna pêşçare
gereke tevgera kurdî li gel
hevkariya tevgera rewşenbîrî hêmanên
xan û manên mala kurdî li ser rewişt
û rêpîvanên netewperwerî bi serûber
û dirûz ava bikin.
2- ji tevgera kurdî ya siyasî û ya
rewşenbîrên serbixwe tev hindek ji
rûdarên xwedî ezmûneyeke netewî û
dîrokeke kargorî, dûrî zavê
hozperestî di civakê de, û hîç ne
merce ku ji paşkokên êlên kurdî yên
navdar bin , tenha ji bo ku partiya
desthilat baş zanibe ku kurd
baweriyên zanistî yên hemdemî
rêbazdikin û qet bandora siyaseta (
perçe bik tê bimîne mîrza ) /ferriq
tesud/ lê nekiri ye, ji van hersî
hêzên hevpeyman gereke çarçuveyeke
pêşewatî bi heman armanca jorgotî
nemaze ji bo pêşerojên ku teqez bi
rûdanên navgiran avisin bête
damezirandin.
3- ji bo ku em berê tefşo ji ser xwe
biguherin û li gwîzeka me nekeve û
paoşmanî nema kêr û sûdê bide,
nemaze ji bo biryardayîna
tarîbkirina kurd gereke li ser
bernameyeke rêkeftî û şêwazên
çalakiyan li her cih û devera ku
rêxistinên kurd lê hene û di hemî
hêlekarên bexwedana aştiyane de bi
xebitînin, bang û danezanên
pirotisto û dupatkirinê di bin navê
heman çarçeveya pêşewatî de belav
bibin.
4- panel û civîn bêne lidarxistin û
çanda fort, metirsîn û geflêxwarinê
ji hemî çîn, tîre û derbirînên
civaka sûriyê re bête şîrovekirin û
pirojeyên wa tersgeleacî şût û tazî
bibin, û li şûna wan xîm û stûnên
giyanê xweragirî û desthilanînê
xurtir bibin.
5- birêxistina şandeyên siyasî û
rewşenbîrî bi berpirsyarên navendên
çandî re, û li parêzgehê bi giştî di
serî de serokê tayê partiya Ba,is û
parêzgerê Hesekê li gel birêvebiriya
navçeya Qamişlo û Dêrikê û
pelgnameyên xweztekên serokatiya
tevgera kurdî bidin destên tevan.
6- her wekî mercên herêmê bi taybetî
piştî felaketa 12 ê Avdarê pir
hestiyar û ragirtîne, nemaze ku kurd
di pîlaneke xwîndar de zêdeyî 35
pakrewanên ciwan danîne û bi qasî ku
ji me bê gereke em Erebên cezîrê li
ber vê yekê xînin, nemaze ku rêjîm
gelaciyê di destwerdana navxweyî de
gurr dike, tenha ji bo ku ew bimîne
mîrzayê helwestê û nvbênçiyê dest
şûştî ji heman pirojeyan.
7- şandeyeke hilbijartî di gel
gilînameyeke têr derbirîn here
paytextê bi mrbesta ku hevdîtinekê
bi serokomarê dewletê re çêbike, û
bi hemî şêwekarên aştiyane hewl bide
ku serok bibîne, tanî ku neçarî
mangirtineke rûlirû jî bibe gereke
ji bo dengvedana bûyerê vala
venegere.
8- eger ku rêjîm hişkhelwestan
bigire û ji ser pirojeyên xwe yê
regezperest û genî venekişiya, hinga
zor egere ku civaka kurdî bi hemî
texlîtên xwe ve tev wan sakûl û
sewteriyên ji wan welatparêztir û
çêtir, nemaze ku di 12 ê Avdarê de
serwatiya raperîna roja pêşî bi
egîtî kirin, her wiha bi giştî
raperin û bi meş û xwepêşandanên
dupat û şermezarkirinê ji Dêrikê
tanî bi taxa Zorava li şamê û hemî
bajar û gundên kurdan lidarxînin.
9- destekdana cemawirên kurdistanî
li hersê perçên dîtirê bi
xwepêşandanên destekdanê yên
wênegirtî bi taybetî li hemî bajarên
mezin û bi guhêzin ser T.V ekranên
setelaytên asîmanî yên cîhanî.
10- salixê heman pirojeya
tarîbkirina kurd li sûriyê raguhêzin
medya kurdistanî ya dîtin û
bihîztinê û bernameyên hevpeyvînan
yên riswakirina rêjîma şofonîzmê
pêşkêşî cîhanê bikin.
11- hemî rêxistin û niwîneranên
partiyên kurdî yên siysî û
rewşenbîrî tev destekdana rêxistinên
mafên miravan di cîhanê de li Ewropa,
Emerîka û çi devera ku kurd lê hene
û li her pênc parzemînên gerdûnê,
meş, mangirtin û xwepêşandanên
pirotistokirinê li ber deriyên
balyozxaneyên sûriyê û tanî bi
konseya ewlekarî ya navnetewî bê
vewestan û rawestan bêtin
lidarxistin.
12- arîşe û gengaziya teqnekî
ramekêş û sereke ji bo kesê kurd ewe,
nemaze ku heyvanê hiş û sewda di
serê wîde hebe wê berî her tiştî li
jêdera nûçeyên pirojeyên wa
nijadperest ji berya 44 salan ve
vepexêre, û li xwe vegere bê çendî
dar û destekarên partiyên siyasî yên
kurdî bihev re hûrpîş tanî nuha saz
nekirine, û li hemberî wan û kêşeya
netewa kurdî, çendî karbidestên
rêjîmê ji hinga ve ne tebitîne û
kurd xwebixwe, kurd û Ereb lihev di
cixirandine û êl û tîreyên civaka
cezîrê lihev har kirine, û sed
mixabin tenha pîşesazekî kurd ê
ferezane tengî wê rewş û pergalê
nedibû û çareyek jî pêşinyar nedikir,
lêbelê ji serî de partîzanên me di
awirên tenahezî û helperestî de roj
li dûv rojê bêtir jihev dûr dibûn û
zêdetir bi hev dibiliyan, û sed
maşela ji xwedê re ku ji yek makê 12
dûnde zane û hîn tu likû ye ( malê
ji te bibe sed mal ).
13- nan û ava xelkên Şedadê ne ji
kurdên reben û belengaz tête xweztin
ji sedên salan ve li wê beriyê bi
cih û war bûne, ku ji tîna
helkehelka wan bigihê asîmanê heftan,
û ji nêza nûznûza wan bigihê tortor
vêca çi sûc û gunehê kurd bi vê
çîrokê heye, bi korîma wan kirî bela
mafên xwe yên hemwelatiyê ji dewleta
Ba,is bixwazin û kumçikê lihev sor
bikin, û eger ku ewqasî dewlet
xemxur û berketiyê wane, ango ku ne
pîlaneke şofonî û gelacî be, bela co
û cobarên ava şêrîn ji wan re ji
Feratê Bêleçûkê bikişîne, Bîrên
Irtiwazê bikole û bîne ber deriyên
amalên wan, vebirr ne li ser pişta
kurd û xaka bav û kalên wî wan
dermale bike, diyare ku mijar di
panava xwe de siyaseta nijadkujî û
destêwerdana zêdebarî dijî kurd di
meşîne, lê mixabin di çaxê ku kurd
hê jî kêmrahînane, perçebûyî, bê
palpişt û divayên hevpeymanî li gora
xweztekên qûnaxê baş radestî xwe
nekirine.
Xwendina Rewşenbîr Çawa Pirojeyê
Raçav Dike:
Çendî jiyan dijware nemaze ku mirov
li dîwarên xaniyê xwe ewle nebe.
Çendî bar û posatên metirsînê
giranin nemaze ku cerg û ziravê ser
kezebê ji hinavên mirov koçber çûbin
û alavên lephilanînê ji ferhenga
mirov mişext bûbin.
Di cîhanê de pirnase ku rewşenbîr
rûyê xawer di civakê de gewde dike.
Mirovekî peltenik, dûrbîn, lezbîr û
pêşverû ye, û bi kêr û zanyariya xwe
zûtir giyanê xilmaşiyê şiyar dike.
Bi rastî çendî em xwe bidin valî
walî derpî bi qûnê ve zeliqi ye
quretîfiroşî li bazarê nema çerxîkî
tînin, rasteqîna dîrkî agahiyan dide
ku dem ne ya şêwr û şîreta ye, ez
gûman dikim îro kêm kes di hemî
texlîtên civaka kurdî de hene ku vê
pirojeyê, nemaze piştî ezmûneya
pîlana 12 ê Avdarê û bi tyabetî di
mercên herêmî û navnetewî yên lêhatî
û keysenzêrîn de ku jinû ve di xwe
de bi qurmiçînin, gereke bi qîra
heman raperînê kurd ji bo mafên xwe
di hemwelatiyê de, erk û egersezayên
evra bo netewa xwe bi han û halana
pênûsê nemaze bo rakirina zordariyê
ji ser hemnijadên xwe bilind bidin
dezgeyên mirovaniyê, vebirr dem ne
ya ku di vê navberê de em jinû ve
çamêrkî tepa biguhêzin hev ango li
ser masa hilfirandinê peyala bi
çingînin û sûc û tewanan lihev
bibarînin, û di encamê de di
gelaxavtineke zêdebar û bê encam de
dema xwe ya zêrîn berba berdin, weke
hercar li paş pirojeyên esayişên
rêjîmê piştî ku li ser zemîna jîwarî
diçin xwê ca jinû ve di kulkulin, û
jinû ve jî hin ji rewşenbîrên me
gelkî bi kelgermî û dilbarî di
zeviyên kaleşûv de şopa xwe di
gerînin, tovê pesin û navdariyê têde
di çînin, û paleya zirşîret û
sawêrên bamistan, peqpeqok û
pûçpîşên bêhode û mijarên ku
givalekên mij û mûranê bavêjin ser
pirojeyên rêjîma diktator û jibîr jî
bikin, tenha ji bo ku delx û damrên
desthilanînê li nig civaka kurdî xav
û sist bihêlin, weke xwe lawaz,
derûnşikestî û bêhavil di bendemanê
de bê sûde bitepînin, guhên xwe paçk
kirine û çavên xwe ji êrîşên
pirojeyên rêjîmê hitim kirine, û ta
ku ji wan hat di 12 ê Avdara 2004 an
de her wekî vê carê jî çekdariya
pênûsê pêre bi derengî bixînin, lê
weku dixuye ji bo roja paşdawî xwe
hilanîne çiku yên roja qewamê
giranin, tenha ew hinkûfin ku
bersiva gelê xwe li ber xwedê bidin…
ku em mane sax em dê bi bînin. Lê
mixabin ku vaye roja paşdawî li
kurdên navçeya Dêrikê rabûye û Tîrên
pîlangêrên şofonîzma Ba,is dil û
mîlakên kêşeya kurdî ya mafrewa di
netewê de, di hemwelatiya sûriyê de,
di çand, ziman û wêjeyê de, bê sûc û
guneh nikder dikin, lê tirsa mine ku
em li benda wan bimînin teqez em dê
li gutê bikevin û wê hasil bigihê
Mûsilê.
Vêca weku me dîroka civakên
navnetewî xwendine û ezmûneya gelan
di vê bafîkê de baş xwendi ye û
naskiri ye, berî her kesî pir daxe
ku rewşenbî çavên xwe ji sitemî û
bêdadiyê bi guhere, lêbelê gereke
berî hemî çîn, tîre û derbirînên
civakê rewşenbîr û bi taybetî
nivîserên terxemî li yekitiya miletê
xwe û nasnameya wî ya netewî xwedî
derkevin, û bi giyanekî pêşmergeyî
xweragirî bergeya berxwedanê bike,
nemaze ku bi lezbîrî xameyê ji kalan
bikişîne û pirojeyên wa zînatkar
riswa bike, gereke yeksere li kêleka
partîzan yekmil pêşewatiya mangirtin,
raperîn û xwepêşandanên pirotisto û
şermezarkirinê bikin.
Êca tanî ku rahênana xwe ji bo
pîşsazan tewaw bikin û li ser herdû
ferên terezûyê pend û şîretan bi
teqilînin, çivavîkên xwe li ber
pirsê lihev xînin û wêneyên xwe tev
gernejîneke xelok mîna kenê Bizinê
di guranxaneyê de, di rûpelê
enternêtê de daxînin, porê xwe şeh
bikin û siya xwe dirêjtir bibîin,
cilên serûber û şayîk li bejna xwe
bi tiftifînin, pêşbîniyên dûr û nêz
li ber gûmanên erênayê bidêrin,
nakokî û dijheviya navxweyî hemla
laperînin û di bin naznav û riknavên
mijdar de bi nixumînin, hinga wê
karbidestên pirojeyê xweş derfetê
bigirin nemaze ku zûtir paşçekên xwe
ji firêliyên tazîkên beybanî, diz û
çolaxên Ba,is yên ku ji mêj de
şortava girêza wan bi ser xaka kurd
de di herike, dê ji wê çolistana
hişkîola ya xirş û kepir şûfikên xwe
yên zikmar û çavhîz raguhêzin ser
xaka kurd ya merd û pîtdan, ewên ku
xwedêgiravî ji tîna û nêza li ber
hilm û pifekê di lalijin, bi heman
tilama sixte û fersendeya keysebazî
ewqasî sinc û nhadê mirovaniyê, li
rewiştên wan hişyar bûye û dunya di
nexşeya sûriyê de gelekî di çavên
wan de teng bûye, û li ser serê wan
bûye tara bêjingê, her wekî deverekê
ji bilî zeviyên kurdan yên têrdan
nabînin, wilo bi zor, bi xweşî, kî
dixwaze, kî naxwaze bela serê xwe li
dîwêr xîne, di 1974 an de 39 bendege
li ser pîvana 800000 donim ji qada
335 gundên kurd ava kirin, û vaye
îro li ser pîvana 5560 donimî wê 150
malên Ereb di 5 gundên kurd de dîsa
di çend bendegeyên dîtir de bi cih
bikin.
Ji derman re carekê Şeytan tif
rûçikê wan nake ango li bîra wa
najene ku Tazîkên xwe biguhêzin ser
peravên Ferat ango çemê Asî, sinceqa
Xabê an jî çemê mezin li ser derya
sipî li navçeya Laziqiyê, îcar bela
di bihuşta bax û dehlên êmîşên
hemecûr de xenêmayî her bijîn, ango
serjimara van çolaxên qaşo
berbatbûyî yên 1974 an û yên nuha
2007 an jî, gelo çima nehate bîra
wan ku van xelkan li 16 e parêzgehên
welêt dabeşbikin, hinga rûniştiyên
Cezîrê jî wê serê xwe ji yasa
wekheviyê re bi çimandana, yaxud
bûgîn êdî tiştekî dine û lê mixabin
bi çi rengî be her mane bela serê
kurd û zarok jî zanin ku pirojeyên
wa bi fend û sixtebazî hîç ne egerî
şîrovekirinê ne, lê pi daxtire jî
nemaze ku nepevgirtina tevgera kurdî
ya siyasî û rewşenbîrî em besteziman
û gurgemêj kirine, loma her ku rêjîm
rewşeke wa ji hev pijilî li nik kurd
di pelîne, yekser pirojeyên xwe
kitakita li dûv hev û bê astengî û
arîşe di meşîne, û di encamê de 2
çûkan bi kevirekî di kuje, 1-
pirojeyê xwe bê xirecir dibe serî 2-
ji ber ku kurd di serî de tevgera
siyasî bi sedema heman pirojeyî
bihev dibilin û bi ser ve jî mîna
derza Camê tîşeke din diçe serî.
Bê gûman destegul mebest û armanc ji
pirojeyên wa siyasi ne, hîç tiştekî
mirovaniyê têde nîne, mebesta yekem
jê di serî de ewe ku rêja nîjadê
Erebî li herêmê zêdetirî ya kurd
bikin, û hino hino li gel dîrokeke
dirêj bibin niştewarên kevnar û
resen, û li ser qada bav û kalên me
xwe bi perixînin, her wiha sal li
dûv salê heman çavhar û rêleçên
noker yên bê rewişt û rêpîvanên
mirovanî, ta ku ciyê pêgehên xwe
çêbikin û bendegeyan ava bikin û
xaka kurd ya pîroz pûre û yexme
bikin, mîna kulî bi ser de ji çar
semtên sûriyê bi qurijin, û bi wiha
reng dê siya xwe bigirin ser
devereke sitratîcî siyasî, aborî û
serbazî, da qena karibin azad
qijleyên leşkerî tev sîpahên ku bi
tilama pîlana 12 ê avdarê anîbûn di
nava bendegeyên Erebên kevn û nû de
ava bikin, û me kurdên reben di
tengezariyeke dîl û dorpêçayî de
biknin girawa tiştên ku me nekirine,
û taldeyek jêre nemîne ku xwe di ber
de bi parêzin, ango wê destên me bi
yek carî ji tora bi birrin û
jiyaneke binçav, xêzan û qitûtî bo
me bi parvekin, roj li dûv rojê li
gora bernameyên karbidestên ewlekarî
gezdevan û neqeban bêtir di hêmanên
tevgera kurdî ya siysî de vekin.
Weku me li jor emaje pê daye kêm kes
hene nemaze di vê êtapa ku mirovanî
têde beşdare ku vê yeka han di xwe
de bi borînin, tew di vê navberê de
tanî ku Şêxên Tillo û xêvzanên me
pend û şîretên navdarên kurd yên
gewre û rûmetdar mîna Şêx Se îd,
Celadet, Seyid Rida û Berzaniyê
nemir nemaze bo yekitiya navxweyî û
diyardeyên pêwîstderiya nasnameyê di
zimanê netewî de biparvekin. Bê
gûman wê şofonîzma Efleqî ya
keysebaz xaka kurd ya comerd li
heman diz û çolaxên rêjîma faşist
dabeşbikin.
Vêca di baweriya min de çi kesê ku
dîdemî van pirojeyên rêleç û ne
mafnas bûye, nemaze ku di bin fort û
geflêxwarina yasayên ewarte de,
sirgûn û mişextî, sitemî û
çewsenkariya ku civaka kurd ji
destên dagîrkerên bêdad bi çavên xwe
dîtine, tu carî destên xwe nade ber
rûyên xwe û di bendemanê de na
ponijin, û di bafîkê de li serbêşan
tenha li wêneyê xwe nagerin, keys û
derfetê çaktir nabîne ku pend û
şîretên berya bo rênivîsî û
rêzimaniya zimanê dayikê rave bikin,
her wekî berjeng, jêder û lêveger bo
vê mijarê pirnasin, lê hema her ciyê
gotinê ye nemaze ku mirov bibêje kar
û barê giran li hemberî pirojeyên
wilo dijwar berî her kesî stûbariya
pênûsa ronakbîr û çalakiyên
siyasetvane. Êca ku hat û qewimî
gelo kî gereke ku berî her kesî
desthilîne, li gora xwendina min ji
ezmûneya cîhanî re siyasetmedar bi
kar û xebata xwe ya diblomatîk û
rewşenbîr bi kêra ferzanî û pênûsa
xwe, herdû hêzên hevpeyman pêşeng û
seretene nemaze ku berevanî û
bervedêriya kêşeya gelê xwe pê dikin.
Ji alîkî ve di çesipînim ku kesê
jixwe hêvî û bîrewer nikare bibe
dîdevan û ji dîtin, bihîztin û
ezmûneya xwe ya jîwarî bibêje:
rêjîmên ku eydiyolojiya totalîtarî
rêbaz dikin salixên rêjîmên
dîmuqrasî naskirine ango yasa û
destûrên wekhevî, rojnamegeriya
rizgar, dadgeha serbixwe, saziyên
civaka şaredarî pasende kirine, û li
gilî û gazindên civakê guhdarî
kirine, û dîdariya xwe tewaw bike ku
di hemî hêlekarên jiyanê de, hatine
ku berevaniya milet bikin û di
bergiriyeke kargorî de sînorên welat
biparêzin. Nexêr lê ku ji layê
rasteqînê ve heman dîdevanê lezbîr
gelekî bi kurtî kare govaniya xwe
wiha bibêje: ku rêjîmên wa demdar ji
bo ku kursiyê destelatdariyê sermedî
bi navê xwe tapo bikin wê (hindirû
bi qurbana derve dikin).
Bi heman pîvanê jî dîsanê ez di
bêjim kesek nikare govaniyê bide
nemaze ku rewşenbîrê namedar û
karzan ger ku ji dil pêbendê gireft
û kêşeyên gelê xwe yên çandî, siyasî
û civaki bibin, nemaze ku mîna tiral
û tembelan li ser derzika piştê kar
û xebat, pênûs û rûpel jixweber û bê
serêşan di nava livînê de here ber
destên wan, ne ew ji bîr û baweriyên
xwe ji handerî û rûmeteke coşdar
birje çalakiyên berxwedanê, lê weku
me dît û bihîzt çendek ji
rewşenbîrên kurd yên wêrek û nebez,
nemaze ku di berbanga derçûna salixê
daxreş pirojeyê bê qidoş de, pênûsa
xwe ji kalan kişandin û bi hozanî
piroje li ser rûpelên Enternîtê û di
rojnamegeriya kurdî de dupat û riswa
kirin, di baweriya min de bi wiha
reng ezmûneya cîhana rewşenbîrî
destnîşankiri ye ku seraqet
rewşenbîr li pêşiya civakê kesekî
hestiyare, mirovanînas û aştîxwaze,
fêrisekî hozan û çalakvane tu carî
delxên mêraniyê têde li hember
zînatkaran danacivin, ji tepeke
çavsorî, ji peyveke bergûman jehrî
dikeve û bi gişê hêz û viyana xwe
mîna serheldêr li pêşiya cemawirên
gel di rapere û dest dihilîne,
giyanê xweragirî û çalakiyên kargorî
di nava civakê de laş û gewde dike,
û her wiha rûyê rewşenbîr yê çakbîn,
xawer û delîvedar nimûne dike…Sipas.
Qamişlo- 20-7-2007
gorican@hotmail.com
|