Lêker û rastnivîsandina lêkeran 3
Selîm Biçûk
Çêkirina lêkeran
1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên
derhingêv:
a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin)
lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê
û bi dûxistina paşgîna (în) lêkerên
nederhingêv yên afirandî tên çêkirinê:
Navê raderî derhingêv nederhingêv
leriz
lerizandin lerizîn
meş
meşandin meşîn
rev
revandin revîn
bez bezandin bezîn
ger gerandin gerîn
ken kenandin kenîn
tirs tirsandin tirsîn
kel kelandin kelîn
bar
barandin barîn
reng
rengandin rengîn
sot
sotandin sotîn
pêç
pêçandin pêçîn
dom
domandin domîn
b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin)
lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn)
yên nederhingêv çêdibin.
Nav derhingêv
nederhingêv
zêr
zêrkirin zêrbûn
zîv
zîvkirin
zîvbûn
kar
karkirin karbûn
çem
çemkirin çembûn
bar
barkirin barbûn
par
parkirin parbûn
gêr
gêrkirin gêrbûn
rê rêkirin
rêbûn
mehr mehrkirin
mehrbûn
kaş kaşkirin
kaşbûn
Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên
derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:
Sûnd xwarin, rê xistin, rê birîn,...
Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên
nederhingêv yên nû çêdibin: Rê ketin, rêve
çûn,...
c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera
alîkar (kirin) lêkerên derhingêv û bi
dûxistina lêkera (bûn) lêkerên nederhingêv
çêdibin.
Rengdêr derhingêv
nederhingêv
reş reş kirin
reş bûn
xweş xweşkirin
xweşbûn
germ germkirin
germbûn
sor sorkirin
sorbûn
dîn dînkirin
dînbûn
zer zerkirin
zerbûn
Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be,
lêkera çêkirî jî, derhingêv e, lê dema
nederhingêv be, ya çêkirî jî, nederhingêv
e.
2. Çêkirina lêkerên cemkirî:
Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û
pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.
a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên
cemkirî çêdikin ev in:
Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin,
ser, pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev,
lev, pev, tev, di ser re, di rex re, di nav
de, di şûn de, di pêş de, bi paş de, bi ser
de,... ûwd.
Mînak:
Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn,
vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin,
veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn,
raketin, raxistin, razan, wegerandin,
daxistin, dagirtin, rûniştin, bergirtin,
derketin, derkirin, derbûn, serkevtin, ser
xwebûn, pêşxistin, paşketin, peyxistin,
peyman, levhatin, jevketin, jevçûn, pevketin,
pêxistin, jêkirin...
b. Nav û lêkerên alîkar:
Sozdan, bersivdan, rêxistin, cihgirtin,
kardîtin, bînkişandin, gilîkirin, hînbûn,
hînkirin, rêketin, cemkirin, karkirin,
dersdan, malbarkirin, guhbirîn, serlêdan,
rêbirîn...
c. Rengdêr û lêkerên alîkar:
Korbûn, sarbûn, korkirin, sarkirin, dûrketin,
dûrbûn, dûrkirin, dûrxistin, sorkirin,
sorbûn, sazkirin, sazbûn...
Veguhastina lêkeran bi demê re
Di zimanê Kurdî de sê demên bingehîn hene:
1. Dema niha (nihok)
2. Dema bê (pêşedem, mand)
3. Dema buhirî (berê, buhêrk)
1. Nihok (dema niha)
Lêker liber çavên mirov pêk tê û bi awayekî
gumanbir bûyer diqede yan jî, dê biqede.
a. Nihok
Niha ez dixwim.
Ez li Almanya dimînim.
Ez pirtûka rêziman dinivîsim.
b. Bûyereke ku dema berê çêbû be û xwe
dirêjî dema niha bike:
Ji sê salan ve ez li Almanya dimînim.
Ev salek e ji êşa dilê xwe dinalim.
Ji sê mehan ve ez Şêrînê nas dikim.
c.
Bûyereke ku dê di pêşedemê de pêk bê û lêker
bi hokereke demîn ve girêdayî be, mîna: Sibe,
di sala bê de, piştî saeteke din...
Ez sibe diçim dibistanê.
Ez saleke din vedigerim welêt.
Piştî saetekê ez diçim Amedê.
ç. Toreyeke (adet) ku tê dubarekirinê û bi
gotinên mîna: Heroj, hercar, ducaran...,
tê naskirinê:
Herkêlî ez bi welat dihizirim.
Herroj ez di biyaniyê de dimirim.
Herhefte ez diçim dibistana Kurdî.
1. Veguhastina lêker di nihok de
Di nihok de, herdem awayê rast yê cînavên
kesok (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê
bikaranînê. Pêşiya koka dema niha (di)
distîne, eger lêker hîmî yan jî, afirandî be,
lê eger lêker cemkirî be (di) dikeve
navbera her du parçeyan, dikeve pêşiya
parçeye dawî ji lêkera cemkirî. Dawiya (KDN)
jî, (im, î, e,
in) distîne.
Lêkera hîmî: kirin
Koka dema niha (k) ye.
Ez dikim Ez di (KDN)
im
Tu dikî Tu di (KDN)
î
Ew dike Ew di (KDN)
e
Em dikin Em di (KDN)
in
Hûn dikin Hûn di (KDN)
in
Ew dikin Ew di (KDN)
in
Lêkera afirandî: lerizîn
Koka dema niha (leriz) e.
Ez dilerizim
Tu dilerizî
Ew dilerize
Em dilerizin
Hûn dilerizin
Ew dilerizin
Lêkera cemkirî : barkirin
Di van lêkeran de, lêkera alîkar tenê tê
veguhestinê, koka dema niha jê tê deranînê û
(di) pêşiya wê digire.
Koka dema niha: (Bar...K.) ye.
Ez bar dikim
Tu bar dikî
Ew bar dike
Em bar dikin
Hûn bar dikin
Ew bar dikin
Nihokê dirêj
Lêker hîkariya xwe dewam dike yan jî, nîv
pêk hatiye û nîvê din jî, dê pêk bê. Di vê
rewşê de, dawiya kirde (kiryar) (î)
distîne.
Ezî dikim Ezî dilerizim
Ezî bar dikim
Tuyî dikî Tuyî dilerizî
Tuyî bar dikî
Ewî dike Ewî dilerize
Ewî bar dike
Emî dikin Emî dilerizin
Emî bar dikin
Hûnî dikin Hûnî dilerizin
Hûnî bar dikin
Ewî dikin Ewî dilerizin
Ewî bar dikin
Nihokê Pêşro (daxwazî)
lêker
hîn pêk nehatiye û dibe ku pêk neyê jî.
Pêkhatina wî, bi
bûyereke din ve girêdayî ye.
Di veguhastinê de, di şûna (di) de,
pêşiya lêker (bi) distîne:
Ez bikim Ez bilerizim
Ez bar bikim
Tu bikî Tu bilerizî
Tu bar bikî
Ew
bike Ew bilerize Ew bar
bike
Em bikin Em bilerizin Em
bar bikin
Hûn bikin Hûn bilerizin
Hûn bar bikin
Ew bikin Ew bilerizin Ew
bar bikin
Di vê rewşê de, kirin yan jî, bûn bi
xwestinê pêk tê. Ev rawe bêhtir dema bê (pêşedemê)
tîne zimên. Carna jî, daçekên (da, ku) têne
pêşiya lêkera xwestinî. Mîna:
Bêrîvanê xwe xemiland da biçe seyranê.
Min xwe amad kir ku romanekê binivîsim.
Di vir de (da, ku) daçekên sedemîn e.
Herwiha bêjeya (bila) jî, pêşiya van lêkeran
digire: (Bila) ez biçim.
2. Pêşedem
Lêker hîn pêk nehatiye, lê wê di dema bê de,
di pêşerojê de pêk bê. Di be ku lêker pêk
neyê jî.
Di vê demê de pêşiya lêker, lêkera (hatin)
di dema niha de û bi kesê sêyemîn yê
yekhejmar re (ew) digire. Herwiha
lêker jî, pêşgîna (bi) distîne. Lê,
lêkera hatin bi sê cûreyan tê bikaranînê.
Ê, dê û wê, mîna:
Ez ê bikim
Ez dê bikim
Ez wê bikim
Em ê bi çend nimûneyan ji klasîkên kurd vê
rewşê şirove bikin:
Dê
Meleyê Cizîrî dibêje:
Esrar ezel dê dabed bîne zuhûrê.
Encam ser encam ji axaz çi hacet.
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de dibêje:
Evçend munafiq û neyarî
Hêja tu bi çavê min diyarî
Mem dê bimirit tu dê bimînî
Hêj xweş bigerî li rûyê zemînî
Ê
Di qewl û beytên Êzîdiyan de tê gotinê.
Newêrim bikêlimim
Wekî ez bêjim sineta berî Adem e
Ez ê birecimim
Wê
Di qewl û beytên Ezîdiyan de tê gotinê:
Ew e miletê xirqe paristî
Xirqe maqûl kir ser xwe re dêxistî
Roja axretê wê jê here nûrek kesekî
Seydayê Tîrêj jî, di bilbilê dilşadî de
dibêje:
Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye.
Wê
roj hile ronî bikeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bigihe cî û warê
meqsedê ye.
Çerxa Felekê herdem bifitil û ger û dewr e.
Dê, ê û wê ji kû hatine?
Ev her sê bêje yek lêker in, ew jî, lêkera
hatin di dema nihok de ye.
Ez di êm (dêm, têm).
Tu di êyî (dêyî, têyî).
Ew diê (dê, tê) ew
dê
dema
dê ew dê
Ez dema diê bikim.
Ez dê bikim.
Di axaftinê de (dê) dikeve û dibe:
Ez dema ê bikim
Ez ê bikim
Bi baweriya min mana (dê) pêkanîna
lêker di pêşerojê de bêguman dike. Dema ez
dibêjim: Ez dê bikim. Hevok mîna nihok
wateya xwe distîne û di pêkanîna kirinê de
mîna: (ez dikim), yan jî, nêzîkî wê
wateyê dibe. Lê (ez dikim) min dest bi
kirinê kiriye û (dê) pêkanîna lêker
di projeyekê de dihêle, belkî pêk bê û belkî
jî, neyê.
Ez ê bikim. Kirinê di projeyekê de
dihêle. Belkî ez bikim û belkî ez nekim.
Ez wê bikim. (Ez ewê dê bikim)
yan jî: (Ez ewê bikim): Di vir de lêkera
hatin (ê) û cînavê nîşandek (ewê)
bi hev re dibin yek (wê). Ez ewê
dema ê bikim.
Ez ewê ê bikim.
Ez wê bikim.
Ew, ewê cînavê nîşandek e jibo dûr bikar tê,
jibo vê jî, dema bi lêkera alîkar hatin (ê)
re dibe yek, bikaranîna lêker di pêşedemê de
dûrtir dike. Gelek caran cînavê nîşandek (ew)
bi (ê) re dibe yek, ev jî, bi piranî dema ku
nav di hevokê de şûna cînav digire, mîna:
Wê roj hile Roj wê
hile
Wê ronî bikeve Ronî wê
bikeve.
Roj, ew ê hile.
Ronî,
ew ê bikeve.
Roj wê hile.
Ronî wê bikeve.
Ew
û (ê) bi hev ve dibin yek.
Bi xwe hevok bi vî awayî rast dibe:
Ew
roj ê hile ew ê roj hile
Ew
ronî ê bikeve ew ê ronî
bikeve
Ew
ê, bi hev ve dibin (wê)
Jibo tevlîhevî çênebe, em ê di veguhastina
lêker de, di pêşedemê de (dê) bi kar
bînin û van dîtinên jor mîna pêşniyazan
bihêlin.
Veguhastina lêker di pêşedemê de
Di pêşedemê de jî, mîna nihok herdem awayê
rast yê cînavên kesanî (ez, tu,
ew, em, hûn, ew)
tê bikaranînê. Herwiha
koka demê ji fermaniyê tê girtinê.
Lêkera alîkar hatin (dê)
pêşiya lêker digire û pêşgîna (bi) jî, pê
ve dibe. Eger lêker cemkirî be (bi)
dikeve pêşiya parçeyê dawî û
ew parçe tenê
tê veguhastinê.
Lêkera hîmî: kirin
bike (k)
Ez dê bikim
Em dê bikin
Tu dê bikî
Hûn dê bikin
Ew
dê dike
Ew dê bikin
Lêkera afirandî: lerizîn bilerize
(leriz)
Ez dê bilerizim.
Ew dê
bilerizin
Tu dê bilerizî.
Hûn dê bilerizin
Ew
dê bilerize.
Ew
dê bilerizin
Lêkera cemkirî: Bar kirin bar
bike ( bar-k-)
Ez dê bar bikim.
Ew dê bar
bikin.
Tu dê bar bikî.
Hûn dê bar bikin.
Ew
dê bar bike.
Ew dê bar
bikin.
3. Buhêrk
Di demeke rabûrî de, lêker pêk hatiye.
Bi lêkerên derhingêv re, cînavên kesanî (min,
te, wî, wê, me,
we, wan) tên bikaranînê û bi lêkerên
nederhingêv re cînavên (ez,
tu, ew, em, hûn, ew) tên bikaranînê.
Di dema buhirtî de çar darêj hene:
a.Buhêrk
Demek di ser pêkanîna lêker re derbas bûye.
b. Mêjbûhêrk (çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkanîna lêker re
derbasbûye û ketiye darêja çîrokiyê.
c. Buhêrka bicih
Bi temamî lêker pêk hatiye û hîkariya xwe
davêje dema niha.
ç. Buhêrka dirêj
Hîkariya kirinê demeke dirêj dewam dike.
a. Buhêrk
Veguhastina lêkera kirin
ya himî û derhingêv:
Koka dema berê ( kir )
Min kir Me kir
Te kir We kir
Wî/wê kir Wan kir
Lêkera çûn ya nederhingêv û himî: Koka dema
berê ( çû )
Ez çûm Em çûn
Tu çûyî Hûn çûn.
Ew çû Ew çûn.
Lêkera afirandî ya derhingêv Lerizandin:
KDB (lerizand )
Min lerizand
Me lerizand
Te lerizand
We lerizand
Wî/wê lerizand Wan lerizand
Lêkera afirandî ya nederhingêv Lerizîn:
KDB ( lerizî
)
Ez lerizîm Em lerizîn
Tu lerizî Hûn lerizîn
Ew
lerizî Ew lerizîn
Lêkera cemkirî û derhingêv barkirin:
KDB ( bar
kir )
Min bar kir
Me bar kir
Te bar kir
We bar kir
Wî/ wê bar kir
Wan bar kir
Lêkera cemkirî ya nederhingêv sorbûn:
KDB ( sor
bû )
Ez sor bûm Em sor bûn
Tu sor bûyî Hûn sor bûn
Ew
sor bû Ew sor bûn
b. Mêjbêj (mêjbuhêrk, çîrokî)
Demeke dirêj di ser pêkhatina kar re derbas
bûye û ketiye darêja çîrokekê.
Lêkera kirin:
Min kiribû Me kiribû
Te kiribû We kiribû
Wî/wê kiribû Wan kiribû
Lêkera çûn
Ez çûbûm Em çûbûn
Tu çûbûyî Hûn çûbûn
Ew çûbû Ew çûbûn
Lêkera lerizandin
Min lerizandibû
Me lerizandibû
Te
lerizandibû We lerizandibû
Wî/wê lerizandibû Wan lerizandibû
Lêkera barkirin
Min bar kiribû
Me bar kiribû
Te bar kiribû We bar kiribû
Wî/wê bar kiribû Wan bar kiribû
Lêkera sorbûn
Ez sor bûbûm Em sor bûbûn
Tu sor bûbûyî Hûn sor bûbûn
Ew sorbûbû Ew sor bûbûn
c.Buhêrka
bicih
Lêker bi temamî û bê kêmasî pêk tê û
hîkariya xwe li dema niha jî, dike.
Lêkera kirin
Min kiriye Me kiriye
Te kiriye We kiriye
Wî/wê kiriye Wan kiriye
Lêkera çûn
Ez çûme Em çûne
Tu çûyî Hûn çûne
Ew çûye Ew çûne
Lêkera lerizandin
Min lerizandiye Me lerizandiye
Te lerizandiye We lerizandiye
Wî/wê lerizandiye Wan lerizandiye
Lêkera lerizîn
Ez lerizîme Em lerizîne
Tu leriziyî Hûn lerizîne
Ew leriziye Ew lerizîne
Lêkera barkirin
Min bar kiriye Me bar
kiriye
Te bar kiriye We bar kiriye
Wî/wê bar kiriye Wan bar kiriye
Lêkera sorbûn
Ez sor bûme Em sor bûne
Tu sor bûyî Hûn sor bûne
Ew
sor bûye Ew sor bûne
ç. Buhêrka dirêj
Lêker di dema berê de pêk hatiye.
Lê hîkariya wî demeke
dirêj dewam kiriye.
Yan jî, lêker bicih pêk
nehatiye.
Pêkhatina wî dest pê kiribû û dewam dikir.
Em dikarin bibêjin " buhêrka kêm ".
Lêkera kirin
Min dikir Me dikir
Te dikir We dikir
Wî/wê dikir Wan dikir
Lêkera lerizandin
Min dilerizand
Me dilerizand
Te dilerizand
We dilerizand
Wî/wê dilerizand Wan dilerizand
Lêkera lerizîn
Ez dilerizîm Em dilerizîn
Tu dilerizî Hûn dilerizîn
Ew
dilerizî Ew dilerizîn
Lêkera barkirin
Min bar dikir
Me bar dikir
Te bar dikir
We bar dikir
Wî/wê bar dikir
Wan bar dikir
Lêkera sorbûn
Ez sor dibûm Em sor dibûn
Tu sor dibûyî Hûn sor dibûn
Ew sor dibû Ew sor dibûn
Lêkera sorkirin
Min sor dikir Me sor dikir
Te sor dikir We sor dikir
Wî/wê sor dikir Wan sor dikir
Rawe
Ji bilî hersê demên bingehîn, li gor dem ,
rawe û dirûvê lêker tê veguhastinê, ji
raweyên ku lêker tê de bi awayên cuda tê
veguhastinê, ev in:
1. Raweya fermanî (kotekî)
2. Raweyên hekeyî (egerî, mercî, şertî). Ew
jî, ev in:
a. Lavij û nihokê lavij
b. Bijoke û nihokê bijoke.
3. Raweyên gumanî
a. Guman û nihokê guman
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
1. Raweya fermanî
Mirov, kesekî dike bin
kotekê jibo ku bi karekî rabe.
Lêkera kirin
Lêkera lerizandin
Tu bike Tu
bilerizîne
Hûn bikin Hûn
bilerizînin
Em bikin Em
bilerizînin
Lêkera lerizîn
Lêkera barkirin
Tu bilerize Tu bar
bike
Hûn bilerizin Hûn bar
bikin
Em bilerizin Em bar
bikin
2. Raweyên hekeyî
a.
Lavij
Lêkera kirin
Min bikira
Me bikira
Te
bikira We bikira
Wî/wê bikira Wan bikira
Lêkera lerizandin
Min bilerizanda
Me bilerizanda
Te
bilerizanda We bilerizanda
Wî/wê bilerizanda Wan
bilerizanda
Lêkera lerizîn
Ez bilerizîma Em
bilerizîna
Tu bileriziya Hûn
bilerizîna
Ew bileriziya Ew
bilerizîna
Lêkera barkirin
Min bar bikira Me bar
bikira
Te bar bikira
We bar bikira
Wî/wê bar bikira
Wan bar bikira
Lêkera sorbûn
Ez sor bibûma
Em sor bibûna
Tu sor bibûya Hûn sor
bibûna
Ew
sor bibûya Ew sor
bibûna
Nihokê lavij
Min ê bikira Me yê
bikra
Tey ê bikira We yê
bikira
Wî/wê yê bikira Wan ê bikira
Ev rawe jî, mîna lavij e. Lê "ê" li pey
cînav tê.
Min ê bilerizanda....
(lerizandin)
Ez ê bilerizîma....
(lerizîn)
Min ê bar bikira... (barkirin)
Ez ê sor bibûma... (sorbûn)
b. Bijoke
Kirin
Min kiriba Me kiriba
Te kiriba We kiriba
Wî/wê kiriba Wan kiriba
Lerizandin
Min lerizandiba
Me lerizandiba
Te
lerizandiba We lerizandiba
Wî/wê lerizandiba Wan
lerizandiba
Lerizîn
Ez lerizîbama Em
lerizîbana
Tu lerizîba Hûn
lerizîbana
Ew lerizîba Ew
lerizîbana
Barkirin
Min bar kiriba Me bar
kiriba
Te bar kiriba We bar
kiriba
Wî/wê bar kiriba Wan bar
kiriba
sorbûn
Ez sor bûbama Em sor bûbana
Tu sor bûba Hûn sor
bûbana
Ew sor bûba Ew sor
bûbana
Nihokê bijoke
Ew jî, mîna bijoke ye, lê "ê"
li pey cînav tê.
Min ê kiriba Meyê
kiriba
Te
yê kiriba Weyê kiriba
Wî/wê yê kiriba Wanê kiriba
Min ê lerizandiba... (lerizandin)
Ez ê lerizîbama... (lerizîn)
Min ê bar kiriba... (bar kirin)
Ez ê sor bûbama...
(sor bûn)
3. Raweya guman
Kirin
Min kiribe Me kiribe
Te kiribe We kiribe
Wî/wê kiribe Wan kiribe
Lerizandin
Min lerizandibe
Me lerizandibe
Te
lerizandibe We lerizandibe
Wî/wê lerizandibe Wan
lerizandibe
Lerizîn
Ez lerizîbim Em
lerizîbin
Tu lerizîbî Hûn
lerizîbin
Ew lerizîbe Ew
lerizîbin
Barkirin
Min bar kiribe Me bar
kiribe
Te bar kiribe We bar
kiribe
Wî/wê bar kiribe Wan bar
kiribe
sorbûn
Ez sor bûbim Em sor
bûbin
Tu sor bûbî Hûn sor
bûbin
Ew
sor bûbe Ew sor bûbin
Nihokê guman
Min ê kiribe
Me yê kiribe
Te yê kiribe We yê
kiribe
Wî/wê yê kiribe Wan ê kiribe
Min ê lerizandibe... (lerizandin)
Ez ê lerizîbim...
(lerizîn)
Min ê bar kiribe... (bar kirin)
Ez ê sor bûbim... (sor bûn)
4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê
1. Raweya hatin-ki